Sendîka Mamosteyên Zimanê Kurdî
Dîrok: ÇáÓÈÊ 05 ãÇíæ 2012
Mijar: Nûçe



Salar Elo

Gelemþeya hin dewletan ku zimanê xwe yê dayikê bikar naynin gava ku azad dibin , gelek rastîyan ji mere diyar dike , ev dewlet an gel ku dibin destê dagîrkeran debû, û zimanê dayikê qedexe bû , lêbelê piþtî ku serxwebûna xwe bidestdixist zimanê dagîrkeran dima zimanê fermî li dibistan û zankoyên dewletê , û tu kar ji zimanê dayikê re nedibû ku bibe zimanê fermî yê sereke , wek nimûne dewleta Cezayir .


Ev bûyer me li hember metirsiyeke mezin radiwestîne , ku di paþerojê de eger zimanê kurdî li welatê me azad bibe , gelo kurd wê xwe fêrî zimanê dayikê bikin ? wê bixwe zarokê xwe biþînin dibistanan ?
Eger em kurdên Turkiyê bikin nimûne , emê nasbikin ku gel ji ber xwe ve naçe dibistanan bi mebesta xwe fêrî zimanê dayikê bike , dema mafên xwe yên rewþenbîrî bistîne , birastî du rûwên vê gelemþeyê hene :
1- Desthilata Turkiyê þerekî fireh li ser ziman û çanda kurdî kir , û hewldanên mezin kirin daku þuþtina qada mejiyê kurdî ji kurdayetiyê berfirehtir bike .
2-  Gelê kurd li Turkiyê tu kar ji zimanê kurdî re nekiribû , dema ku dibistanên kurdî vebûn ne mamoste hebûn û ne þagirt jî dihatin dibistanan .
Jiber vê gelemþeya ku li Turkiyê bi gelê kurd re afirî derbarî fêrbûna zimanê dayikê piþtî ku mafên rewþenbîrî standin , çiqas giringe ji gelê kurd re li Sûriyê , ku em ji îroroj ve dest bi karekî wisa bikin ji bo fêrbûna zimanê dayikê , di riya damezirandina sendîka mamosteyên zimanê kurdî , wek saziyek taybet ji bo fêrbûna zimanê kurdî û danheva mamosteyên fêrkirina zimanê kurdî , ji erkên vê sendîkê ku zimanê kurdî bi rengekî gelerî belavbike , û giringiya zimanê dayikê ji gel re bide xuyakirin , û navtêdanê di nav nifþên nû de bi afrîne jibo fêrbûna zimanê dayikê , digel ku navên mamosteyên fêrker tomarbike , û wan amadebike bi þêweyekî yekgirtî bihêviya wê dema ku zimanê kurdî azad bibe , û mafên rewþenbîrî bidestkevin , dê mamosteyên ziman bi yekþêwe fêrkirina zimanê dayikê li dibistanên kurdî bikin .
Ji rexekî din ve , ev dibistanên kurdî bi pêwîstî mamosteya ne , (3-4) milyon kurdên Sûriyê bi pêdivêyî nêzîkî 2000 mamoste ne , ev yek jî divê ji armancên serekî yên vê saziyê bin , ku 2000 mamostê fêrker amadebike , û rêbaziya fêrkirinê bi þêweyekî yekgirtî lidarxîne  , daku dibistanên kurdî dagrin û bi yekþêwe fêrkirinê bikin dema ku gelê kurd mafên xwe yên rewþenbîrî bidestxîne .
Ev mamosteyên zimanê kurdî , dê di paþerojê de bibin sitûnên rewþenbîriya kurdî , ev sendîke dema nuha wek dibistanek gelerîye , ku îro berî sibe divê bê damezirandin û dest bi karê xwe bike , jibo pêkanîna van armancên jêrî :
1-  Tomarkirina navên mamosteyên zimanê kurdî yên ku amadene karê fêrkirinê bikin .
2-  Hilbijartina rêbaziya fêrkirinê bi þêweyekî yekbûyî .
3-  Lidarxistina xulên fêrkirina zimanê dayikê , nemaze ji nifþên nûhatî .
4-  Hilbijartina þagirtên jêhatî ji van xulan , û amadekirina wan daku bibin mamosteyên zimanê kurdî .
5-  Navtêdanê di navbera gel de belavbike bo fêrbûna zimanê dayikê , di riya dezgehên têvel .
Eger ev sendîke sazbibe , û xebatê jibo van armancan bike , dema ku zimanê me azad bibe , wê amadekariyên me tewaw bibin , û tu gelemþe nabin berpêk li pêþiya fêrbûna zimanê dayikê , jiber ku ev sendîke dê ronahiya hezkirina zimanê dayikê di dilê her mirovekî kurd de vêxe .
Rewþa zimanê dayikê li ba kurdên Turkiyê ji mere diyar dike , ku ew raya dibêje : (divê em li hêviya mafên xwe yên rewþenbîrî rawestin ta ku em dest bi fêrbûna zimanê dayikê bikin ) , rayeke þaþe , gelê kurd li Turkiyê piþtî ku mafên xwe yên rewþenbîrî bidestxistin , lêbelê dibistanên wan vala man , herkuda ji nû ve saziyek damezirandin bi mebesta ku handanê bide gel bo xwe fêrî zimanê dayikê bikin , pêre jî mamostan avabike .
Eger em bîrewerbin ji dema îro re û ev guhartinên ku li hawîrdora me çêdibin , divê em dest bikar bikin berî ku em mafên xwe bidestxînin , em gelê xwe amadebikin ji çûna dibistanan re ,  jimarek baþ ji mamosteyên zimanê kurdî amadebikin daku karibin gelê xwe ji nexwendewariya zimanê dayikê rizgarbikin , ev jî di riya damezirandina sendîka mamosteyên zimanê kurdî .
salaraloo@gmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2980