Filmê derhênerê kurd Huner Selîm (Hiner Saleem) ê nû DOL dê beþdarî Festîvala Berlînê ya Navnetewî ya Filman – Berlinale – bibe. Festîval wê ji 08-18.02.07 lidar keve û DOL jî wê çar caran di çarçeweya wê de li paytexta Elmanyayê bê nîþandan.
DOL filmeke derbarê perçekirina Kurdistanê û çewisandina nasnameya kurdî ye. Ew realîteya tal a jiyana miletê kurd di rêya wêneyên balkêþ û tije huner de ji temaþevanan re pêþkêþ dike. Di rêya vegotina çîrokeke evînê ya di navbera du ciwanên kurd de ( Azad û Nazenîn), sînorên mayinkirî, xewnên ku li vî alî û wî aliyê sînoran di dilên xwediyên xwe de têne kuþtin û polîtîkayên nijadperest li hemberî kurdan bi hev re li ber çavan têne raxistin.
DOL herî bêtir bingeha nijadperest a sîstema kemalîsmê û tundiya Tirkiyeyê li hemberî kurdan rexne dike. Ev rexnegirtin her ji dîmena destpêkê ve ji temaþevanan re diyar dibe.
Hîn berî ku Berlinale destpê bike û DOL bê nîþandan, ew ji hêla rexnegirên sînemayê hate nirxandin û 3 stêrik wek pileya nirxandinê ya herî baþ wergirt.
Mîtosfilm ku þirketeke elmanî ye û belavkira filmê DOL e, wê ji 26.04.2007an ve destpê bike DOL di sînemayên Elmanyayê de nîþan bide. Ji bo vê yekê wê 26.04.07 galayeke mezin li bajarê Köln bê lidar xistin û wê derhêner û lîstikvanên DOL jî tê de beþdar bibin.
Dem û rojên nîþandina DOL di Berlinale de:
Çarþem, 14.02, seet 20:00 li CineStar 8 (wergera ingilîzî)
Pêncþem, 15.02, seet 22:15 li Cubix 9 (wergera elmanî)
În, 16.02., seet 15:30 li Arsenal 1 (wergera elmanî)
Þemî, 17.02, seet 16:30 li Delphi Filmpalast (wergera elmanî)
Zimanê DOL kurdî ye û ew bi jêrwergera ingilîzî û elmanî tê nîþandan
Buhayê bilêtên derbasbûnê 7 EURO ye.
Filmeke derhênerê kurd
HINER SALEEM (Huner Selîm)
35mm/2006
Herêma Kurdistan/Fransa/ Elmanya
Berhemeke HS Productions û mîtosfilm
belavkirin:
mîtosfilmGabelsberger Straße 16, 10 247 Berlin - Germany
Tel : 0049 30 54 71 94 62 Fax : 0049 30 54 71 95 08
info@mitosfilm.com -
www.mitosfilm.comSTAB Û BEÞDAR
Derhênan û sînaryo
Hiner SALEEM
berhemhênan
HS PRODUCTION
Co-Production
MITOSFILM – Mehmet Aktas
Birêvebirê berhemhênanê
Sivan SALIM Kamîra
Andreas SINANOS
Deng
Behmen ERDELANI
Dîkor
Saman SABUNCI
Cil
Belçim BILGIN
FX
Haji TAJIK
Montaj
Dora MANTZOROS/
Bonita PAPASTATHI
Montaja deng
Emmanuelle LALANDE
BEÞDAR
Azad Nazmî KIRIK
Taman Belcim BILGIN
Ehmed Omer CIAW SIN
Jekaf Rojîn ULKER
Tarik AKREYÎ
Ciwan HACO
Çeto Abdullah KESKÎN
Nazenîn Sipel Dogu Lesar ERDOGAN
Bi piþtgiriya:
Hikumeta Herêma Kurdistan- Iraq
Serokwezîr Nêçîrvan BARZANÎ
Wezareta Rewþenbîriyê ya Kurdistanê
Kurdistan TV
WCF Verleihförderung