Derewçîn
Dîrok: ÇáÃËäíä 28 ãÇíæ 2012
Mijar: Nûçe



Yasîn Hisên
Amûdê

Wekî her kesekî ji welatekî ku wêran dibe, her roj ez jî li ber televizyona û serxwar li ser kompyotera xwe dixwazim kêlîk bi kêlîk binasim çi li welêt dibe. Gelo wê kengî bidawî bibe?
Duh, dîsa programa min î rojane destpê kir. Vê carê keça min ya temen çar salî di himbêza min de bû, ew wê jî çavên xweyî hûrik mîna min ziq xistibûn kompyûter de.
Mixabin, yekemîn dîmen, dîmenê zarokên Hole bû, termê wan rêzkirî, xwîn bi ser sere wan de rijyayî, mejiyê wan derketî, dewsa kêrê hovan li ser bedena wan.


Wekî her car, keça min dest bi pirsên xwe kir:
- Bavo, ev çi bi vê keçikê hatiye?

Carcaran min derew lê dikir û min digot: Keçka min ava ba`cana bi ser de rijyaye. Lê vê carê zimanê min negerya ez vê bersivê jî bidim, hema zû zû min kompyûtera xwe vemirand û min ew bê bersiv di cih de hiþt.

Ez bawer im ku em hemû di vê rewþê de derbas dibin û her yek ji me divê derewekê bike, anku bi ser derewê ku em li zarokên xwe dikin, em derewa li xwe jî dikin.
Hunermend, sitranekê li ser kuþtinê diafirîne. Peykersaz, peykerekî ji kuþtiyan re çê dike. Nivîskar, divê li ser rewþa kuþtinê binivîsîne. Helbestvan, divê helbestên xwe li gorî kuþtaran biafirîne. Siyasetmedar, divê daxuyaniyan li ser kuþtinê bidin.

Weha, em di nava kuþtinê de dijîn. Em hemû rengên wê dibînin, ji teqînan, ji serjêkirinê, ji destbirrînê, ji zimanjêkirinê, ji çavderxistinê, ji tiþtin din ku ne ziman û ne pênûs nikarin wesfa wan bidin.
Gelo divê mirov berî mirinê di kuþtinê re derbas bibe heta ku bighêje pileya rehma mirinê? Gelo kesî ji me hesabê vê rewþê kiribû? Yan jî divê rojane em çiqas derew li zarokên xwe bikin? Ma wê ev derewên me, wê me ji pêþerojê xelas bikin?

Kuþtin bisekinînin ji bona em hemû nebin derewçîn…! Da wekî min em zarokên xwe ji ava ba`cana jî netirsînin…!








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3025