Şahiya serokatiya Dr. Ebulbasit Seyda û gevezeya pêşewatiya kurdî ya kêmpeyda
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 03 íæáíæ 2012
Mijar: Nûçe



Mihemedê Seyid Husên

 Biborînin min hebxwe kurtedemekê weşana vê gotarê bi derengîxistiye, bi taybetî piştî ku Dr. Seyda Encûmena niştemanî ya kurdî vexwendî guftugoyê kiriye, lê dixuye emê di bendemanê
de bawî bibin, û hêvî di helwesta pêşewatiya encûmena kurdî de nabişkivin û gulvenadin.
Bi rastî ji bo min razperêzeyeke şayen û gelekî bextewar bû, bi taybetî dema min bihîzt ku Dr. Ebdulabsit Seyda bo serokatiya Encûmena niştemanî ya Sûriyê hatiye hilbijartin,


şahiyê ji kokê ve hejandime, herweku şoreşa Sûriyê dibin mercên komkujî, wêran, talan, tundtûjî û pelkukirina rêjîma malbatê de, hêj bi gernasî û gorankarî pêvajoya rûxandina heman rêjîma noker dişopîne, û xwezyarên gelê Sûriyê bo azadiyê hêzdartir didozîne, bi heman piroseyê rûpelê yekem bo wekhevî û dîmuqratiyê, ji nêv hemerengiya civaka Sûriyê geşedartir vekiriye, lixêvên rêkeftin û yekgirtina dijberiya hemî pekhatên welêt, yên nêjadî, olî û mezhebî li gora mebest û armancên şoreşa giştî di vî helwesta dîrokî ya kêmpeyda de cîbecî dike.
    Ji şahdamarên dilê çakbîn mujde û mizgîniya serkevtina Dr. Ebdulbasit Seyda, li Encûmena niştemanî ya Sûriyê, li hemerengiya hemwealtiyên civaka Sûriyê bi giştî, li gelê Kurd bi şêweyekî taybet pîroz dikim, Dr. Seyada weke kurdekî kêşegir, êşnas û namedar, nemaze ku ji dûr û kûr rabudûyî helwest, xwendin û nîvisandinên wî bûme, ji damezirandina Encûmena niştemanî ya Sûriyê, min ew mîna kurdekî serbixwe nemaze ku navendeke hinkûf û pêşiwar, ji cîzemanekî helkeftî kesayetiya xwe ya karîzmî, bo kurdayetiyê ji destpêka şoreşê ve, mîna pêşzanekî jixwebawer gavdaye pêşerojê, wisa keys û xweşbextiya kurdewariyê ji nêv derfeta zêrîn radest kiriye.
    Herweku di 9 meha hezîranê de Dr. Seyda hatiye hilbijartin, û pêk ve yekser di 10 ê wê de, Encûmena niştemanî û hemî çarçuveyên kurdî vexwendî guftugoyê bi Encûmena niştemanî ya Sûriyê re kirine, li gora şert û mercên herêmî û navnetewî, bi saya pêkarîna xwe û hevalên destekar pê re mafrewya xwezyarên gelê kurd li Sûriyê, di pelgnameya niştemanî de gewde kirine, herwiha ku li nasnameya netewî ya kurdî mikurhatine, û mafê gelê kurd yê destûrî li gora rewya pelganmeyên navnetewî çesipandine, û hemî ziyanên ku ji encama yasa û fermanên ewarte li kesê kurd bûne, dê piştî rûxaandina rêjîma diktator qeregoy bibin.
    Dr. Seyda ji dûrbîniya xwe baş zanî, bi taybetî piştî têgihaye ku lehiya şoreşa gelêrî, dê rêjîma malbatî ji ser kursiyê şahanî bipengizîne, hemî doz û daxwazên civaka Sûriyê ya hemereng û kurd jî di nav de, di dîmuqratiya liberalî û hilbijartina azad û destpak de rûniştîne. Hîç neweku pêşewatiya tevgera kurdî ya kilasîk, bi taybetî ku hûrpîşên siyasî û civakî tevlîhev dike, biryarên zêdekar û daxwazên kêmçare, nemaze ku cîyewaziyên alozewîst û gengazeyên nakokîbar peyda dikî, serê werîs di navgîna hevrikiyên navxweyî de wenda kirine, ji dêvla ku bi zimanekî yekgitrî, ango di yekgirtineke siyasî de piştgiriya Dr. Ebdulbasit Seyda bikî.
    Lê mixabin ji dexsokî û çavnebariya xwe ketine bêdengiyeke pûçencam, wisa timî şîna poşmaniya bê sayan dikişînin, li radeyekê qêmîş nekirine ku di daxuyaniyeke taybet de, destekariya xwe pê re bidine xuyanî, tenha di emajepêdaneke şermok de serokatî lê pîroz kirine, ji bo ku şûnşopekê li nig rêjîma kujer, dar û destekarên wê, çeqel, şeveng û Mêlîşiyatên wê yên hevpeyman misoger bikin, loma bi tov diavêjin ji bo ku firk neyê, ango kevirê mezin nenîşanê lêxistinêne.
    Pir daxe ku hin ji siyasetmedar û nivîserên kurtebîn, nemaze ku ji nû ve xwe hînî çarlepka siyasetê dikin, hêj tênegihane ku avdeyên rengan ji hev cuda bikin, tenha ji nev gengeşya heyî ceger di pênûsa wan de liviya ye, weku dibêjin birayên misulman Dr. Seyda raçengî xwe kirine, hîn dûrtir serê hespê xwe bê sergoş berdidin û dibêjin: Encûmena niştemanî ya Sûriyê bi giştî dibin sîdariya hikûmeta Erdogan û şivantiya birayê misulman de tevgerê dike, di çaxê ku bi dehan kewt û komên dijberiya Sûriyê, û ji hemerengiya hemî pêkhatên civaka wê ya nîjadî, olî û mezhebî tê de beşdarin, yên ku Dr. Seyda bi yekem serokê Sûriyê hember Elî Abid dikî, yê dinê bo kurdayetiyê destê xwe bi yekcarî jê dişo û berpirsiyariya wî pesende nakî, mixabin hin dîtirê ji nêv genava torfelaqiyê, wî dikin sîxur û ajanê tundrewiya Islama hişkol û hikûmeta Turkiyê. Lê hema weku lêkol û rexnevanê zanava û dûrbîn mamosta Birahîm Mehmûd emaje pê daye, nemaze ku Encûmena niştemanî ya kurdî, piştî danezanîna serokatiya Dr. Seyda bihîztiye, yekser konê şînenîgeriya bê şehîd vegirtiye, û weke her car dîsa li helperestiya xwe kulmişiye, û di navgîna gendelî û dexsokiya xwedbîniya xwe de teqiniye.
    Hîç li bîra wan nejentiye ku komeleya birayên misulman nasnameya niştemanî hildigirin, hêzeke dijberî û niştemanî serete li derve û hindirû gewde dikin, bi deh hezarên pakrewanan bo rûxandina rêjîma totalîtar ya Esedî danîne, hemî perensîpên dadiya civakî, wekhevî, mirovanî û dîmuqrasî di destûreke hemdemî de pesende dikin, giraw, gorî û kargoriyên mezin bo vê amancê danîne, vêca ji çi mafî emê jî weke Mam Celal, Lavrov û Obama herdû pêwanên Netinyaho nemaze ku dibêjin: /em di wê tirsê dene ku Qa,îdê, ango birayên misulaman şûna Beşar ESed bigirin/, di çaxê ku hersê ji dehkên salan ve dizanin ku Rêjîma Sûriyê şivantiya terorîzmê li herêmê dike, bigire ji xwekujên ku rêdikirin Îraqê, Şaşikreşên Îranê, Nesrelah û Usame bin Ladin hevpeymanê malbata Esedin ji mêj ve, êca ku mirov nikaribe ango newêribe rastiyê bibêje, neçêye ku mirov wisa bi bextî û telaqreşî tomet û tewanan bi bê sûc û bê gunehan vekî.
    Helbetî cîyê pirsê ye: naxwe ku birayê misulman serbestiyê li Encûmena niştemanî ya Sûriyê dikin, û di hindurê wê de piraniyê gewde dikin, naxwe ku Erdogan piştgiriya wan dike, çima endamek ji navxwe bo serokatiyê nehilbijartine, ango Dr. Seyda sîmboliya pşgava yekem bo dîmuqratiyê çespe dike, herwiha diz û xwediyê male bihev hisiyane, bûgîn diyar û eşkere weke çavên rokê bang dike, ku tevgera kurdî ji tirsa perçebûna navxweyî, piştî ku xwe di kongereke şeliqî de daye serhev, dîsa ji hev perçe, tarumar û riswa bibe, ango jêder û lêvegerên kurdistanî biryara wan ya serbixwe talan kiriye, yaxud çi kurdê ku rabûdûyî tevgera siyasî ya kurdî dibe û bûye, xweş dizane ku piştî kongera roja gone li kolana karêzê, hêj mîna hevîrê ku tu bi tifê bistirê, di gelek neryan, awir û helwestên xwe de cîyewaz û cudaxwazin.
    Ya dinê ji tirseke nependî ango ji doruberî binçengê xwe, vêca keviran di hikûmeta Turkî û Encûmena niştemanî ya Sûriyê de werdikin, tenha ji bo ku rêjîmê û hêzên pêvedar û dûvelank li dûv wê razî bikin, yaxud ji kîjan berjewendiyên netewî yên herêmî û navnetewê, wê Kurd êrîşan bidin hikûmeta Erdogan, û xweş dizanin ku Erdogan bi tena xwe bêyî biryara Nato û Encûmena ewlekarî ya navdewletî, li gel cîyewaziyên nakokîbar di navbera wî û esayişên esrbazî de, hîç nikare destêwerdana serbazî di hemî hûrpîşên Sûriyê de bike, û nûneriya cengeke herêmî raberî Ewropa rojava, Emerîka û di paş wan de jî, nemaze ku Vîtoyên Rûsiya û Sînê, di helwesteke navnetewî yekgirtî de, Beşar xweş paraztiye û Israîl tenah û piştrast kiriye.
    Ku em ji sinc û nîhadê jîndar biaxivin, ango ji rasteqîniya siyasetvanê êşnas û pşzan bûgînê gotebêj bikin, herweku li Turkiyê hemî texlîtên dijberiya Sûriyê ji derve û hidirû gihane ser hev, li holên Sitanbolê û Enqera hemî çarçueveyên dijberî jê gavdane piştgiriya şoreşê, ta ku Encûmena niştemanî ya Sûriyê jê hatiye hilbijartin, bi saya hevkariya Turkiyê civîn û kongerên dijberiya Sûriyê û civaka navdewtî lê çêbûne, li Turkiyê 83 dewlet li mafrewya Encûmena niştemanî ya Sûriyê mikurhatine, Turkiya bi hemî pêkarînên xwe yên locistî alîkariya dijberiya sûriyê kiriye, sîpahên rizgar yên ku ji sîpahên rêjîma Esedî raqetiyane lê bi cî û war bûne, ji wirê û bi destekariya Turkiyê bi hemî pêkarînên xwe, zebareta siyasî, serbazî û abûrî ji Qeter û Si.ûdiyê digihîne ber destên sîpahên rizgar, nemaze ku bergiriya gelê Sûriyê bike, û cemawirên pirotistêr ji êrîşên Rêjîma noker biparîzin, Turkiya roleke gewre di çarçuveya pêwendiyên xwe bi Emerîka, Ewropa, û Encûmena ewlekarî ya navdewletî, û komeleya Erebî re leyiztiye, bo ku rêjîma Sûriyî li gel hevpeymanên wê Îran, Rûsiya û Hizbelah şermezar û riswa bike, bi hêvî me ku kesek zêdekariya kurdayetiyê li min jî neke, nemaze ku tewşbîrî biramin, ku min kêşeya kurdî li turkiyê û Sûriyê serbêş kiriye, ango bervedêriya Erdogan û hikûmeta wî dikim…na qet ne wisye.
    Eger ku Encûmena niştemanî ya kurdî berê xwe ji piştgiriya Dr. Ebdulbasit Seyda biguhere, wê wateyê dide ku wî di çavên xiristiyan, ereb, dirûz û mislmanan de piştvala û lawaz dike, jêder û lêvegerên kurdistanî jê destebirr dikin, eger ku çend partiyên kurdî hêj hisiran bi ser /Hey,et el Tensîq/ de dibarînin, û tevgera kurdî bi giştî ji dîrokeke dirêj ve, li ser rêbaza totalîtarî ya Efleqî perwerde bûye, çanda rexneyê ji binî ve pesende nekiriye, vêca çi gunehê Dr. Ebdulbasit Seyda div ê gengeşeya malwêran û di hevwerbûyî de heye.
    Bi vî awayê jorgotî mala kurdî hîç ne emadeye ku, rola xwe weku egere û jê tête xweztin, di vê şoreşa azadîxwaz û rûmetparêz, banebala û berz de, û di van guherînên hatîde erênî bileyize, nemaze ku hevguhêziya rolan û hevrêziya hemî perlay û hêzan, li gora armancên şoreşa giştî weku Dr. Seyda têgihaye, hevparî hemî pêkhatên Sûriyê bibin, lêmikurhatina nasnmeya destûrî û mafrewaya gelê Kurd li erksezayên netewa serete cîbecî bîne, û di encamê de Kurd bibe pişikdarekî bineretî bo biryara navendî ya siyasî di Sûriya piştî malbata Esed ya faşî de.
    Bê guman amajepêdaneke rast û cîbecîye, nemaze ku pêşewatiya tevgera kurdî çespe dike, ku gelê Kurd li Sûriyê netewa duyemîn, ango neteweke serete di welat de gewde dike, vêca reha bo vê yeka giring û cîgir, eger Encûmena niştemanî ya kurdî hewl bide ku rûyê xwe li ber gelê Sûriyê bi hemerengiya pêkhatên wê ve, ku ji dil bixwaze malbenda xwe ya rûmetdar û xweristiyane di vê şoreşa pîrozde bigire, wî cegerê sawgirtî û dûrterqiyayî ji beybaneyên siyasetê li zeviyên kurdewariyê yên pîtdan vegerîne, ku bixwaze weke Dr. Seyda bersiva rasteqînê di rûyê dostên dilsoz û neyarên xwefiroş de biteqîne…?
    Gereke bizûtî piştgiriyeke bê sînor bide Dr. Seyda, û li ser perensîpên pelgnameya niştemanî bo kêşeya kurdî, bê derengîxistin tevlî Encûmena niştemanî ya Sûriyê bibe, di pey re yekser xwe ji toz û tirabêlka perçebûnê, ji keysebaziya xewnên tembel û tiralan yên kilasîkî daweşîne, ji bêdengiya miriyên goristanê rabe û hawîrdora xwe baştir xûm bike, ji hemî hêlekarên netewî û niştemanî ve gireft û kêşeyên bûnewerî û hemî hûrpîşan bi zimanekî li ser rêbaza yekbûnê biteqilîne.
    Bi lezgînî şandeyeke hemecûre ji nêv xwe û civaka kurdî hilbijêre, li gel destekariya moralî, siyasî, civakî û abûrî, serdanekê li hemî parêzgeh, bajar û gundên ku tevkujî û êrîşên berberî ji gel rêjîma terorîzmê çûne ser wan, yên ku ji hemî hêlekarên jiyanê ve talan û wêran bûne, derbider mişext û sirgûn bûne, li aziyê ji hemî divayên jiyanê bêpar mane, ji Dêra Zorê û Idlibê, Himis û Hemayê, Heleb, Der,a, Laziqiyê û çiyayê kurd, Şam û hawêra wê, gulwazên serkrftinê li ber serê kêla hemê pakrewanên azadiyê deynin, li gel pate û silavên rêzgirtî serê xwe pê re biçimînin, wisa weke hemwelatiyên resen hevparî şînenêgeriya wan bibin, bi rêz u hurmet, bi lavaj û dîlek lêborîneke rêwefermî û birayetî, ji dê, bav, kesukar û xizmên wan bixwazin, hinga bela Erdogan. Beyanûnî û Şiqfê ji xwe re biçînin niskekê.
    Ji navkutka dilê civaka kurdî hawarê radiguhêzim Dr. Ebdulbasit Seyda. Ku haj xwe hebe kevir û kuçên ku çeqel û peyrewên newêrek di te de werdikin, zimandirêjaya ku şêfilbîrên zêdekar li te dikin, guh bi dêre, wan xemsar û serbêş bike, qet li paş nezîvire, lêbelê ziq li pêş binere û li zexeliya quretîfiroşên bedkar daqûl neyê, herweku çiya payebilindî û helmûtiya xwe ji kûraya newalê standiye, wisa jî te mîna hemwelatiyekî niştemanperwer, kêşegir û namedarekî  netewparêz, navendeke ûzer û pêşiwar di Encûmena niştemanî ya Sûriyê de girtiye, her çav û gav li pêş nemaze ku, ezwerî û pêşbîniyên gelê xwe bo mandê dirust, çakbext û erênî ragihandiye. Herwiha  te û hevalên xwe armanca şoreşa giştî bi tûjawiran hingavtiye, vêca ku Encûmena niştemanî ya kurdî li mafrewaya karîzma kesayetiya te nebûye xwedî, xweş bawer be partî û çarçuveyên pêşewatî yên derveyî kongera 26-10- 2011 an, li gel hevrêzên ciwanên Kurd bi giştî, rewşenbîrên serbixwe û bi deh hezaran ji nava dilê civaka kurdî bi hemî texlîtên wê ve, bi te/we re û weke te pêşerojê dirust û delîvedar bo mafê gelê kurd dinirxînin…zorsipas.

Teplice komara Çîk 12 – 6 – 2012
Gorican2@hotmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3071