Saljîn
Dîrok:
ÇáÌãÚÉ 27 íæáíæ 2012
Mijar:
Nûçe
Beyar Robarî
Saljîn, ne sal û malin
Nejî euro û dolarin
Û gerden û guharin
Jiyan, du dilop avin
Xerbî û xunavin
Giyanê, du evîndarin
Jiyan, gul û narin
Dost û heval, mûm û buharin
Saljîn, ne sal û malin
Nejî dar û hevparin
An rez û sewalin
Û ne koma zêr û zarin
Jiyan, du giyan û canin
Û demên xweþ û delalin
Saljîn, ne qesir û qonaxin
Nejî dirav û fîstanin
Û mey noþîn û nanin
Jiyan, yar û birayê dilsoz û nazin
1
Bîrewer û demên jibîr narin
Saljîn yara min, du warin
Evîn û serfirazî, naz û buha warin.
07- 03 - 2010
Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi
Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3095