Vejandina zimanê kurdî erkê Serekeye, yê ronakbîran
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 05 ÏíÓãÈÑ 2012
Mijar: Nûçe



  Idrîs Hiso

Ji ber , gelek , sedemên , core cor , civakî , torevanî , çandî , û abûrî , yên taybet bi miletê kurd . zimanê kurdî dibin metirsîk mezin deye çimkî miletê kurd bi zimanêxwe naxwînin , nanvîsin , ramanan pê nakþînin û bandora zimanê fermî baþ cêxwe dîtye li ser mejî û jiyana kurdan ne xasim( rojava û bakûr ) helbet rewþ li hemû kurdistanê newek heve , çimkî li baþûrê kurdistan , îro kurd azadin û zimanê kurdî li wir zimanê dewletê yê fermiye û li herêmê pê îdara gel dibe……. Lê li parçeyên kurdistanê yê din rewþ xerabe .


Nexwendewarî li nav kurdan bi zimanê kurdî bêtir 99% ye ,û di axaftinin xwejî de , îro bandora zimanê fermî li dewletên ku kurdan û kurdistanê hikm dikin zor xuwyaye …… ezê vê mînakê bêjim , belkî ronyê bide vî alî bêtir .
Berî demekê , min telîfonî hevalkîxwe kir xûþka wî rahiþt bihîstokê , min gotê : ka filan li male ?
got min : na
min gotê , heger hat bera ser vê nemra telîfonê , telîfonî min bike , xûþka wî 20 salîye dema min jêra got vê nemrê binvîse , got min , bêje , dema min bi kurdî hejmar got , got min , bi erebî bipeyiv , ez wilo nizanim …… ?!
wek vê mînakê bi hezara tiþt hene
pirsgirêk ewe , kêmanya kê ye ? û çawa emê ji vê rewþê xelasbin ? erkê kê di vî warî de giran e ? emê çawa van kesan bi xwendin û nivîsandin bikin ?  …… emê çawa ziman vejînin ?
ev hemû pirs sere pirsgirêkê ne . gelo ,erkê xort û gêncên kurdaye pêþî , an erkê ronakbîraye ?
- Hin nivîskar di bêjin “ her tiþt di destê û stûyê ciwanan û zarokan deye , kuþtin û hiþtina zimanê me di destên wan deye , bi wane ,heger dê û bavên ciwan,  ên ku niha dare jînê , yanî ekonomî , siyaset û çand di destên wan deye zarokan fêrî kurdî – kurmancî bikin , wêje û xwendin û nivîsandina bi kurdî bikin , wê zimanê me bijî , heger nekin mixabin pêþerojeke tarî li bermeye .. “
Û di bêjin jî  ”gerek ciwanên me di qirka ewkesên ku bi kurdî na axivin û þerkî di vî warî de bikin“
Û gazî wan dikin û di bêjin , yan wê dîrok bêje ciwanên Salên 2000 ziman vejandin ,  û yan wê bêje ziman mirandin .
Belê raste , ciwan , gênc (jin û mêr ) ew gewdê miletan e hêz û mikanîkiya wane, lê ew gewdê mezin heger mejî wî negerîne bê
sûde ye. Milet gewde . ronakbîr,rewþenbîr , mejyê . Wek ku têla elktirîkê yan ,(kebsekwê), febrîqak zor mezin digerîne ….. ew rewþenbîre,ew ronakbîre .
Loma dibînim ku ew giringe ,ku rewþenbîr bikaribe ,vêpirsgirêka gelerî ya miletê kurd çareser bike,riyeke taze bibîne an bi afirîne, ku çawa wê gel bi karibe Bi hemû qatên xwe li malaxwe, xwe û zarokêxwe, li serkarêxwe , xwe fêrîziman bike.
 Evê wê çawabe , wê çilo be çi jere divê , helbet pêwîstî lêkolîn û gerê ye, pêwîstî xebata nav gele zanî taybetmandyên rewþa
kurda ye , bi hemû awayî çivakî , siyasî û abûrî nexasim evkarekî bileze , di guhertinên ku îro li rojhilata navîn dibin . loma dibînim ku wê dîrok wisa bi bêje ka ronakbîrên kurdan çi xebat kirin da go zimanê kurdî di nav refên gêncên kurdan de bikin zimanê jiyanê , perwerdeyê , ramankêþandinê . wê dîrok binvîsîne ronakbîran çi xebat û lêkolîn kirin go riyek zanistî li ser bingehên xurt pê riya fêrbûn û fêrkirina xwendin û nivsandina kurdî hesan bikin , riyek gor rewþa milet bi hemû qatên xwe, peydakirin an na . çimkî dibînim . gelê kurd hogirê zimanê xwe ye lê riyek durist , hesan û bi sûde ne di dît .







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3186