Biratiya kurdan qediya
Dîrok: ÇáÃÍÏ 20 íäÇíÑ 2013
Mijar: Nûçe



Qado Şêrîn

Biratî ax biratî, tu li ku tê kirin û firotin? Van rojan biratî tê keritandin, gelek caran hatiye binpê kirin, hestê netewî tê qurmiçandin, û roj li dûv rojê biratiya kurd ji kurd re kêm dibe, wek hestiyê bê kevijandin û rût bibe. Her wiha li şûna wî hestê xweşik ku me nav lê dikir’’ hestê netewî’’ hestê serok û berjewendiyên partiyan, tên danîn.
Biratiya kurdan ji hev re ketiye tûrikê berjewendiyan, berjewendiyên kesan e, berjewendiyên partî û serokan.


 Sofitî û koletiya ji serokê partiyan re şûna biratiya kurd ji kurd re girtiye. Silogana ‘’Kurd birayê hev in’’ bê wate û li gor berjewendiyên demikî û xapînok tê bikaranîn.
Biratî nemaye, li şûna biratiyê berjewendiyan cihê xwe xweş kiriye.
Ne kurd tenê wiha ne, lê ji ber em bê welat in, û pêşeroja me nediyar e, êdî gerek bû biratiya me nehata keritandin, û birakujî û nimûneyin din pêk nehatana.
Ji 15ê adara 2011an ve şoreşa Sûrî li dijî rêjîma Esed berdewam e, di rojên dawî de tê diyar kirin ku rêjîm êdî siyaseta birçîbûnê li dijî gelê Sûriyeyê bi giştî pêk tîne, daku xelkê bi peydakirina nan û şîrê zarokan mijûl bike, û ji ber wê gelek caran firokeyên rêjîmê yên şer li firneyên nan dan.
Qure-qura zikê kurdan e ji birçîna, cilên xwe dişewitînin daku xwe li ber germ bikin. Û ji ber wê hawar û gazina xwe birin birayên bakur û başûr.
Wexta Israîlê li Geza da, li hin deveran kurdên bakur ji bo birayên misulman daketin kolanan û li dijî Israîlê meşiyan. Em kurdên rojava jî wê piştgirî û alîkariya siyasî dixwazin, ta ana ji bo me meş û xwepêşandanek pêk nemeşiyan e. Mixabin ta ana mercên biratiyê pêk neanîne û diyar nekirne ku em birayên hev in û zikê me li ser hev diêşe.
Kurdên bakur mîna yên başûr nikarin alîkariya madî û siyasî bidin, lê ku bixwazin dikarin nanê germ û şîrê zarokan ji Nisêbînê bighînin Qamişlo û bajar û bajarokên din.
Eger kurdên Nisêbînê di ser têlan re nan bavêjin, wê germ bighê navenda Qamişlo, ta ana ew alîkarî nebûye. Me nediye rêxistinên wan ên sivîl alîkarî ji bo birayên xwe li Rojava dane hev, û ne jî ji bo wan bi çalakiyek siyasî rabûne.
Erdogan, dijminê kurdan ê nemre yek sînorê xwe bi herêmên kurdan re asê kiriye, em wê bihaneyê dizanin û ji ber wê kurdên bakur nikarin alîkariya madî bi kurdên xwe re bikin, lê ku bixwazin dîsa bi gelek şêweyan dikarin. Eger hûn nikaribin nan û şîrê zarokan bighînin, alîkariya siyasî bikin, li dijî Erdogan û pirojeyên wî yên li dijî kurdên Rojava bimeşin.
Erdogan çeteyan ji bakur derbasî Serê Kanyê dike, daku şerê pyd bikin(wek ku pyd dibêje), cuwamêrekî ev yek bawer nekir û bi tinazî wiha di facebooka xwe de nivîsand: Ez bawer nakim Erdogan karibe di nav 20 melyon kurd re çeteyan ji bakur derbasî Serê Kanyê bike, çimkî 20 melyon kurd dê nehêlin çete di nav wan re biçin kurdên aliyê din bikujin.
Me jî gilî û gazinên xwe bi riya rûpela xwe ya facebookê gihandin birayên xwe(eger em hîna birayê hev bin), piştî em gihan wê baweriyê ku kurd nema wek berê dikarin bêjin: em birayên hev in, nema zikê wan li ser hev diêşe. Kurd ana wek hemû miletên cîhanê li gor berjewendiyên xwe diçin, eger ne wiha ba Erdogan di hilbijartinan de li herêmên kurdan bi ser nediket. Rabû me wiha nivîsand.
01-‘’Vê sibehê zû wek ku Marek bi min vede ji xew veciniqîm û şiyar bûm, min ji xwe re got: xwedê xêr bike, min di xew de dîtibû: bi tonan nanê germ ji Niseêbînê digha Qamişlo..me digot: ha biratî ev e ha..’’.
02-‘’Eger birayên me li bakur nikaribin nanê germ bighînin Serê Kanyê, bila li dijî çeteyên Erdogan ên li Serê Kanyê helwesta xwe eşkere bikin...an nebêjin em birayên hev in..’’.
03-‘’Eger Serê Kanyê Geza ba û gawiran wiha pê bikra, wê kurdên bakur rabûna ser pêyan..wek ku berê ji bo Geza rabibûn û xwe hejandin..lê ji bo Serê Kanyê ku bajarekî kurd e deng ji miriyan tê lê ji wan nayê...sed heyf û mixabin...’’.
04-‘’Gelek spas ji bo kurdên bakur ku dikarîbûn di xewnan de alîkariya me kurdên Rojava bikin û nanê germ bighînin ber destê zarokên me yên birçî...’’.
Me bi riya rûpela xwe ya facebookê ew çar xal gihandin birayên bakur, daku di rojên mirinê de xwedî li birayên xwe –eger hîna biratî mabe- derkevin...
Piştî ewan her çar gilî û gazinan, bersiv ji bakur wiha hat,  çima em dibêjin ji bakur? Ji ber nivîskarekî Şernexî ew bar avêtibû ser xwe, nivîskar û edîtorê kovarên ‘’’Zarokan’’ wiha bersiva me da: «Hinek kesên ji Binxetê hene ku kûçik jî goştê wan naxwin! Li welatên Ewropa li quzilqurtê ne û araq û şerab û mîza zarokên Binxetê vedixwin û bi wê serxweşiyê berê xwe didin welatê xwe yê bi navê "Facebookurdistan" û dev davêje Bakur û başûr û Rohilat û Rojava! Hela berê jahrê belav bikin û g... bixwin werin welatê xwe wekî şêran şer bikin û piştre gotinên "Şêrîn" bikin! Êdî bes e yahû wele ker bi kertiya xwe bi "we" û "Şêrîn"tiya we dikenin, lê "we" bi qasî keran jî hay ji "Şêrîn"tiya xwe nîn e!!!»
De werin û kirasê xwe neçirînin, em çi dibêjin û tembûra me çi dibêje, em gilî û gazin û hewara xwe dibin birayên xwe, nivîskarê me wiha bersivê dide. Ha ji biratiya kurdan ew nimûne maye, ê keko tu nikarî alîkariyê bikî, bê deng be. De werin û li vê asta ketî û nizim vegerînin. Tenê jê dixwazim ku hiş û ramanên xwe azad bike daku wek mirov bijî.
19/01/2013
www.qadoserin.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3225