Hin dikin ū hin dixwin
Dīrok: ĒįĆŃČŚĒĮ 13 ķęäķę 2012
Mijar: Nūēe



Diyar Ehmed

Žoreža gelê Sûriyê va wê heyva xwe ya (15) pazdhehan derbas bikê, hê ev žorež ji gurbûn û gerimbûna xwe ne ketiye , tevlî mezinbûn û giraniya qurbaniyan žorež paž ve ne maye, roj bi roj hêztir û xurtir dibe, û bi sedan kesên dîtir ji kerbûn û bêdengiya xwe derdikevin , hižyar dibin û beryara xwe ji nû ve  diyar dikin û tevlî nav rêzên žorežê dibin.
 Di nava van ) 15) pazdeh heyvên borî de, žorež bi xwîn û xwêdana xort û lawên dilgerim , keç û jinên dilnazik, pîr û zarokên bê zar û ziman ma gež, û li ber çemê xwîn û xwêhdana wan ya zelal hêviyên serkeftinê barandin û katedan.


Di nava van heyvên çûyî de, gelek mirovan her tižtên xwe yên buhagiran  gorî žorežê kirin , malbatin ji qurim ve hatin Korkirin ,  ji kav û dan ve hatin rakirin , keda sedê salan û canê žêrîn jî pêre  wenda kirin.
Di dîroka xebata mirovatiyê de wek hatiye naskirin , ku mirovên dilpak û paqij , perîžan û belengaz ,  karker û cotyar, merd û mêr her wextî ewin ardûyê žoržan û žorež li ser milên wan serdiKevin û bi ked û karên wan berdewam jî dimînin .
Belî , gelek zanyar û ronakbîran ev yake dane zanîn û herweha hebestvanê Turkê navdar Nazim Hukmet jî li ser vê yekê  gotiye:  (( eger ez ne žewitim û tu ne žewižtî , ma wê ronahî ji kû derê bê)) .
Lê beramberî vê yakê jî mirovin hene , Keysbaz û berjewendperistin û heyranê canê xwe ne û ji bilî berjewendiyên xwe yên taybet , bi çi zimanî na axivin û di ber çi tižtên dîtir de na lepitin , û îro va žoreža gelê Sûriyê gihaye vê qûnaxê û hê jî ew mirov ne rehetin li ser rewža rijêmê û pir diltengin ku ev rijêm li ber hilwežandinê ye, tenê xem û kula wan parstin û  pêkanîna berjewendiyên  wan yên taybetin, xema wan ne kužtina xortan û wêrankirina malê  xelkê ne, yan jê wendakirina welat û milete . pirs û kêžên milet ji xwe re kirine perde û kevan, û di bin de xwe vedižêrin.
Cudahiya di navbera van mirovan de û wa yên dî de, ewe ku hin mirov hene hêjayî jiyanê ne û mana wan jiyanê xwež û gež dikin û pir hêja ne ku bijîn .û hin mirovên dîtir hene ne hêjayî jiyanê ne, ji ber mana wan jiyanê dilewitînin.
Mixabin , wek hunermenda Sûrî ya žorežvan gotî :  îro ew mirovên hêjayî jiyanê canê xwe yê pak û paqij  di ber jiyaneka xwežtir de dikin gorî û diçin, û canê xwe didin, li pey wan ew mirov wê bijîn ewên tirsonek û ezezîxwaz , yên ne hêjayî  jiyanê.
 lê mirov bi vê yan ne vê, eve rastiya serpêhatiya çîroka jiyana mirovatiyê  û mirov rêyan ji xwe re dihelbijêrê. Û  ji berê ve bav û bapîrên kurdan di zargotina xwe ya žêrîn de gotîne : (( Hin dikin û hin dî dixwin )).






Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3047