Têgeya( Federalîsm) û pêwîstiya wê weke sîstêm bo welatê Sûriyê!!!
Dîrok: ÇáÓÈÊ 05 ãÇíæ 2012
Mijar: Nûçe



Dr.Zara Salih
 
Di dema desthilatdariya Fransa de gava nû welatê Sûriyê hate binav kirin, pênc herêm hebûn û wê çaxê sîstemek federal bû di nav bera wan de ( wan her 5 diweyla de). Ji wê demê ve kurd bêpar bûn, loma wan doza otonomî li Fransa kirin jo herêma Cezîrê.
Piþtî barkirina Fransa rêjîmên navendî destpêkirin û dawiya wan rêjîma Ba’s ya þofînî bû, ku êdî welat bû ji partîkê re û malbatekê re.


 her kes di Sûriyê de beyanî bû, berî teva kurd, ji ber ku ev rêjîma navendî li ser bingeheke nijadperstî-netewî irûbî avabû, û hemû pîlan û projeyên asîmîlekirinê dijî kurdan pêk tannin. Jibilî wê jî gelek welatiyên civaka Sûriyê û netewe komelên olî , ne xwedî maf  û nasname bûn dibin siya rêjîmek weke Ba’s, jiber ku ev herêmên welatê Sûriyê berî niha serbixwe bûn( weke dewleta Heleb, dewleta Elwiya, dewleta Dîmeþiq, dewleta Dirûz, dewleta Libnan).
Bandora siyaset û çanda vê rêjîma totalîtar û dictator ta roja îro berdewame û di hiþmendiya piraniya gelê Sûriyê de û bi rengekî taybet li cem rikberiya siyasî erebî  ev tiþt diyare, û ta niha piþtî vê þoreþa pîroz ew nikarin kurdan bi pejirînin weke netewe xwedî maf li ser xaka xwe dijî û gereke hevpar be weke netewe bi ereban û netewên din re di desthilatdariya welat de. Jiber van sedemên serete, kurd doza sîstemek ne navendî dikin ango rengekî ji çarenûsiyê û baþtirîn ji wê Federalî ye, ku êdî kurd karibin bixwe birêveberiya xwe bikin û deverên kurdî ( Cizîr, Efrîn, Kobanê ), bixin yek herêm û ew jî navê wê lê ye ( Herêma Kurdistana Sûriyê ), tenê bi rêya federaliyê wê kurd û tev netewên Sûriyê bigihin mafên xwe û wê bi þêwek rastî xwediyê welat bin, û êdî rê tê girtin bo ku ti dîktatorên din çê nebin dibin nave piraniyê, yan jî bi hinceta leystika demokrasî ereb bêjin hilbijartin me dike xwedî maf ku em tenê desthilatdariyê bikin weke ku ( ixwan almuslimîn ) dibêjin.
Federalî rêya herî baþe bo yekîtiya Sûriyê ne tenê baþe jibo kurdan, lê wê her kes azad be û xwediyê vî welatî be heger para wî û mafê wî parastî be, wê çaxê tenê ev dewlet dibe welatê tevan û dibin vê sîwana azad û serbixwe de wê welatekî demokrasî ava bibe.
Ji ber wilo jî, pêwîste ku kurd bi rêya nûnerên xwe,van daxuazên celda kurdî doz bikin û her û her xebatê bikin bo pêkanîna van armancan, û ta ku pêkên wan hesanî bin, gereke em tev yekbin bo van hêviyên pîroz û fersenda dîrokî, û em hemû nakokî, nexweþî û ezîtiyan bavêjin piþt xwe û lê nenerin û bi giyanek kurdayetî netewî destê xwe bikin yek ta roxandina rêjîma Beþar û destxistina mafên gelê kurd li Kurdistana rojava- Sûriyê.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2981