Xwendineke Rexneyî Li Ser Pirtûka (Rêzimanê Kurdî) Ya Mamoste Mele Ehmedê Palo (1-3)
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 08 ãÇíæ 2012
Mijar: Nûçe



  Qadir Egîd      


Dema ku xebateke nû di warê wêjeya kurdî de dibe, merov bendewarê bidestxistina wê xebatê dimîne, çi roman, çîrok, helbest an rêziman be jî. Çimkî mirovê  kurd ji her mafî bêpar e.
ji van mafên ku bidestxistina wan van rojan – hindekî – hêsan bûye mafê wêjeyî û rewşenbîrî ye, lewre gelek xwendevan – û ez yek ji wan – di destpêka vekirina malperên kurdî de wekî mirovekî tî be, berî her tiştî çavên me li wêneyê pirtûkeke nû digere, û bêvîn tiliyên me(Mouse)Mişk çeng dikin wî wêneyî û ditikînin, bi yek firê wê peyalê bi ser dilê xwe dadikin ta tîna xwe bişkînin, bi yek xwendinê bê ku em serê xwe rakin di nav rêzên wê gotarê de avjeniyê dikin ta em noq dibin…!


Wê demê dilê xwendevan hênik dibe, û dest bi pêwendiyan dike ta vê pirtûkê peyda dike.  Hinek ji wan pirtûkan carekê û didwan û sisiyan jî têne xwendin û merov jê têr nabe, belê mîna pirtûkeke pîroz jî riwê pirtûkxaneya xwe pê dixemilînin.

Berî demekê pirtûkek nû li pirtûkxaneya kurdî a belngaz bi navê ( Rêzimanê kurdî ) zêde bû. Li gor rûpela yekemîn:
Pirtûk: Rêzimanê Kurdî.
Nivîser : Mele Ehmedê Palo.
Wergerandina ji tîpên erebî: Kasî.
Lêveger: Ebdisselam Darî.
Qap: Kamîran Gedo. Sal: 2011. Çap: Yekem e.
Berî du salan destnivîsa vê pirtûkê -  ku wê demê li dezgeha Sema li ber çapê bû -  di riya dostekî re dizane ez guhdarê zimanê kurdî me gihişt destê min. Pir kêfa min hat û zû  bi zû min dest bi xwendina wê kir, lê ji rûpela yekemîn, ji pêşgotinê de ez matmayî mam, û her min rûpelek bidawî dikir  ez bêhêvî dimam, ez di xwendevanê kurdî û ziyana ku ji vê pirtûkê bibîne diramyam, û min xwe rû bi rû li himberî pêdiviyek mirovahî, netewî, û rewşenbîrî dît; divê ev çap bi vî rengî neçe serî…!
Min têkiliyên xwe bi her kesê ku di vê mijarê de xwedî biryar e kir, nerîna xwe ji wan  re da xuyakirin,  kêmasiyên pirtûkê eşkere kir, hêvî ji wan kir  ku alîkar bin, bihna xwe hindekî fireh bikin, pirtûk bi salan bê çap maye, bila bi mehan jî bimîne. Lê mixabin tu kesî li min guhdarî nekir.
Pirseke  tenê ez li ber radiwestim û çiqas di serê xwe de dibim û tînim tu bersivê jê re nabînim: Çi mebesta kesên ku bi vî karî rabûn; ev çapkirina bi lez û bê lêveger..?
Ger mebest û armanca wan navê helbestvanê mezin Ehmedê Palo hildin, mamoste berê di wêjeya kurdî de bejnek dirêj û cîgirtî ye. Ger mebesta wan berjewendiyên kesayetî bin, wêjeya kurdî ne cihê van berjewendiyên erzan e.
Yên bi vî karî rabûn – bera bizanibin – mamoste Palo careke din kuştin,  û ji helbestvanî  û kesyetiya wî kêm kirin. Derba xencerê ji dawî de di pişta xwendevanên kurd de çikand, rêzimanê kurdî kuştin û veneşartin.   

Name Ji Navûnîşanê, Pirtûk Ji Bergê…!
Lê niha, û piştî pirtûk bi dest me ket, sed mixabin ku tu tişt tê de nehatiye guhertin, bi heman şêweya qels , bi hemû şaşî û kêmasiyên xwe yên rêziman û rênivîsê hatiye çapkirin.
Tiştê bêtir  bala min kişand ew e: Di vê buhara gelan de ku mirov dikare bi bilindtirîn deng bang bike  û bibêje: ez Kurd im, Tev wilo jî, tev ku tîrêjên roka azadiyê daye her derê jî, lê nav û emzeya tu weşanxaneyan li ser vê pirtûkê tune ye. Gello çima…?
Ger merov bixwaze rexneya vî karî bike û ji bergê destpê bike ; û em  gotina navûnîşana( Rêzimanê kurdî ) ji ser wêneyê bergê hilînin, em ê bikevin wê guman û baweriyê ku  ev pirtûk roman an çîrokek e naveroka wê li ser evîneke têkçûyî  ye. Yan jî bîranînên siyasetmedarekî canbêzar e ku temenê xwe tev de di zindanên dijmin, di bin zilm û zorê de buhurandiye, yan serpêhatiyeke bi serê malbatekê de hatiye û bingeha wê li ser kul û êşan ava bûye, xala sereke di jiyana lehengên wê de sirgûn û koçberî ye. Tu girêdan di navbera naverok û bergê de tune ye, lê belê bi giştî berevajî hev in. Ma çi girêdan di navbare rêziman û dareke bê pel, şaxine tazî, babîsok û bahoz, û xaniyekî axî de heye…?
Nivîsa navûnîşana pirtûkê bi xwe kêm hatiye: (Rêzmanê kurdî) ango tîpa (i) di navbera tîpên (Z,M) de kêm hatiye.
Dibe ku kirasê ziman di hemû beşên wêje û rewşenbîriyê de, çi roman, çîrok, helbest,yan gotar be jî, fireh be yan teng be, bilî beşê rêziman, divê li gor laşê wî be. Kinbûn, dirêjbûn, tengbûn û firehbûn ziyanê digihîne laş mijarê, bejna zirav qelew û kirêt diyar dike, armanca naverokê qop û pûç dike, dikuje.
Ya girîngtir ew e ku nivîser diyar nekiriye ev rêziman ji bo kîjan zaravayî ye, gello ê Kurmancî, Soranî, yan Zazakî ye. Li gor xwendina pirtûkê xuyaye ku mebesta wî zaravayê Kurmancî ye, lê di gelek ciyan de nimûneyê xwe li gor zaravê Soranî û Zazakî biakr tîne, wek nimûne:
Di Rûpela 23an de:
E : Ji bo nîşana pîşka nihok di zarê soranî de tê.) - (
Di rûpela 40î de:
- ş: Edatê jêdere di zarê Zazakî de: Kirdiş, kirin- xwendiş, xwendin.))
(- ş : Edate ji bo navê jêderî di zarê Sorî de: numayiş.)
Di rûpela 44an de:
(- Ma: Bi daxwaza me di zarê Zazî de.)
Kurtjiyana nivîser ya li ser berga dawî nediyar e bê bi kîjan pênûsê emze bûye, Mamoste Kasî, Ebduselam Darî, yan nivîser bi xwe jî. Ji aliyekî dî ve cudayî û ciwaziya di navbera heman peyvan de berbiçav e. Mînak:
(Di sala 1920 li kurdistana bakur, li gundê Sîra Çorê yê dikve derdorî bajarê Palo yê ku nêzî çiyayê Spî di keve, Seydayê Palohatiye jiyanê. Navê wî Mele Ehmede Kurê Mihemmedê Mistefaye Diya wî Elîfê ye.)
Di hevokên jorîn de, Peyva (dikeve) du caran bikar hatiye, û navbera ya pêşî û ya dawî rêzek ango şeş -heft peyv  tune ne, tev wilo jî bi du cureyên şaş (dikve, di keve) bikar hatiye, her du jî ne dirust in. Bilî  wilo divabû her sê nav (Ehmede, Mistefaye, Elîfê ye) bi heman şêweyî bikar bihatina, lêkerê bûnê (e, ye) ji nav cuda bikar bihatina,û her du peyvên (Kurê, Diya) bi tîpên mezin destpê nekin, paşkîta (an) li dû hejmara salê bihata:
[Di sala 1920an de, li kurdistana bakur, li gundê Sîra Çorê yê dikeve derdorî bajarê Palo yê ku nêzî çiyayê Spî dikeve, Seydayê Palo hatiye jiyanê. Navê wî Mele Ehmed e, kurê Mihemmedê Mistefa ye diya wî Elîfê ye].
Nivîser  kurtejiyanê berdewam dike:
(Bavê wî beşdarî cenga cîhanê ya yekem bû bû, û yek ji têkoşerê  şoreşa Şêx Seîdê Pîran bû, û di şoreşêde Şehîd bû di sala 1925 de).
Hevokên jorîn di bin siya hevnegirtiyê de rêz bûne, çi di navan, lêkeran, û hejmaran de jî.
Ger em - wek nimûneyeke cuda - (Dara Çianrê ) bi wateya شجرة الدلـّب) ( bikar bînin tekez wê (Cenga Cîhanê) jî bi wateya (حرب العالم) be, û ne wek mebesta ku nivîser  xwestiye bikar bîne; ango (الحرب العالميّة) Û ev yek jî ne di cihê xwe de ye.
Ya rastîn:
[Bavê wî beşdarî Cenga Cîhanî Ya Yekemîn bûbû, û yek ji têkoşerê  şoreşa Şêx Seîdê Pîran bû, û di şoreşê de şehîd bûbû di sala 1925an de]
Di hevoka kurdî de, her dem lêker di dawiyê de bikar tê, lewre ev hevoka dawî guherînek sivik jê re divê ta ku bibe:
[û di şoreşê de, di sala 1925an de, şehîd bûbû ].
Tev ku ev kîte li ser kurtejiyana Palo ye, û tev de kêmî   bîst rêzan e, çiqas merov kûr dixebite kêmasiyên rêziman û rênivîsê pirtir dibin, dem winda dibe, pêjna xalebendeyan nayê:
Z ( Seydayê Palo di navbera salên 1925[an] – 1930[î]   
de bi belengazî û perîşanî dijî di pêre [pê re] û di nîvê sala 1936 [an de] berê xwe di de [dide]  gundê Xizan[Xezna #] , li nêzîkî bajarê Qamişlo û li wê cîwar bû [dibe], mebesta wî ji vê yekê ew bû ku bibe xwendekar û xwe hînî xwendina Qurana pîroz kir [bike] û ji destpêka pêvajoya xwe ya zanistî [de] bi sincên çak perwerde bû û li Xizan [Xezna] xwendina xwe ya olî tewa kir, û bû Mamuste [mamoste] li nig Mala [mala]  Şêx, û her wiha [herwiha]  Seyda guhdaneke mezin bi zimanan kir û bi vî awayî ket rêza zimanzana [zimanzanan] de. ji [Ji] ber ku bi zimanê kurdî, Erebî, Tirkî, [û] Farisî jî dizanî [dizanîbû], lê di zimanê kurdî de bû Şehsiwarê zimên dema ku hemû zaravên zimanê kurdî xwendin û naskrin [nas kirin])
Eger merov bala xwe bide vê têksta biçûk, diyar dibe ku bikaranîna zêde ji tîpa gihanekê (û) re sistbûnek daye hevokan, ji ber deh caran bikar hatiye, vê yekê jî ev nivîs sist kiriye.
Balkêştir hevok li ser rûpela berga dawî ev e:
(Di dawiya jiyanê xwede çend salan bi êşeke pir dijwar ket û di roja 29 Gulana 1991 de çû dilovaniya xudê.)
Li gor em dizanin, her merovek xwedî jiyaneke, lê diyar e ku mamoste Palo – li gor gotina nivîser – bêtirî jiyanekê jiyaye, ji ber ku (jiyan ) di pirjimarê de bikar aniye….!!
[Di dawiya jiyana xwe de çend salan bi êşeke pir dijwar ket, û di roja 29ê Gulana 1991ê de çû ber dilovaniya Xwe]

Diyarî, gotina wergêr, û pêşgotin:
- Diyarî  
(Min xwest vê pirtûkê derxim bin ronahiyê, da giyanê bavê min " Mele Ehmed ê Palo " di gor a xwe de vehese,
Weha jî diyarî giyanê diya xwe " hevaljîna wî" ku gelekî di jiyan a xwe de, pê re westiya.)
Rêzan Palo
*    *    *
Ev kurtediyariya ha, ku ji sê-çar hevokan bikar hatiye, ji şaşiyan nehatiye parastin û hev negirtiye, lêbelê lêkerin jî jê hatine xistin:
[Min xwest vê pirtûkê derxim bin ronahiyê, da[ta ] giyanê bavê min " Mele Ehmed ê[Ehmedê ] Palo " di gor a[gora ] xwe de vehese,
Weha jî diyarî giyanê diya xwe " hevaljîna wî"  ku gelekî di jiyan a[jiyana] xwe de, pê re westiya[westiyaye ]]
Lêkerê diyarî lêkerekî têper e, û bê bikaranîna paşkîta (dikim)  kêm dimîne û tu wateyê nade, ger merov bala xwe bide hevoka dawî:
(Weha jî diyarî giyanê diya xwe ….ku pê re westiya.)
Diyar e ku wate bidawî nebûye, û paşkîta (dikim) dixwaze:
[Weha jî diyarî giyanê diya xwe ….ku pê re westiyaye dikim].

- Gotina wergêr
Li gor di wêjeya kurdî û ya cîhanî de jî tê nasîn ku gotina (werger), wateya guhertina çîrok, helbest, roman, yan gotûbêjekê ji zimanê bingehîn ta zimanekî dî ye. Dema pirtûkek bi zimanê kurdî lê bi tîpin erebî hatibe nivîs, ev pirtûk di bingeha xwe de pirtûkeke kurdî dimîne, û ne gerekî wergerê ye. Tenê gerekî guhertina di navbera tîpên erebî û kurdî de ye, û ev yek jî nabe werger, lêbelê dibe veguhestina tîpan ango li gor bi erebî tê gotin (TEBDÎL).
Eger em tîpên pirtûkekê ku bi zimanê erebî hatibe nivîsandin buguherin zimanê kurdî, û vê pirtûkê bixe dest mirovekî kurd ku erebî nexwendibe, tekez wê ev mirov vê pirtûkê bixwîne, lê gello wê tiştekî jê fam bike?
Ez bawer im wateya yek gotinê jî fam nake, ji ber pirtûk bi vî şêweyî nehat wergerandin, tenê tîp hatin guhertin.
Herwiha ev pirtûka di dest me de jî, bi zimanê kurdî hatibû nivîsandin û bi zimanê kurdî ma.
Di demên berê de, dema ku du malbatan keçên xwe bê next didan hev, ango ser bi ser, ji vê yekê re dihate gotin veguhestin yan berdêlî, û gotina berdêlî jî bi xwe ji ya erebî (Tebdîl) hatiye. Û ev  nimûne ji bo tekezkirina nerîna min e.                                                                       
Lewre ez dibêjim divabû Mamoste Kasî di cihê gotina wergêr de veguhêser bikar banya.
Li gor (gotina wergêr) pirsyarê vê kedê yê yekemîn mamoste Ebdulselamê Darî ye:
( Di vê pirojeyê de Memoste: Ebdulselamê Darî lê vegeryaneke pişt rast lê kir û şaşî û kêmasiyê ku bi min re di çaxê wergerandinê de, û şaşiyên ku bi mele Palo re derbasbûne rast kirin û durist kirin … ev jî karekî pur giranbuhaye… birastî karekî zehmet tir ji hemû karan ewe, ji ber yê ku pê radibe tê xwiyakirin mina berpirsyarekî diber giyanê pirojeyêde, lewra ez wî dibînim hevparê xwe û seydayê Palo di vî karîde)
Di kîta jorîn de, mamoste Kasî li ser keda Mamoste  S. Darî, rewşa ku ev pirtûk tê de hatiye danhev,  û pirsyariya vî karî diaxive, û dibîne – li gor nerîna xwe – ku mamoste Darî hevparê vê pirsyariyê ye. Lê li gor min, ez dibînim mamoste Darî ne hevpar e, belê pirsyarê yekemîn û sereke ew e, çima…?
Ji ber wergêr dibêje ku mamoste S.D lê vegeryaneke piştrast lê kiriye, û mikur tê ku şaşiyên wî û Mele Palo rast kirine.
Lêvegera piştrast û merov navê xwe xweşik bilêv neke….! Yan gotina (lêveger) yan ya (mamoste) rast nenivîse…. Ne lêveger e!!?
Emê carek dî vê kîtê dûbare bikin û li piştrastiya lêvegerê diyar bikin:
( Di vê pirojeyê de memoste [  mamoste]: [ev cotxal ne gerek in] Ebdulselamê [Ebdisselamê] Darî lê vegeryaneke [lêvegereke ] pişt rast [piştrast] lê kir û şaşî û kêmasiyê [kêmasiyên] ku bi min re di çaxê wergerandinê de, û şaşiyên ku bi mele[ Mele] Palo re derbasbûne [derbas bûne] rast kirin û durist kirin … ev jî karekî pur [pir] giranbuhaye[giranbuha ye]birastî[bi rastî] karekî zehmet tir [zehmetir] ji hemû karan ewe [ew e], ji ber yê ku pê radibe tê xwiyakirin [xuyakirin] mîna berpirsyarekî diber [di ber] giyanê pirojeyêde[pirojeyê de], lewra ez wî dibînim hevparê xwe û seydayê Palo di vî karîde [karî de])
Di zimanê kurdî de, çi bê bilêvkirin tê nivîsandin û navê Ebdulselam, tu carî, ne di zimanê kurdî û ne di yê erebî de jî bi vî şêweyî bilêv nabe. Herwiha gotina (memoste) jî ya ku li ser bergê  dawî bi rengekî cudatir jî bikar hatiye (mamuste) wilo nayê.  Ji ber gotina (mamoste) ji pêşkîta (mam) û paşkîta (hoste) bikar hatiye, lewre nabe em bi şêweyê (memoste) bilêv bikin.

- Çend pêşgotin ji bo çêkirina kitêbê
Di derbarê vê navûnîşana şaxî ya jorîn(Çend pêşgotin ji bo çêkirina kitêbê) de, dibe ku xwendevan bikeve wê gumanê ku bêtirî pêşgotinekê ji vê pirtûkê re heye, ji ber peyva (çend) di zimanê kurdî de, hejmarekê bêtirî duduyan dide xuyakirin, û ev yek jî ne di cihê xwe de ye.
Dibe ku mebesta nivîser ew be: Çend xal ji bo çêkirina kitêbê.
Peyva (Çêkirin) ji bo her tiştî bikar tê bilî pirtûkê, nivîser di vî navnîşanî de dikarîbû ji dêvla çêkirinê peyva danerî, amadekirin, yan danhev bikar banya; dirustir û cîgirtîtir bû.
Pirtûk peyveke kurdî ye, bêguman ji peyva (kitêb)ê a erebî pir - li cem min - xweştir e, divê çi mirovê ku bi zimanê kurdî dinivîse peyva pirtûkê di şûna kitêbê de bikar bînin, nemaze ku nivîs rêziman be, û di baweriya min de ziman merov nêzîkî peyva kurdî dike, ne dûr dixe.
Di encamê de, hevoka ( çend xal ji bo amadekirina pirtûkê ) ji hevoka (Çend pêşgotin ji bo çêkirina kitêbê) duristir û cîgirtîtir e.
Tev wilo jî, tu pêşgotin li ser çêkirina pertûkê nehatiye gotûbêjkirin, tenê çend xal bi kurtayî li ser dîroka zimanê kurdî hatine diyarkirin.
Ji xalên balkêş di pirtûka (Rêzimanêkurdî) de, dagirtin û hepişandina pirtûkê bi helbestên helbestvanên kurd mîna: Xanî, Cizîrî, Cegerxwîn, û Mele Ehmedê palo bi xwe jî






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2987