Ji Qamiþlo Em Dibêjin Derbasbûyî Be Mamoste Arjen Arî!
Dîrok: ÇáÎãíÓ 04 ÃßÊæÈÑ 2012
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Ji Beriya Mêrdînê silavên gerim ji rezê Omeriyan re, ji mamoste Arjen Arî re ku careke din tendurisiya wî çak û rind û bi geþbûn li nav refê xwe vegere.. Ev bayê payîzê ku çend pelên mêwên rezî wî çilmisandine ji nû ve þîn bibin, kat bidin û ber bigirin.. Da ku careke din xelkên welat goþiyên tiriyê mezrone di çarþiyên bajar û gundên welat de bixwînin û bixwin.. Mamoste Arjen! silav bo wê Nisêbîna ku te di kolanên wê de peyase kiriye..


Du car û sê car tu li dor gora Mazilevdînê nava Nisêbînê zîvirîye.. Û gelek caran te piþta xwe daye Dêra Mar Yaqûbê Nisêbînî û berê xwe daye çiyayê Omeriyan ku Mehmûdkî û Etmankî bibin yek û du bendî nemîne.. Bi tenê navê Mîr Som wek sembola tenahî, aramî û geþbûna çiyayê Omeriyan bimîne.. Erê.. Em jî ji Mazilevdîn û Dêra Mar Yaqûb bi hêvî ne ku ev ewirê reþ bi selametî di ser te re derbas bibe..

*         *         *

Erê dosto! Ez xweþ bawer im ku tu ê bi vîn û îradeya xwe a xurt û bi hêz, a ku wek çiyayê Omeriya ye, zoriya vê nexweþiya pîsik û megrûdî a ku cihê xwe di bedena te de çêkiriye bibe.... Xweþ bawer im ku tu ê careke din sirûd û helbestan li dor vî welatê birîndar bihune û bi wî zimanê xwe yê þêrîn tu ê ji me re pesnê Cizîrî, Xanî Teyran, Cegerxwîn û Musa Anter bidî..

*         *         *

Erê birako! Xweþ bawer im ku hêza pênûsa te, hêza zimanê te, hêza vîn û deyaxa te ji wiha nesaxî mezintire.. Qet xwe bi tenê nebîne.. Bi sedan ji heval û hogiran bi te re sekinîne, pirsa nexweþiya te dikin.. Nesaxiya te ji wan re bûye çîroka ser zimanan.. tu jî wan dost û hevalan fedîkar neke û wan nexapîne..

*         *         *

Keko! Ji Qamiþlo em dibêjin derbasbûyî be mamoste Arjen Arî! Û nivîskarên Qamiþlo silavên gerim bo te diþînin û ji Yezdanê gewre bi hêvî ne ku di zûtirîn dem de em hev li Amedê an Duhokê an Qamiþlokê bibînin.

Her wiha em ji hikumeta herêma Kurdistanê hêvî dikin ku bi çavekî mezin li nexweþiya te mêze bike..

Qamiþlo, 03.10.2012







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3142