Sala n hviyn bask ikest!?.*
Drok: 02 2007
Mijar: Ne


Deng

Dem dibûre û tu carî li mirov ranaweste, sal nû dibe û temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lê hêvî û dilxwazî di dil de her dimînin zindî û jîndar, ta ku mirov li ber temarê (sekranê) be.


Ya me jî di hindurê vê rew û heyama tevlihev û aloz de, em bizavan dikin û hew ji me tê ku em bêjin em ber xwe didin ta ku em heyîna xwe biparêzin, û di pit re em biçespînin ku em hîn hene û berdewamin di pêkanîna hêvî û dilxwaziyên xwe û milletê xwe de.
   Hêvî û dilxwaziyên me jî di Cîhanê de, di Rojhilata navîn de, di Kurdistana Sûriyê de, ku em bibin milletekî xwedî maf û rol û biryar, bi dilekî tijî hezkirin û bi mejiyekî azad û sivîl û areza em jiyana xwe bixemlînin, bi pêketin û helwestên xwe yên mirovane di derheqê jiyan û mirovatiyê de, lê mixabin hîn rewa herêma me di nîr û qonaxeke ne ekere de ye, milletê Kurd bi taybetî û yê Sûrî bi gelamperî hîn di bin sitema desthilatdariya xwe de ahîn û axînan dikîne, helbet ew deshiltdariya ku bê vîn û biryara gell - li serê wî hatiye daniçikandin tu carî nabe cih û warê pêkanîna hêvî û dilxwaziyên wî, wek wê em jî dev ji xebata xwe ya atiyane bernadin, vajî wê em dê tim gûrbikin û bidûmînin.
   Em wek rojnameyekê jî di sala nû de, opandina rêbaz û helwestên xwe di derbarê mafên gelê xwe de teqez dikin, û bizavên xwe berdewam dikin ta ku em karibin roleke erênî di peydakirina rojnamegiriyeke azad û sûdmend û areza de bilîzin, ji ber ku em bawerin bi pêwistiya rola alav û dezgehên ragihandinê di derheqê xebata gelê me de li Kurdistana Sûriyê, lê mixabin nîr û rewa me ne li gor xwestekên qonax û serdemê ne, ango tu dezgehên ragihandinê di dest me de nînin - li hindurê welêt - ji bilî weanê, û derfetên gebûn û gûrbûna wan jî - ji ber sedemên aborî û qedexekirinê ji aliyê rêjîmê de - kêmin!!.
   Tevî venasîn û baweriya me bi qelsbûna rola rojnamegiriya kurdî li Kurdistana Sûriyê jî, û em xwe jî di ber wê yekê de hustûbar dibînin, dîsa jî  erkê me tevane ku em karibin karanînên pêketinê avakin. 
……………………
* Sernivîsera rojaneeya DENG** Hijmar:(78 )- Meh:çille-Sal:2007 z ,2618 k
** Rojnameyeke gitî ye, ji weanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê.
……………………………………………
- hêjayî gotinê ye ku DENG (78) bi van mijar û babetan hatuye xemlandin:

1-  ZAROK Û FÊRBÛNA XWENDINÊ  …..  ahînê Bekirê Soreklî
2- NIRXANDINA TIRSA BÊ DIRAN BI DU ÇAV Û DU HESTÊN CUDA  …….. Qado êrîn
3- BEVERWIJK  ……………………… Salih Cefer
4- BI KURMANCIYA PÎR … ÇANDA TIRSÊ Û IMPERETORIYA XWÎNÊ Xeleka ( 9 ) an………………………….  Pîr Rustem
5- REWENBÎR Û KONEVANÎ ……………………… Arek Baravî

6- Kurdên Biramak û Ebbasî  …………………………... Yûsiv Manî
7- REWA ZIMANÊ KURDÎ Û XEWNA ZIMANEKÎ YEKBÛYÎ Xeleka ( 2 )

…………..  Deham Ebdulfettah

8- LÊVEGÊRA KURD Û BERJEWENDIYÊN  PARTIYAN …… Dilê Amûdê
9- GERAPÊTÊ XACO Kurdekî ku ji ti dayikê kurd  nebûbû  …… Miço Kende

10- Sûrya … di navbera Hamiltom û Bo de ……………………… Sîpan Osman
11- DESTANA MIHEMED HENÎFA …………………………. Imer Kalo
12- ZINDANA TARΠ ………… Helebest …………………….  êrîn êxo
13- EVÊN DIRÊJ  ……...…… Helebest …………………….  Ronî Elî
14- KARÎKATÊREK  ………………… Bi Pênûsa ………….. Rêber Kalo

 






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=314