Îssa mîranî
Stiran li gel muzîkê yek ji mijarên serekî û bingehîne di filuklorê kurdî de, ji ber bandora wê gelek dijwar e, banîn û dîroka mirovayetiyê di jiyana netewî de dide xuyakirin, bi hemî keltor û çanda civakî ve,û stirana kurdî di bingihê xwede li ser vejîn û nûjenkirina keltorê dêrîn hatiye avakirin ew keltorê ku ji bav û kala hatiye wergirtin û stirana kurdî di despêka xwede stiranin devikî bûn û nehatibon nivîsandin , û xwendin gelek paþketî bû,
û ji ber wê bû parçek bingehî ji tora devikî ya gelê kurd , û ji nifþekî ta nifþekî bi devikî dihat gerandin , û ji xwere bingehek di nav qadên civakî de avakir û rayên xwe di nav çanda kurdî de kûr daxistin û mirovê kurd awazên taybet bi stirana xweve honandin û hiþt stirana wî wek kanyê zozana bi jîn û nûjenkirinê bi herikê peywendiyên evînî , civakî û sipehîtiya suriþte wêne bikê û derbasî xem û sawîra bibe û wa bûyerên evînî biþêweyek rind û spehî li ser kopê xemlû evîne tomar bikê
Û stirana kurdî bi taybetiyek dî dihat naskirin ew taybetiye peyva xweþe ew peyva gelerî ya dewlemend ji wêne û wekheviya xemilandî bi awazên nazik û delal û dikrin diyarî ji bo xelkê delal li deþt û zozana li hemî werzên salê û bi wan stirana payîz , havîn û zivistan dikirin buharek rengîn bi kêf û ken û beþiþandinê û stiranê bi berhemê xwe yê hunerî ziman , raman û jiyana civakî û siyasî li hemî çerxa di parast û diyarkir bi pêlek bilind ji balaya honerî
Corên strana kurdî:
stirana kurdî ji 10 coran pêktê:
1- stiranên þera
2-stiranên evînî
3-stiranên daweta
4- stiranên þîna
5- stiranên paleyê
6- stiranên zaroka
7- stiranên ayînî
8-stiranên tevza
9-stiranên taybet bi bûk û zava
10- stiranên taybet bi karê rojane wek stirana destar û meþkê