Di siya dengê te de
Dîrok: ÇáÓÈÊ 30 íæäíæ 2012
Mijar: Nûçe



Mehmûd Badilî

Ev dengê her kîlêk tu dibihîze, û tu pê re dûr dere, li ber te dikeve, li hawîr te digere, bi te ve radipelike, di hundirê te de vedigevize, li ber siya derûna te peyvên te derbarî tiþtan bêjing dike, û gelek pirsên matmayî bi þaxên dara hiþê te ve dadileqîne, tu bi xwe re diaxive, tu bi xwe re bi rê dikeve, tu bi xwe re radiweste, û bi vî dengê ha re diweste, ev deng nifreta hebûna te ye, nifreta qêrîna jiyana te ye derbarî te û kesên din li hawîr te û karûbar û kêþeyên tu bi wan re dide û distîne, erê dengê derûna te ye, raman û kiryarên te ye, helwest û nerînên te ye, evîn û dixsiya te ye, serketin û têkçûnên te ye.


Ev deng dengê te ye, dengê berxwedana te ye, bê guman ne tu bi tenê dengê te heye, hemû xelk dengên wan heye, ji ber vê yekê divê tu têde bigihêje ku ne tu bi tenê li cîhanê heyî, mirovên weke te jî hene, , û her mirovek li vê cîhanê bangek wî heye, weke bangên hundirê te, ku hildibin û dadikevin, carna xemgînin û carna þadwerin, carna bi hêvî ne û carna bê hêvî ne, wisa mirov ligorî bangên hundirê xwe di gelek rewþên jiyanê re derbas dibe.
Ev deng banga hundirê te ye, û ev bang zimanê te ye, zimanê ku di rêya wî re tu hevpeyvîn û gengeþeyê bi xwe re û bi yên li hawîr xwe re li dar dixîne, îca du asteyên danûstandinê li cem te peyda dibin, yek jê hevpeyvîna tu bi xwe re dike û jê re tê gotin zimanê navxweyî. Ya duwem hevpeyvîna bi yên dîtire û jê re tê gotin zimanê derve.
Ligorî xweresteya her zimanekî te kiryarên te bi te re û bi yên li hawîr te re tên sînor kirin, bi vî rengî ji te tê xwestin tu baþ xwe hînî peyvê û hevpeyvînê bike, çiku peyv bandorek wê yî mezin heye, dibe ku peyvek ji hêla te ve dilê kesê li hember te xweþ bike yan wî ji te bitengijîne û dûr bike.
De tu jî bi min re, hinekî li banga hundirê xwe guhdar bike, û bi berpirsyarî li raman û kiryarên xwe venere, dibe ku tu carna di þaþiyê de werbûye, lê þaþî ne têkçûna dawiye, têkçûna dawî ku me re nema karibe ji þaþiyê vegere, ez bawerim her mirovek ger bixwaze karîn li cem heye ku xwe biguhere, û guhertin serkeftin bi xwe ye.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3066