Xwîna kurdan xeteke sore
Dîrok: ÇáÓÈÊ 28 íæáíæ 2012
Mijar: Nûçe



Diyar Ehmed

Bê guman gelê kurd û hêzên wî yên siyasî wek tevaya gelê Sûriyê li qûnaxa piştî hilweşandina rijêmê difikirin û jêre jî kar û xebatê dikin . gelê kurd ji tevaya pêkhatiyên Sûriyê bêhtir sitem û zordarî ji destên vê rijêmê dîtiye û herweha di nava agirê siyaset û kiryarên wê yên şovin û regezperist de qemaye. ji ber wê jî piraniya gelê kurd di çûna vê rijêmê de xwe sûdmend dibînê û dixwazê bi zûtirîn dem ev rijêm hilweşê.


Lê , pirsa li vir tê kirin ewe ,gelo , ma dema rijêm hilweşê , rewşa gelê kurd ya piştî ruxandinê wê xweştir bibê , û mafên wî jî wê bi rehetî bên bicî kirin??
  kurd wê çawe bişin mîratê çil salî ji siyasetên xirabkarî û wêrankirinê jibîr bikin û paş guhê xwe ve bavê jîn???
Hêz û aliyên tevgera kurdî yên siyasî wê di wê qûnaxa  demikî de bikarin bi yek dest û yek dilî serkêşiyê bi hişyarî û zanebûn bikin , û miletê kurd bi rehetî bigihînin armancên wî????
Beramberî vê rewşê divê gelê kurd û tevgera wî ya siyasî jibîr nekê ku ne ew tenê di meydanê de ye û wê her tişt jî ne li gorî vîn û xwestekên wî bên pêkanîn û bi taybetî dema ku ew ji hevketî û parçebê . wek tê xuyakirin îro xaka Sûriyê  bû ye meydan û navrastek ji şerê di navbera gelek hêz û aliyên cuda de , û hin ji wan hêzan û nexasim yên nêvdewletî têkilî û destêwerdanê dikin ji bo ku berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî ji dest xwe bernedin û hin dî dikin , ji wana bêhtir yên herêmî ji bo ku hevalbend û alîgirên xwe bicî bikin û metirsîna belavbûn û xurtbûna şî''''a di herêmê de rê li ber bigirin û kêm bikin , û hin dîtir hene merem û armancin wan yên dî hene.
 Îro mirov dikarê bêjê şer ji destên gelê Sûriyê xwe jî derket ye . raste gelê Sûriyê vekirî û bi eşkere dixwazê vê rijêmê hilweşînê ,û piraniya vî gelî dixwazê hêz û aliyên herêmî û nêvdewletî alîkariya wî bikin û destên yarmetiyê bi dinê de, Lê dawiyê divê newê jibîr kirin , ku ew hêz û alî wê qasî berjewendiyên xwe destên alîkarîyê dirêjî gelê Sûriyê bikin , û ji ber wê jî wê ne tenê ne xwazin Sûriya nû ji dest wan der ne kevê , lê belê wê ne hêlin ti alî bi tenê li gorî daxwaz û berjewendiyên xwe destêwerdanê di kar û barên Sûriya piştî rijêmê de bikin.gereke ev yeke ji mirov re xuya bê û eger mirov bigihê wê baweriyê ku hêzên herêmî û nêvdewletî yên dî jî hene û mirov bi rehetî nikarê wan paş guhê xwe ve bavêjê , nexwe mirov li xwe vegerê û ji xwe bi pirsê , ma gelo nexwe kar û çare çiye û bi çi rengî ye ???
di baweiya me de dema ku em giha ne wê baweriyê nexwe me destên xwe danî ser birînê û hingî mirov bê dudilî dikarê bêjê , pa‏‏‏‏şeroja gelê kurd û mafên wî yên rewa wê bi rehatî bên bi cî anîn .
birastî gelek tiştên  ku niha li deverên kurdî tên dîtin û kirin diyarden dilgiran û ne cihê dilxweşiyêne û dibin cihê tirs û pirsê bi hev re û dawiyê jî miletê kurd û dilbêşên mafên wî dilsar û xemgîn dibin û baweriyên wan bi paşerojeka geş û xweş lawaz dikê .
ma nexwe çima piştî sal û nîvekî ji şoreşa gelê Sûriyê û hê kurd ne tenê ne bû ne yek dest û yek dil , lê roj bi roj navbir di navbera hêz û aliyên kurdî de bilintir dibê , û gîr û girftin nû serî hildin û bi xurtî cihê xwe di civaka kurdî de digirin .
berî hertiştî gereke gelê kurd û bi taybetî lêvegerên wî yên siyasî bawerbin û bigihin wê baweriyê ku milet û dewletên pêşketî di cîhanê de bi rêya giftûgo û dan û standinê pirsgirêk û aloziyên xwe çareser dikin û herwisa pirs û kêşên xwe yên siyasî û rêveberî jî bi rêya helbejartin û sindoqên dengdanê serast dikin . û ji her kesî re hate xuyakirin û nexasim serbor û ezmûna rijêmên rojhilata naverast û bakurî Ifrîqya, û hat xuya kirin ku welat û milet bi tersa devê tifengê çavên xwe nagirê û paş ve jî naçê, û hemû hewldanên darê hişkê sitem û zordariyê milet çavşikestî na bin û vîna wan na mirê û wan razî jî nakê , ku tenê qedera wan ewe û ji vê yekê pê ve çare nîne. ev nêrîn û hizir tev de pûç derketin û ne tenê êş û bela ji miletên xwe re anîn , lê mala xwedanên xwe jî xirakir, berî ku ya kesekê dîtir xira bikê. ji ber wê jî gereke gelê kurd û tevgera wî ya siyasî îro ji her wextî bêhatir hişyar bê ji guhertinên serdemê re û bi zanin ku tev bi hev re dibin rastî û şirîkê vî welatî, bi taybetî deverên kurdî ,û  ji mafê gelê kurd de ku ew serwerî û rêveberiya deverên xwe  wek wan bivê û li ser wê yekê li hev bikin û karên xwe rê ve bibin ,û vê derfeta zêrîn ji dest xwe jî ber nedin û xwe bi şerê xwe xweyiyê ve mijûl nekin , û gereke tev bi zanin ku eger şerê birakujî di nav gelê kurd de dest pê kir , wê ew yeke bibê dest pêka wendabûna mafê gelê kurd ji alîkî ve û wê zerereka canî û derûnî bi gehînê civaka kurdî û wê birînin kûrtir vekê , dibê ku şûn û şopa wan çendîn salan di şûn  de bimînê .gereke xwîna kurdan ji tevî alî û hêzên kurdî yên siyasî re xeteka sor bê û kes bi hêsanî û di bin çi nav û hêncetan de wê xetê derbas nekê û xwîna kurdan nerijînê .
ne veşartiye ku îro dijmin û neyarên kurdan ji her çaxî bêhtir distdirêjiyê û ne xweşiyan ji gelê kurd re dixwazin çêkin û çêdikin û naxwazin gelê  kurd bi azadî û tenahiyê şabibê û di vî warî de divê em jibîr nekin ku eger kurd xwe bi xwe bi hev bi kevin û xwe bi hev re mijûl bikin , ne dûre ku hêzek dîtir ne dûrî bîr û ramanên Exwan Muslimîn û Qa''''îdê cihê xwe di deverên kurdan de bigirin û bibin bela ji gelê kurd re û ne hêlin aramî û seqamgêrî di deverên kurdan de peya bibê.
îro demek nazik û hestya re û eger kurd ne li gorî berhatiyên serdemê bi gerin û kar bikin , wê di ‏şûn de bi mînin û ji dêla ku ew serweriya gelê kurd bikin, wê bibin bar û pi‏‏‏‏‏‏‏ştî ji gelê xwe re û ji xeyînî êş û derdeseriyan wê jê re pêk neyînin.
Ji ber wê jî divê bêhna mirov fireh bê û singa mirovî  jî vekirî bê, kêşa milet û berjewendiyên wî yên bilind ji rêxistin û partiyan mistir û bilind tir bê , û xwîna kurdan giran tir bê û  xwîna kurdan hêleka sor bê û her hêz  û aliyên siyasî hişyar bin ji nazikiya serdemê re û li dûr binêrin, ji ber tişta tê gamankirin , eva ku em dibînin ya reh ne, lê hê ya tîr di binî deye .








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3096