Bengewaz
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 14 äæÝãÈÑ 2012
Mijar: Nûçe



Ebdisselam Xoce - Hewlêr

Bê gûman rêkeftina Hewlêr û di pey re damezirandina desteyî balayî kurd di navbera her du hêzên sereke li rojavayî Kurdistan ,encumena niþtimanî û encumena gel,destkefteke pîroz bû û gelek omîd û hêvî li ser hatin avakirin.
Lê roj bi roj diyar dibe ku ev bêngav têk diçe û nakokiyên ku nakevin xizmet û berjewendiyên gelê kurd derdikevin holê û ev bû ya ku gelê kurd nedixwest.



-di vê derbarê de ne pêwîst e û ne girîng e ku em sedemên neçespandina rêkeftina Hewlêr bidin diyarkirin bi qasî em çareseriyan bidin diyarkirin û bi kiryarî xalan deynin ser tîpan.
Bê guman ev zêdî sal û nîv derbas bû li ser þoreþa azadiyê li Sûrî bi giþtî û li rojavayî Kurdistan bi taybetî û diyar bû ku tevgera konevanî û gelê kurd dikarîbû deverên xwe biparêze û ew arîþeyên mezin diyar nebûn û xwe dan nasîn wekû beþek berçav di þoreþê de û weke hêzek serbixw .
-li vir diyar dibe ku roj bi roj tabloya konevanî (siyasî) zelal dibe ku wê guhertin bibe û ev rêjîm wê bê rûxandin û bê guman wê miletê kurd beþek ji vê guhertinê be , lê ev yek wê bib sedema ku em bi mêjiyekî kurdayetî raman bibin û em xwe dûrî berjewendiyên kesayetî û partîtî dûr bixînin .
Erkê netewî û niþtimanî ferz dike ku em rêkeftina Hewlêr û yekitiya gotina kurd biparêzin ,û bengewaziyê bidin hemû hêzên kurdistanî ku bi rola xweyî dîrokî rabin û bi rastî li vê yekê meyzînin û destê tu hêzê negrin li ser hesabê hêzeke din, miletê kurd û berjewendiyên wî di ser hemû tuþtan re ye çimkî bê yekitiya helwest û gotina kurd qet em nikarin mafê xwe misoger bikin , derfeteke zêrên hatiye û gelê kurd omîdewar e ku bê par jê nemîne û ger ev nebû û gihaþte asta birakujiyê wê miletê kurd têk biçe .
Li dawî gelê kurd ketiye metirsiyeke mezin ji têkçûna vê rêkeftinê lewra dibêjim destên we diramûsim vê yekitiyê biparêzin ,piparêzin,parastina wê serkeftina mafê miletê kurd e.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3172