Martînê Bextewer… Romana nû ya Jan Dost derket
Dîrok: ÇáÃËäíä 14 ãÇíæ 2012
Mijar: Nûçe



  Avesta, piþtî “Mijabad”, “3 Gav û 3darek” û “Mîrname” vêga jî romana nû ya Jan Dost pêþkêþ dike: Martînê Bextewer. Berhemên giþtî yên edebî yên Jan Dost tev de ji nû ve tên çapkirin. Piþtî çapa nû ya “Mîrname”yê 6 kitêb ê di qotiyekê de bên komkirin û bi bihayekî ji yên li ser kitêbê kêmtir bikeve bazarê. Kitêbên di setê de cî digrin, ji xeynî romana nû, tev de çapên nû ne, bi giþtî jî çapên duyemîn in. Ev serkeftina edebiyat û zimanê kurdî ye, edebiyata kurdî bi firê dikeve. Di vir de rola sereke ya xwendevanê kurdî ye. Qevdek gul ji bo herkesê ku mil dide vê xebatê…


Martînê Bextewer…

Pirsa qedîm a dîrokî ye; mirov bi pey sirrên jiyanê dikeve, li jiyaneke bextewer digere...
Ji ber ku “...devera ku mirin lê hebe, bextewerî xwe dide paþ.”
Martîn, bi vê armancê berê xwe dide Þerqê. “Þerqa rûhaniyetê. Þerqa ronahiyê. Þerqa roj û xweþiyê. Þerqa tesewwufê. Li vir çi heye Martîn? Nakokiyên dêran û keþeyan? Bi sedan mîrniþîniyên ku êdî ji qijnikan xerabtir xwîna xelkê dimijin û di pehnavan de rebenan kom dikin û bi þûran hev qir dikin? Welatê dînan e ev welat. Çi li vir heye?”
Martînê Bextewer, ku navê xwe daye vê kitêbê, ji Almanya radibê, li ser þopa vê pirsê ber bi welatên Rojhilat, welatên ku roj lê hiltê dikeve rê. Ji ber ku heta dilê wî nebê warê hikmeteke mezin ruhê wî xilas nabe. Ew dixwaze bigihîje kitêba “El Ifade fî Iksîr el Se‘ade.”
Û li welatên Rojhilat, di bin ronahiya rojê de rastî heqîqetên jiyanê tê ku ew û rastiyên kitêban li hev nakin.
Dawî dema ji wê “komedya mirovahiyê” a ku li xaneke Bazîdê tê temsîlkirin bi zehmetî xilas dibe, rastî Dawudê Yezdanyarê Mamzêdî tê; “þîret”ên ku Mamzêdî dide Martîn wê hemû zanîn û tecrubeyên wî berovajî bike.
“Martînê Bextewer”, sînorên romana kurdî fireh dike...

Martînê Bextewer
Jan Dost
ISBN: 978-605-5279-10-3
13x19.5, 264 rûpel, 17 TL
www.avestakitap.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2996