DU HELBESTÊN EVÎNÎ
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 01 íæäíæ 2012
Mijar: Nûçe





Di vê dema ku rewþa welat gelekî xerab diçe û dem ji mere nîne ku em karibin bîna sira bayekî evînî bîn bikin?!. Ez van herdû helbestan weke bêhnvedana þoreþvanekî ji were pêþkêþ dikim?!.
Lewend Dalînî

1.  Mêkewa Min

Çi cara ku
Çavên dîlberê diketin,
Ber nîþana Tifinga
Min !
Dilê Min
Kor dibû!!!!!????


Û çi cara dilê dîlberê
Di kete ber qefta
Rima min!
Rim
Kuh dibû!!??

Çi cara
Mêkewa dilê yarê
Di ser davên min re
Dibûrî!
Kewê Minî ribat,
Lal dibû!!??

Û çi cara refê,
kevokên wê
Di peravên min re
Difirîn !
Nêçîrvan
Di xew de dima !!???

Çi cara memikên yarê
Di kefa mista min de,
Diketin lûs!
Jiyan ji þîr vedibû!?

Pêpelûkên sawîrê wê,
Çi cara di qûnaxên
Bêdengiya
Dilê min re dibûrîn!
Saz kok dibû!
Kok þîn dibû!!??

Û çi cara,
Bayê bêhna
Dêmên dîlberê
Di hingivî
Canê Min
Tayên Minî hiþk
Kat didan !?

Lê dema meya herdû lêvên wê
Mênakê min;
Serxweþ dikir????
Ramûsan bi min þêrîn dibûn;
Û di Laleþ û tekîyên
Zeradeþtîyan
De
Em herdû
Hembêzdibûn!!!!????


2. Dilê rêwingî negihiþte lêvên te?

Dilê min di rêwingî ya xwe de,
Ji rêwingiya çemekî,
Dûrtir çûbû?
Ji beza Xezaleke zozana,
Xurtir çûbû?
Ji kûrbûna bîreke neftê,
Zêdetir çûbû?
Ji rêstina Sîmrekî li asîmanê hefta,
Ferehtir bûbû?
Lê;
Nîkarî bû bighêje,
Sînorê;
Dilê te,
Û
Ramûsanekê,
Ji lêvên te!?.

Þam, Adara 2012 an








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3030