Nav Di Zimanê Kurdî de – Lêkolîn- Deham EbdulFetah
Dîrok: ÇáÎãíÓ 01 ÝÈÑÇíÑ 2007
Mijar: Nûçe


M.Emîn

  Ev pertûk berhemeke li dûv wan bizan û hewldanên bêrawestan, li ser rêya serastkirin û pêkanîna rêzmaneka sergihayî û yekane, ji aliyê mamosta Deham EbdulFettah ve têkirin, ku lêkolînên di warê rêzmanî de qûnaxa kurtebirî û gelemperiyê derbasbikin. di encaman de, rêzimaneka sergihayî ya hevgirt û yekane peydabibê


zimanê kurdî ji nava tariya xemsarî û paþguh ve avêtinê derkevê û bibê cihê xwesteka mirovê kurd û dilê wî bêxê di cih de, evîndar û xwendevanên zimanê kurdî kêfxweþ û dilþa bikê, ku bi Karin bi þêwazekê rast û durist bîr û ramanên xwe ji kaniya kurdewariyê derbikin û li ser singa rûpelên sipî raxin, têkilî û danûsandina xwe bi miletê dî re kûr û serest bikin.
Belê, tevî ku mamosta di wê baweriyê deye, ku gelek arîþe û aloziyên zimanê kurdî, bêyî dezgehin netewî yên fermî çareser nabin . lê dibînê ku gelek ji wan alozî û arîþeyan jî, bi hiþemendiya zanyarî kurdperwer û behremend çareser dibin .
Ji ber vê jî û li ber ronahiya van bîr û baweriyan, îro roj rê girtiye, gelek çalakiyên xwe yên torevanî û civakî paþguhê xwe ve avêtine û çalakiyên di warê zimên û rêzimanî de, dane ber xwe, ji xwe re kirine kar û bar, û bizavê dike, ku vî zimanê þêrîn ji zingara rojgarên bindestî û bêxwedîtiyê rizgar bikê, di naverasta karê xwe de xwestiye xwe ji çarçêweya rêzimaneke kurtebir û gelemperî dûr bikê, ji bo vê yekê babeta (Nav) tenê kirye mijara vê pertûka xwe .
Dema ku bi vî karî dirabê, yan jê dixwazê ku zanyar û behremendên kurd pê rabin .
Hingî dibînê ku wê bi vî karî asoyên pêþerojeka geþ û xweþ li pêþiya miletê kurd vebê û ev milet wê ber bi çivaka nêvnetewî ve herê û wê bi xurtî bi karibê doza maf û xwestekên jiyaneka rûmetdar, ji bo xwe û mirovatiyê bikê, divê derbarê de dibêjê : ((em ( wek neteweyeke xweser û navnas ) karibin, bi serbilindayî xwe nêzî civaka navnetewî bikin, xwe pê bidin nasîn û bidin pejrandin . hingê jî, emê bi xurtî karibin doza maf û xwestekên jiyaneka rûmetdar, bo xwe û mirovatiyê bikin . wê çaxê dengvedana doz û gaziyên me, dê li asteka dûrtir û berferehtir pêlbide, balkêþiya dengê me jî, dê kûrtir û xurtir be….! ))
Naveroka pertûkê dibin sê barrên serekî de hatiye raxistin û herweha dibin her birrekî ji wan barrên serekî de, bi hûr û berfereh ew mijar hatine þirove û ravekirin :
-Birrê yekem  
Beþên navan
Nav ji hêla nasînê ve
Nav ji hêla zayendê ve
Nav ji hêla wateyê ( hebîn û nebûnê ) ve
Nav ji hêla jimarê ve
Nav ji hêla bêjesaziyê ve

-Birrê duwem
Zayend ( nêr û mê )

-Berrê sêyem
Kombêjî

Ev pertûk ji (125) rûpelên destê navê pêkhatiye, çapa yekimîn sala 2005ê li Duhokê ji aliyê dezgeha sipîrêz ve hatiye çapkirin, lê çapa duwemîn sala 2006ê, li Sitembolê, ji aliyê Enstûtiya kurdî li Amedê ve hatiye çapkirin .
Pertûk pir giringe û gereke xwendevan û lêkolînerên zimanê kurdî wê bi hûr û kûr bixwînin û bidin xwendin.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=313