Cihê pirsê ye?? Yan cihê tirsê ye?? Yan cihê hepsê ye??
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 08 ãÇíæ 2012
Mijar: Nûçe



Berzo Mehmûd

Gelî camêran, di Kurdî de peyva (pirs) û peyva (tirs) li yek rîzmê (rythm) hatine. Gelo (pirs) bi xwe þûna (tirs)ê digirê??  Pirsa me di van rojan de li nav Kurdên Sûriyê xwe tavêjê meydanê, pirsa me bi tirs tê gotin, lewma em dibêjin: çi dibê li tara me, çi diqewimê li bajarê me? Ev kî wilo dike? Û çima? Çilo? Bersiv bi xwe cihê tirsê ye? Lewre (pirs) bi xwe dikevê ber girtinê/heczê  de.


Baþ e, eger pirs e, ev çi tirs e!!? Ji ber ku bi pirsê mirov digihê Xursê, wek ku Kurda ji berê de gotiye. Mebest jê ew e ku (pirs) wek ku di felsefê de hatiye mirov bi ser rastiyê de tajonê, lê ji ber ku rastî mirovên gunehkar hiþkere dikê, û mirovên bêguneh jî dûr dikê. Eger aliyê xurt gunehkar bê, ji xwe tirs serê xwe hildidê. Lewre jî em nikarin bêjin, ber e çav tenê bêjin, ber e di nav dîwaran de bê gotin, lê herî xelk di nav xwe de, yan ber xwe de rastiyê dibêjin.
Babet çi ye?? Babet ew e kurdîtî bi destê Kurdan têne lêxistin û pêþêlkirin, têne wundakirin, Kurd bi destê Kurdan têne lêdanê dixun, têne binçavkirin. Ev kar ne karê xebatkara ye, ev kar ne karê cêhil û bê-aqila ye, ev kar karê xudanpîlan û dijmina ye, gerek siyasetmendên Kurdan jihemî aliyan li ser vê mijarê þiyar bibin, êdî bes e ev xwefiroþî. Xwefirþtin di nav Kurdan de pir bûye, eva han helwêsta Kurdan bêserî hiþtiye, Kurd bûne bêhelwêst, heçku Kurd ne ji vî welatî ne ku ev bi xwe daxwaza þofîniyên Ereba ye.
Dema neyar bixwazê doza te li ber te xira bike û milet bêhêvî bikê, li þûna ku ew werê beramber te hiþkere rabê,  ji xwe re pîlanekê didanê bi awakî ku ew bikevê piþt perdê, belê kesin ji miletê te bikar tênê, û bi vî karî radibin, ku tevgera Kurdî li Iraqê navê (caþ) li kesên wilo kiribû. Hevsarê van caþan jî di dest dijmin de ye, çi cara jêre lazim bibê, wan didê pêþ, ku ji van re navek divê, ji ber ku hin ciyawazî navbera caþên Iraqê û caþên bajarê min heye. Lewre peyva (caþên nû) navekî weha xwe li wan dixwê, her ew kesên ku þûna dijmin kar dikin.  Belê ev caþ xwe dikin xwediyê doza te û bi navê nakokiyê xwe ji te rasttir û dilsoztir didin xuyakirin, bi armanca ku milet bawweriyê bi wan bênê. Caþên nû xwe dikin hilgirê doza te, xwe dikin xwediyê doza Kurdî bo ku hem beþekî ji kurdîtiyê wek tevger ji te dibirrê û parçe bikê, hem jî te qels û bêkêr bikê, di alîkî dî ve jî beþek ji xelkên te bêhêvî dibin û destê xwe di ber xwe re berdidin, û bi vî awayî tevgera Kudî diçelmisê û nikarê xebata xwe bi xurtî berdewam bikê. Armanca vê  pîlanê ew e ku ev doz navbera xwedî û dizan de werê wundakirin, bo ku ji heqiyê  werê ser neheqiyê .
Gelo derfet her wusa ye bo Kurda, çima em tê nagihin?? Çima em dibin dardestê xelkê?? Çima em dibin peyayê dijmin?? Çima em xûna Kurdan li kurdan helal dikin??  Emê vê mijarê bi awakî rewanbêjî bêjin, em çiqas tevnê dirêsin her xeta me xweher  tê, drust nayê?? Helbesta Bedirxan Sindî di vê bafîkê de xweþik hatiye, bi ser ku ji zû ve gotiye, sala 1975, lê wek ku dibêjin: Dîrok xwe vedigerênê, lewre emê vê helbestê ji we re danin ku ew jî ev e: Dilo, min û te dersoka þirînê rist
Me rist û me rist û me rist
Ji pirça Selwayê
Li ber kevirê ((Melê))
Piþta xo dayê
Me rist
Ji semayê
Lê muxabin
Sed muxabin
Girgên gir
Ketin nav liban
Libên jêkfirr
Lew ser û bin
Tevnê me hat
Xwar û sist
Muxabin sed muxabin
Tevnê me hat nedurist
Tevnê me hat nedurist
            ************
Me rist û me rist û me rist
Me bo Þirînê
Teþiya xo rist
Me bada û bada û bada
Wefaiyê Derwêþ[1]
************
Me rist û me rist û me rist
Ji davên birîsîyan
Davên zêrîn
Li asmanên fireh
Li nîvên þevan diteyisîn
Gilola avirmêþî
Me hilkir
Li dor þîþa dilan
Ji nav cerg û sîyan
Lê berberê sihharê
Mire tevinrêsan
Ji bêxewî
Ji pêve nivist
Tevnê me hat nedurist
Tevnê me hat nedurist
************


[1]  Wefa-î : hozanvanekê Sofîye gelek sala li Þemzîna jiyaye..








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2985