Kurte demek di mêvandariya Sînem Celadet Bedirxan de
Dîrok: ÇáÎãíÓ 27 ÏíÓãÈÑ 2012
Mijar: Nûçe



Evîn Þikakî

Bi dilekî germ û baqeke nêrgiz, hêja  Sînem Celadet Bedirxan pêþwaziya me kir, sur û seqema vê zivistanê û penaberiya me di hinavê me de sivikkir, piþtî keriyek ji gotinên germ û miþt hezkirin û kêfxweþî, wê dest bi axiftina xwe kir û got: Hûn bi xêr û xweþî hatin.
Dayê sînem qet qebûl nedikir ku em bêijn em kurdên Sûryê ne, lê di got : Bêjin em kurdên Rojavayê kurdistanê ne .


Sînem Celadet Bedirxan 74 sal kiriye ,du sala kulîca mafnasiyê xwendiye lê temam nekiriye, piþtî wê diploma edebiyatê zimanê Ferensî wergirtiye û bûye mamosteya zimanê Ferensî di dibistana Bexda ya navdewletî de, du zarokên wê hene: keçek bi navê Dilnaz li Ferenfsa dijî û kurek bi navê Azad li Hewlêr paytexta kurdistanê dijî, hêja Sînem Bedirxan di derbarê zimanê kurdî û zaravên wê yên cuda de axivî û got: Ez matmayî dimînim dema ku kurdek ji bajarê Silêmaniyê nizane wateya gotina av çiye! weke nimûne got: pêwîste ku ew bizane av û aw her yek gotine.
Mala dayê Sînem wek pêþengehek ji wêne û pêmayên malbata Bedirxaniyan bû, hêja Sînem bi dilê xwe yê germ û cansivikiya xwe, wêne wêne û her wiha dîroka her wêneyekê ji mere þirovedikir û cîroka her dîmen û bûyerekê tanî ziman, gelek nexþ û peyman û vexwendin û pêmayên  balkêþ yên Bedirxaniyan destnîþan kir, dayê Sînem gelekî behsa diya xwe Rewþen Bedirxan kir û her weha ew mehfûra ku Rewþen Bedirxan bi destê xwe ristiye li bajarê Banyasê sala 1973 destniþankir, her weha ew ala Kurdistanê ya ku dayika wê Rewþen Bedirxan, sala 1957, di kongirê Esîna de hildabû, dayê sînem got: Ku di wê kongirê de Mîþêl Efleq ew ala Kurdistanê dirand û parçekdir.
Bi wî dilê ku hêja Sînem Bedirxan em hembêzkirin û pêþwaziya me kir,  me xatirê xwe ji dayîka xwe xwest û me dilê xwe ji germî û hezkirina wê miþtkir da têra sur û seqema vê zivistanê bike.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3207