Rexne ( peyv û têgeh) Rexneyek biçûk li nivîskar Heyder Omer
Dîrok: ÇáÃÍÏ 21 íäÇíÑ 2007
Mijar: gotar


Jan Dost

Di malpera Tîrêj de nivîseke bi sernavê (Hunera helbestê) ya nivîskar  Heyder Omer berî demekê hate weşandin. Min jî ew bi baleke fireh û mejîyekî vekirî xwend  û dît  ku berê nivîskar li mijareke gelekî girîng e di wêje û çanda kurdî ya hemdem de. Nivîskar  gava ku behsa  lawazîya rexneyê weke têgeheke ku nivîskar dibêje( stuyê wê di guftugoyan de tê badan) rê li ber  mejî vedike   ku  ew ji hêla me hemûyan de were xebitandin.

Ez  di vir de bi her deh tilîyan  mor dikim û dengê xwe tev li dengê nivîskarê me yê rêzdar Omer dikim  û dibêjim ku ne tenê me rexne nas nekiriye, lê  rexne bi xwe jî  hîn nehatiye serdana mejiyê kurdan û civaka kurdan  û cihekî wê yê  taybet li ba me nîne.
Tiştê ku bêtir bala min kişand ew bû  şirovekirina  birêz Omer ji peyva rexneyê re. Wî xwestiye  bi çi awayî be  wê peyvê vegerîne têgeheke ku têkilîya wê bi pere û pûl û nirx û qîmetê re hebe.  Ev yek  di lêkolînan de  tiştekî neserkeftîye  û encamin çewt bi xwe re tîne holê, ango  di serê lêkolînerekî  de armancek heye, ew  biryar dide di rêya lêkolînekê re xwe bigihîne  wê armanca xwe. Yanî bi gotineke din  ne lêkolîn wî digihîne encamê, lê encama  hazirkirî  dihêle ew lêkolîna xwe bike. Lêkolîn diber encama biryareke hazirkirî di mejîyê lêkolîner de.
Di vê mînaka me de nivîskarê me  birêz Omer  xwestiye bi çi awayî be bide xuyakirin ku wateya  peyva rexne  di kurdî de  eynî  wateya peyva rexne( el Neqd النقد ) ya erebî ye.
Nivîskar dibêje:   Lê mebest û wateya peyva rexne, bi wateya ku ew li ba hemî miletan tê xebitandin, ji wateya peyva criticism( kirîtîsîzm ), a zimanên ewrupî, ku ji lêkera krinein ( kirîneyn ) a Girîkan hatiye wergirtin. (Wek nimûne, bi zimanê îngilîzî (critic – kirîkîk), bi yê elmanî (kritik), bi yê firansizî (critique - kirîtîk) û  bi yê rûsî ( krîtîka ).  Ev lêker di bingeha xwe de wateya biryar ( hukum ) an jî pûnijî dide, pêre jî, gava di meydana wêje de tê xebitandin, dikare bihayê (nerx) berhemeke wêjeyî diyar bike.  Rexnevanên Eُreban, li gor wateya lêkera Girîkan, peyva Enneqd ( El-neqd ) bi kar tînin. Ev peyva eُrebî, di zimanê wan de, wek ku di zimanê me de jî, wateya dirav ( pere ) dide. Lê çima rexnevanên eُreb wê bi wateya lêkera Girîkan dixebitînin?.  
Ez bi xwe nizanim bê çawa  nivîskar hema zû bi zû xwe gihande vê encamê û biryara xwe da,   ku ev peyv di zimanê wan( Ereban) de, weke ku di zimanê me de jî, wateya dirav(pere) dide.??!
Bi rastî  nivîskar  hîç li vir serê xwe naêşîne  û ji me re nabêje  ka  çawa û çima  rexne  wateya pere û dirav dide.  Di kîjan ferhengên kurdî de  ev yek  dîtiye  û çima wan beyan nake.  Bi kêmanî  eger nivîskarek  çêrî têgehên peyvekê  di zimanekî de dibe, xwe diahvêje( bextê) ferhengan  û  ji wir  lêkolîna xwe dest pê dike.  Lê nivîskarê me  behsa tu ferhengan nekiriye lê bi vî awayî  nerîna xwe  ya ne di cih de şirove dike:
Dêmek gava em peyva rexne di meydana wêje de, bi wateya lêkera Girîkan, dixebitînin,hîngê mebesta me biryardan e, nerxandin e.Vê lomê em weha diçin, ku peyva kurdî ( nerx )an jî ( nirx ) dê di vê pergalê de ji peyva ( rexn ) rastir be, çimkê, ji hêlekê de, wek diyar e, peyva (nerx ) dikare wateya lêkera Girîkan û ya peyva zimanên ewrupî ( criticism ) di xwe de bicivîne, û ji hêla din de, peyva ( rexn ) a kurdî, eger (e) bi paş wê nekeve, bilêvkirina her du tîpên (x, n) li pey hevdu gelekî giran dibe, û eger tîpa (n) bête avêtin, (rex) dimîne, û  wateya ( kêlek – kenar ) dide, pêre jî ji wateya lêkera Girîkan ve bi dûr dikeve.Bi baweriya me, tîpên evê peyvê bi pêş û paş hevdu ketine, pê re jî nerx bûye rexn.
Ev şiroveyeke  pir seyr û bêmentiqe ji hêla nivîskarê me yê rêzdar de, ku wî xwe bi xwe kiriye  jêdera  vê  şiroveyê, ango bê belge û bingeheke zanistî nerx( ku rastîya wê Nirx e) diguherîne  Rexn( ku tu peyvên wisa  nînin di kurdî de, lê Rexne heye) . guhertina tîpan bi xwe di kurdî de heye  lê ew  bi sîstem e ne ku  hema çawa be  tîp têne guherandin. Weke mînak  hin  tîpa  L bi R  re werdigerînin û li dewsa wergerandin dibêjin welgerandin. Û hin jî tîpa M bi Z re diguherin û li şûna nizim dibêjin nimiz. Û weha bi hin tîpên din re jî. Lê di mînaka nivîskarê me yê rêzdar de ne tenê tîp hatine guherandin, lê gotin tev hev  li gora xwesteka wî  serobinî bûye. De ka em binêrin çi bi serê peyva Nirx  hatiye  heta  ku bûye Rexne.
Tîpa N  ji serê peyvê çûye  dawîyê. Tîpa  I bûye E û di cihê xwe de maye. R weke tîpa sêyem hatiye û bûye tîpa yekem û serkêşîya  peyvê dike. X ku tîpa çarem û dawî bû  hatiye bûye ya sêyem.   Li dawî jî  tîpeke E  zêde bûye.  Îcar  kanî  çawa û kengî  ev yek  qewimîye!! Ne di ferhenag de  tiştekî wisa behs dibe  ne jî di nîvîsên kevin de  û ne jî  ev guhertina sosret xwe disipêre  tu bingehî.
Di erebî bi xwe de koka gotina el Neqd  ne pereye, lê jihevderxistina  pak û pîs e  di her tiştî de, pişt re  bûye jihevderxistina  pereyên qelp û yên sax û rast,  û dawî nav li pereyan bi xwe kirine  Elneqd. Û ji wir  têgeha gotina Elneqd fireh bûye û  wateyên xwe yên ku em  niha dizanin peyda kirine.
Malikeke erebî heye dibêje:
الموت نقاد على كفه        جواهر يختار منها الجياد
Ango mirin Neqqadeke( kesê ku tiştên pak û pîs ji hev cuda dike) di kefa destê wî de gewher hene, ew jî  yên giranbuha hildibijêre!!  Her weha  ji wateyên gotina Elneqd  ya erebî, eybdîtin û kêmanîdîtina li tiştekî yan kesekî ye.
Îcar ku em vegerin ferhengên kurdî yên ku birêz Omer  di xwe re nedîtibû li wan vegere yan ew peyda nekiribûn em rastî çi tên!!  Di serî de emê li ferhenga  Elhediyye elhemîdiyye vegerin û li peyva Rexne  binêrin. Di rûpela 93 an de stûna çepê de peyva Rexne bi wateya  sistbûn û jiberhevçûn tê, danerê ferhengê weha dibêje:
رخنه: الرخاوة و التخلل
 Ango: Rexne  sistî û jiberhevçûn e. di gel ku daner nabêje me ka  sistîya çi û jiberhevçûna çi  lê  em tê digihin ku ew çê li pere û nirx nake!!
Di ferhenga  Henbane borînê ya  rehmetîyê Hejarê Mukriyanî de jî  ev wateyên peyva Rexne ne: tanedan û lomekirin. Eyb û kêmanîdîtina li tiştekî(an kesekî). Sistî. Qelş û derz.
Tiştê balkêş ewe ku di ferhengên zimanê farisî de jî wateya Rexne nêzîka wateya rexne ya di kurdî de ye. Di ferhenaga ( المعجم الذهبي) ya Dr. Mihemmed eltûncî wateyên Rexne evin: qelş û derza di dîwarekî yan sûrekî de. Qulik. Jiberhevçûna erdê. Eyb û kêmanî.
Ji van zanyarîyên borî em tê digihin ku têgeha Rexne di herdu ziamnên Hindoîranî de (Kurdî û Farisî) yeke  û  di serî de kêmanîdîtin e. îcar dema em rexneyê li deqekê yan kesekî dikin, em kêmanî  û qusûrên wî kesî/wê deqê didin berçavan  û tucarî nayê wateya  ku em  wî kesî/ wê deqê dinirxînin û buhayê wê dibêjin.  Ez dibînim ku civaka me  ji rexneyê hez nake  û napejirîne ji ber ku têgeha  vê peyvê têgeheke neyênî ye. Loma jî ez weke pêşniyar dibêjim ku divê em yan fêmkirina xwe ji vê peyvê re biguherin yan jî em wê peyvê bi xwe nema bikar bînin û li şûna wê  peyveke din bibînin. Peyva ku ez wê bêtir seza û minasibê têgeha  (Kiritik) dibînim  peyva Hêjandin yan Hêjan e, ew jî peyveke  kurdî ya resen e  û di  ferhenga Elhediyye el hemîdiyye de  wateya wê ev e: naskirina buha û hêjabûna tiştekî ye, mirov dikare bibêje: filankes  berhema min dihêje, ango dinirxîne û  giranîya wê  dide xuyakirin.
Ev nivîsa min jî  li gora daxwaza nivîskarê rêzdar Heyder Omer hatiye, çiko wî di nivîsa xwe de gotiye: Lê tevî vê baweriya me, em dê di vê xebata xwe de peyva ( rexn ) bi kar bînin, û vê boçûna xwe ya jorîn ji danustandin û gengeşeyên wêjeyî re bihêlin.û bidine pêş zimanzanên me, da her du peyvan vekolin, belkî karibin vêkra bigihînin boçûneke yekta.
Hêvîya min ew e ku sînga  nivîskar ji van têbînîyên min re fireh û vekirî be û wan mîna   nêzîkbûneke birayane û dostanîye bihejmêre







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=300