Koma Narîn salnama xwe ya sala nû derxist
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 06 ÝÈÑÇíÑ 2007
Mijar: Nûçe


Welatê me
 
 Koma Narîn ya Huner û Folkulorê kurdî, salnama xwe ya sala nû (2703 K beramberê 2007 Z ) derxist .
 Salnama îsal ji þeþ pelên sitûr yên destê navê pêkhatiye, her pelekî du heyv li ser singa xwe raxistine .
Pela yekê, wêneyê kûlîlkela kurd, bi cil û bergên kurdî xemilandiye û siha hêviyên wê di nava heyva çile û sibatê de, bi nêrînin hûr û kûr hevgirtine .


 Pela duwê, wêneyê sê pêrîn kurd, di rex hev de, bi þal û þapikên kurdî civat girtine, bi dilgermî û rûbiken yekrêziya miletê kurd, serhildan û omîdên wî, ber bi pêkanîna wekhevî û rizgariyê, di nava heyva avdar û nîsanê de geþkirine û serîhildane .
 Pela sêyê, wêneyekê koma Narîn bi cemawerê xwe re, heyva gulan û hezîranê rengîn kiriye .
 Pela çarê, jineka kurd rûniþtiye ber kuçikê û ardûyê wê geþ û xweþ dikê, di heyva tîrmeh û tebaxê de karê çêkirina mehîr û þijikê dikê .
 Pela pencê, wêneyê du pîrekên kurdin, di heyva êlûn û ç-pêþîn de, ardûyê zivistanê dadikin, lodên tepikan lêdikin û xwe ji sariya zivistanê re berhevdikin .
 Pela þeþê, wêneyê keçek kurd, di heyva ç-paþîn û ber-çile de, darkên pembo didê hev û wan li piþta xwe dikê, ji tifik û tenûrê re komdikê .
 Hêjayî gotinê ye ku koma Narîn ya Huner û Folkulorê kurdî, di sala 1981ê de hatiye damezrandin, endamên wê ji keç û kuran pêktê, herweha komeka zarokan jî ser bi komê ve girêdayî ye .
 Koma Narîn, di sala 2005ê de, di festîvala yekimîn ya folkulorê gelêrî yê niþtîmanî de li Sûriyê berþdarbû, ya ku li bajarê Qamiþlo hatî sazkirin û ji aliyê komîta serperiþtkar û nirxandinê ve hate xelatkirin . Koma Narîn xizmeta huner û folkulorê kurdî dikê, di nava bizav û çalakiyên xwe de, stran, þano û dîlanan digêrê .
 Kom ji aliyê Fêsel Ismail ve tê birêvebirin û dibin çavdêrî û serperiþtiya partiya Demoqrata kurd li Sûriyê de, kar û çalakiyên xwe berdewam dikê û bi rêve diçê .


 


 


 


 


 










Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=321