Yek Dezgeh Bo Fêrkirina Ziman Gerek e
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 19 ÓÈÊãÈÑ 2012
Mijar: Nûçe



Salar Elo

Zimanê kurdî zimanê gelê kurd bi tevayî ye, ne zimanê partiyekê ye yan zimanê rewþenbîrekî ye, fêrkirina zimanê kurdî erkekî welatparêzî mezin e, pêwîste ku hemû deste û partî û sazî û rewþenbîr bi hevre bikin, dengê xwe bikin yek û bang li miletê xwe bikin, ta ku baweriya milet bê, ku zimanê dayikê ne girêdayî ye bi berjewendiyên partîtî yan ên kesayetî, û pêwîste xwe fêrî zimanê dayikê bike wek hemû miletên cîhanê.


Gelî rêxistin, sazî û rewþenbîrên kurd, eger em bixwazin nexwendewariya zimanê kurdî di demek kin de rakin, pêwîstiya me bi dezgehek tenê,yekbûyî heye, taybet bo fêrkirina zimanê dayikê, þaxên xwe li hemû bajar û deverên welêt sazbike,  dezgehek ku hemû rêxistin û komît û rewþenbîr û zimanzan têde cih bigrin, û banga xwe bikin yek, ji gelê xwere biþînin bo fêrbûna zimanê dayikê, yê nasnameya gel diyar dikê û diparêzê ji windabûnê, wê çiqasî ew deng xwedî bandorek mezin be û wê çiqasî hejmara yên ku xwe fêrbikin bêtir be, ji gava ku deh deng bin û girêdayî bin bi nerînin cuda, wê dilê piraniya milet ji zimanê wî sar bibe.
Digel ku ev dezgeh,gerek e li ser bingehin nûjen ava bibe, yek jê divê bi þêweyekî dîmoqrasî desteyên xwe bizelalî hilbijêre, ya din divê fêrnameya zanistî bi çav bê standin, nemaze derçûyên kolîca wêjeyî beþê zimanan, digel sûdgirtinê ji hemû mamosteyên çalak di biwara fêrkirina zimanê kurdî de, û danîna pilanan da ku ev dezgeh bibe dezgeha fermî ya fêrkirina zimanê kurdî di paþerojê de.
Li dûmahîkê ez xebata hemû rêxistin û mamosteyan di biwara fêrkirina zimanê kurdî de bilind dinirxînim, û hêvîdarim ji wan ku ji projeyekî wisa re kar bikin, yek dezgeh bo fêrkirina zimanê kurdî li sûrya, û navekî bigiþtî jê re hilbijêrin bi mebesta ku bibe dezgehek fermî di paþerojê de, û venasînê ji rex dewleta sûrya bistîne, dewleta paþerojê, ya ku dê bi encama þoreþa sûrî ya pîroz avabibe. 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3132