Gotina Hevrêziya Keça Kurd di cejna rojnamegeriya kurdî de.
Dîrok: ÇáÃÍÏ 22 ÃÈÑíá 2012
Mijar: Nûçe



  Xûþik û birayên hêja.
Mêhvanên buhagiran.
Keçên þoreþger û qehreman.
Destpêkê, em bi navê Hevrêziya Keça Kurd li Dêrikê cejna rojnamegeriya kurdî li tevaya gelê kurd pîroz dikin, û bi taybetî cejna rojnamevanên kurd li herçar parçên kurdistanê.
(22)ê nîsanê cejna rojnamegeriya kurdî ye , di vê roja pêroz de, berî (114)salan li paytexta welatê Misrê, li Qahîre rojnamek bi navê (Kurdistan) li ser destê Mîrê kurd, Mîr Miqdad Midhet Bedirxan hate  weþandin.


Ev rojname bû çirak ronî û geþ ji miletê kud li herçar parçên kurdistanê re, li ber ronahiya vê çirayê kaniyên hêviyên gelê kurd derbûn, û dil û hiþê wî pîre jenîn.
Rojnama Kurdistan bû çav û gavên miletê kurd û zimanhalê wî li herderî, doza hevrêzî û hevgirtina  gelê kurd kir, û ji zanyar û rewþenbîrên kurdan xwest, ku xwendin û zanînê di nav gelê kurd de belav bikin.
Mîrê kurd çavkaniya Malbata Bedirxaniyan derkir, li ber xwêhdan û hêstirên dayîkên dilovan dara rojnamegeriya kurdî avda .rewþenbîrên kurd jî ew roja pîroz, wek roja rojnamrgeriya kurdî helbijartin û eve  bi dehên salane,  di wê rojê de þahî û ahengên rewþenbîrî û hunerî tên girêdan , ji ber ew rojname bû maka rojnamegeriya kurdî  û tovê wê li herçar parçên kurdistanê û li der ve jî belav bû , li ber çemê wê çavkaniya zelal, gelek gul û kulîlkên rengîn û þêrîn derketin, û bêhna xweþ barandin. Ewin Gulîstanin rengînen, Gelawêjin diçirisînin, Buharin xemrevînin, Gurzek Gulin delalin, xunanin nerim û nazin, Pirsin ciwanin, Hevindin Hewarin, zanîn û zimanin, jînin û jiyanin, Aso ne dûrin, Newrozin Cejnin, Sitêrin geþin, Roja nû ne, Dengê Zelalin. Van kovar û rojnaman tev bi hev re zevya rojnamegeriya kurdî xemilandin.
Di vê derfeta zêrîn de, em careka dîtir jî bi navê Hevrêziya keça kurd li Dêrikê, silavin  þoreþgerî û kurdperwerî li canê mirov û xwedanên pênûsên azad û serbest dikin, silavin gerim li canê wan mirovan bê, yên ku bi merd û mêranî ala rojnamegeriya kurdî hilgirtin . ji wana cegerxîn, Osman Sebrî, Hesen Hiþyar, Celadet Bedirxan, Dr.Kamîran Bedirxan, Tîrêj, Keleþ, Rizoyê Osê, Emerê Lalê, Rewþen Bedirxan, Reþîdê kurd, Bêbuhar, Mele Ehmedê Palo û serwerê wan Mîr Miqdad Bedirxan .
Silav ji wan mirovên ku îro saxin û ew rê girtine, û niha bi merd û mêranî wê rê diþopînin û wê alê li ser milê xwe bilind dikin . silav ji we tevan re .
Sipasî ji guhdariya we re .
Bijî kurd û Kurdistan .
Hevrêziya keça kurd li Dêrikê.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2958