HEVPEYVÎNEK LI GEL HUNERMEND «ÞAD»
Dîrok: ÇáÎãíÓ 01 ÝÈÑÇíÑ 2007
Mijar: Hevpeyvîn


Hevpeyvîn : Mislim Mihemed

(Mûzîk bi xwe ji xweristiyê hatiye, Her sînor û zagon jê re tê danîn wê li ser aliyê çelengî û xweþikîya giyana hunerî be
Ez bandor bûm bi hunermend û mûzîkkarê gewre Reþîd Sofî
Ezê Eyþa Îbê bi giyanê deyþta Sirûcê bistirêm soz didim ez ê pirtûkxana mûzîka kurdî dewlemend bikim)


   Xwedanê dengê zîz û bilind di ezmanê strana kurdî de, û nas dibe bi dengê xwey bedew û zelal yê mirovan bi girî û þa dike bi hev re û nizmî û bersîv tê de heye û ew cihê hurmetê di nav gel de ye.

Pirsa 1: Em pîroz dikin kasêta te ya nû « bes e » lê bi kerema xwe ji me re zanava xwe ya hunerî xuya bikî?

Bersiv: Ez di sal 1976 an de li bajarê Kobanî ji dayik bûme, di malbateke olî de û di mizgeftê de xwendina Quranê kir ta hevdîtin bûm bi rewþenbîrên herêmê re, û nav di min dan li ser stran û mûzîkê, û dinasîm li ser hunermendê mezin û gewre Reþîd Sofî, û wî jî nav di min da li ser pêþketina hunerê. Û hevdîtinbûm li hunermendên ereb re, û berhema min ya yekemîn ronî dît di sala 2001ê de, bi alîkariya hunerî ji dostê min yê awazkar Memo Seyda, û mamoste Ehmedê çep û birêz Muxtar, di ahenga Mîdîmiyozîk li Qamiþlo,. Û berhema duyemîn di 2003an de. Û ya dawiyê berî du heyvan. Û bi vê boneyê namake spasiyê ji hunermenda hêja Êtîdal (اعتدال) re bi rêdikim, li ser beþikdariya wê bi min re.

Pirsa 2 : Tu bi kê bandor bûyî di mûzîkê de?

Bersîv: Ez bandor bûm bi hunermend û mûzîkkarê gewre Reþîd Sofî. Bi rastî ew dibistaneke hunerî ye kêm wek hene. Eweya kaniya mûzîkê ye lê mixabin ev kaniya pir neherikî tevî karên wî yên hunerî du kasêt derbas nerkirin, û bandor bûm bi hunermend Hesen û Mihemedê Cezrawî yên hilgirtin xizna filiklorê kurdî, û ez bextewar dibim li ber bihîstina dengê mamoste Tehsîn Taha pêþengê mûzîka kurdî, û ahînên Mihemed Þêxo.

Pirsa 3 : Tevî pêþketina teknolojiya di vê serdemê de di warê tomargeh û zanîstiya hunermendan bi hîmên mûzîkê lê em hestdibin ku hunermendên berê ji yên niha bîtir afrandin di awaz û stranê de.

Bersiv: Mûzîk bi xwe ji xweristiyê hatiye. Her sînor û zagon jê re tê danîn wê li ser aliyê çelengî û xweþikîya giyana hunerî be. Û ji aliyê din ve, hêza hunermend û zanistiya wî jî dihêle hunermend bi demê re bimeþe û afrandinan bike.
 
Pirsa 4 : Tu çito li meydana hunera kurdî dinêrî?

Bersîv: du çêþît ji yên mûzîkê bi kar tînin hene: yek jê bilind e û nirxbuha ye. Wek Ciwan Haco û Hesenê Þerîf, Zekeriya Abdulla û hunermenda bi þewq «Çopî». Û yên din mixabin navê huneriyê þaþ û xera dikin, û awaz û gotinê li hev diqelibînin û her keça cîranan bi yekî re bibêje bejna te bedew e wê ew kasêtekê tomarbike û jê re diyar bike, û çi pirin di vê qonaxê de.

Pirsa 5 : mamoste Þad. Tu ji kê re distirêyî?

Bersiv: ji gelê xwey bindest û her yekî evîndarê azadîyê ji ber ew her tiþtê buha ye ji mirovatiyê re ger tu ne azad bî tu nikanî bi jiyan bibî bi rûmet.

Pirsa 6 : Tu yek ji endamên koma AZADÎ , çi hêvî û çalakiyên we hene?

Bersiv: Em kardikin ji bo bilindkirina asoyê hunerî ji komê re, û em jiyandikin hemû boneyên kurdî (cejnan, Newrozê, Jinê, rojnamevaniyê, mihrecanan..) û em beþikdarbûn di mihrecana yekemîn ya hunerî li Girê Gewr (تل أبيض) sala borî. Û em xwe amade dikin ji deranîna kasêtekê bi navê komê û hêviya me em bigihên asoyekî bilind di Kurdistanê de wek koma KAMKAR.

Pirsa 7 : Misir û Libnan bûn navenda mûzîka erebî, û yên kurdan Kurdistana azad bûye þarga hunermendên kurdan. Te serdana Kurdistanê kiriye an na?

Bersiv: Ta niha tu keys ji min re peyda nebûn lê di programa min de heye serdana wan û kêfxweþbibim bi hevdîtina hunermendên wan.

Pirs 8 : Milletê kurd cuda ye bi çîrokên xwe yên evînî û lehengî yên hatî stran. Çi ji wan nêzîkî hestên ten e?

Bersiv: Her çîrokek ji ya din þîrîntir e lê strana Eyþa Îbê bîtir nêzikî hestên min e. ji ber ji herêma min e (deyþta Sirûcê).

Pirsa 9 : Tê ramana te tu Eyþa Îbê bistirêyî?

Bersiv: Erê. Berê hunermendê mey mezin Miþo Bekebûr Berazî sitraye, û hunermendên Efrînê jî strane. Lê min bi dengê Miþo nebihîstiye, û ezê di paþerojê de bistirêm piþtî bêjing bikim bi giyanê xwey kobanî.

Pirsa 10 : Li dawiyê tu çi dixwazî bibêjî?
Bersiv: Spas dikim li ser vê hevpeyvînê ku min tê de nêrîn û ramanên xwe diyar kirin,û soz didim ku ez dê pirtûkxana mûzîka kurdî dewlemend bikim, û ez bang dikim li ser hunera tebayî ya ji hestên rasteqînê tê der..

t,êbin: ev mijar ji rojnameya DENG , hejmare 77, e..








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=312