Pêwîstiya Hevkariyê
Dîrok: ÇáÃÍÏ 27 ãÇíæ 2012
Mijar: Nûçe



Salar Elo

Qonaxa ku nuha em têde dijîn qonaxek pir giringe bo avakirina kesayetiya mirovê kurd yê paþerojê , û yek ji alavên serekî di avakirina kesayetiya kurdî de di vê qonaxê de ewe damezirandina sazî û yekîtî û sendîkên nemazebûyî ji nifþên civakê re yên cuda, ji ber ku rêcîma ba`as ev sazî û yekîtî û sendîke li ser gelê kurd qedexe kiribûn , wisa di projeyê damezirandina çi saziyê de divê kes neyê piþtguhkirin da ku proje wataya xweyî durist bistîne wek sazî , komîtên saziyê divê bi þêweyekî dîmoqrasî bên hilbijartin da ku bikaranîna þêweyê dîmoqrasî bibe bingehek di mejiyê mirovê kurd de yê paþerojê ,


lê damezirandina saziyekê di rewþên îro de bi pêwîstî hevkariyê ye , bi pêwîstî xebatek hevbeþe û hevdûgirtîye , divê ku em karibin nerînên hev bipijirînin , cudabûna rayan nabe berpêk li pêþiya damezirandina saziyekê , lêbelê cudabûna rayan projeya damezirandina evê saziyê dewlemendtir dikin eger em karibin navkokiyên xwe yên kesayetî li derve bihêlin û eger em karibin biryarên xwe bi þêweyekî dîmoqrasî di civînek giþtî berfireh de bistînin bêyî piþtguhkirina tu kesê ku ji mafê wane endametiya vê saziyê bigirin , li ser bingehên saziyan yên ku li seranserî dewletên cîhanê diyarin , di vî aliyî de giringe ji mere ku em vegerin kardîtinên dewletên pêþketî di warê saziyan de û em sûdê jê bigrin bi mebesta ku em li ser temezê kurdî pêkbînin digel biçavstandina taybetmendiya civaka kurdî , wek nimûne projeya damezirandina yekîtiya nivîserên kurd ya ku danûstandinek mezin û berfireh li ser çêbû lê mixabin tu encam neda , lêbelê navkokî di navbera hin nivîseran de pirtirbûn , birastî nivîserê kurd weku rewþenbîrekî di civakê de rolek giring di vê qonaxê de jê tê xwestin û pêve tê girêdan , parastina yekîtiya gelê kurd ew erkê pêþîye yê jê tê xwestin , digel beþdarbûna wî di çêkirina biryara netewî ya kurdî ya ku paþeroja gelê kurd li rojavayê kurdistanê li ser radiweste , ev erkên giring ku ji nivîseran tên xwestin di vê demê de , divê ku nivîser navkokiyên nav xwe derbaskin û li paþ xwe bihêlin , û kongirekî giþtî girêdin da ku yekîtiya xwe damezirînin , û biryarên xwe bi þêweyekî dîmoqrasî þaristanî bistînin , û wek min di pêþiya vê gotarê de anî ziman ku cudabûna rayan nabe pirsgirêk lê dibe alavê dewlemendkirinê digel ku yasayên yekîtiyê bi dengdanê bê nivîsandin , birastî karekî wisa mezin di rengê saziyan de wek yekîtiya nivîserên kurd bi pêwîstî hevkariyê ye ji hemû nivîserên kurd (yên bi zimanê kurdî dinivîsin û yên bi zimanê erebî) yên ku xwe berpirs dibînin di ber kêþeya gelê kurd de li rojavayê kurdistanê .







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3024