Nameyeke vekirî ji serokê Herêma Kurdistanê re: Tika ye, dergehan vekin!
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 18 ÏíÓãÈÑ 2012
Mijar: Nûçe



 Birêz serok Mesûd Barzanî,
gelê kurd li Sûriyê di rewþeke pir xerab de ye. Ev demek e ku ew tuþî qeyraneke insanî ya mezin bûye. Ew ji pêdiviyên bingehîn ên jiyana rojane bêpar maye. Ji aliyekî ve li herêmên kurdî nan hema bêje nema peyda dibe. Ji aliyekî din ve nebûna mazotê bûye sedem ku xelk nema dikarin xwe ji sermaya dijwar di vê zivistanê de biparêzin. Herweha derman û þîrê zarokan li bazarê nema peyda dibin.


Em dizanin ku rewþa we li Herêma Kurdistanê hesas e. Herweha em dizanin ku Malikî û gefên wî li dijî Kurdan we pir mijûl dikin.
Hûn dizanin ku hûn tim dikarin xwe bispêrin piþtgiriya bêsînor a gelê kurd li Sûriyê. Bi taybetî cenabê te û pêþmergeyên þoreþa we ya pîroz li Kurdistana Iraqê dizanin ku Kurdên li Sûriyê di rojên we yên dijwar de bi hemû derfetên xwe we bitenê nehiþtin, tevî ku di wan deman de rewþa wan gelekî hesas bû û wan xwe tûþî xetera girtin û iþkencekirinê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve dikir.

Em ji we hêvî dikin ku hûn ji niha ve dest bi sazkirina pirên alîkariyê ji bo Kurdistana Sûriyê bikin. Em ji we tika dikin ku hûn dergehên xwe vekin û bihêlin ard, mazot, derman û pêdiviyên din derbasî Kurdistana Sûriyê bibin. Tenê hûn dikarin gelê kurd li Sûriyê ji dorpêçkirina ji hemû aliyan ve rizgar bikin. Tika ye dergehan vekin!

Hêviya me di we de mezin e ku hûnê gelê me bitenê nehêlin.

Ligel rêz û silavên kurdewarî

Sîrwan H. Berko, rojnamevan
Elmanya, 18.12.2012
siruan@hotmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3198