Kurd çawe bûba xwedî maf
Dîrok: ÇáÃÍÏ 22 ÃÈÑíá 2012
Mijar: Nûçe



  Mihemed Ebdê

Gelê kurd di rojavayê kurdistanê de wê çawe bûba xwedî maf, û em dijîn  di bin destên rêjîmek wisa evîndarê xwînê û xwîn mijîye !
Rêjîmek  tenê  xwe dibîne xwedî maf  ku kuþtinê û kujtaran û kirtinê bike,û gelê xwe revend û penaper bike li ser sînorên cînarê xwe û jêre ne xem be!


 Û dixwaze her kes çavên xwe jê bigre! Yan wê wan bibîne neyar ji xwe re û wê ewjî bibe neyar ji wan re,û rewatîyê di de xwe, û dibêje  peylanan dijî min dikin û dihûnin.  
wek em dibînin di dest pêke Þoreþa  buhare Erebî de,  destpêk Tûnis û Misir û Lîbiya ta bi Yemenê her yek jiwan bi þêweyekî bi dawî bû ji bilî vê rêjîma Sûrî hîn þoreþa wê bi ser ne ketîye.
wek em tev dizanin ev bû 14 ` e meh Þoreþa gelê Sûrî li dara bê ku ti qizincan jê bike ji bilî parçabûn  û nakokî yê pêve. ji ber ev rêjîm þaxê xwe berdaye her deverê ta ku nahêle ne siyeset medar  ne þoreþvan ne jî dewletên cîhanê bigihin hev, û berpêkên ku dide xwe û peylanin ku rêjîm li wan dike,  ji bo negihin ti birîyarê, ku di jî wê be,ji  ber ev rêjîm xwe xwedî kirîye li ser xap û rîpa,  û xwe fêrî peylanan û lîstikên sîyasî li ser masa cîhanî  kirî ye!Û baþ pispor bi we di xapan de, û gelê cîhanê bi nerînên xwe yê derew mijûl bike.   
ji bo vê yekê ez dikarim bibêjim ku gelê kurd di rojavayê kurdistanê de wê çawe mafê xwe ji vê rêjîma xwedî dîrok derw di sozan de û her kesî rîp û xapên wî naskirine,mala me bê wê tevgerame çawe mafê me anîbe ez vê nizanim?
Ji ber ku di serhildana gelê kurd li rojavayê kurdistanê de 2004, yekemîn þoreþ bû di rojhilata navîn de û gelê kurd sînga xwe li ber tanq û guleyan sekinand lê mixabin tenê bûna gelê kurd divê þoreþê de hiþt ku rêjîm bi serkeve,û keskî piþtgirîya vê þoreþê nekir,lê ew bû ezmûnek ji gelê kurd re ku zanîbe çawe di þoreþan de hebe û amade be,ez dibêjim gel,ne tevger!
Lê ji nûvre diyar di be pirsên ku man di dilê gel de birrtir ji 50 `î salî ve,  çime tevgera kurdî  parça di be, çime kurd di navkokîyan de dijîn? û qelsbûna tevgera kurdî ,û parçe bûna gelê kurd ,ku bi netewa xwe ve bi hezarê salan hatiye girêdan û evîndarê netewa xwe ya!
ev þoreþa ku îro em di nav de ne, berdewame, û diyardibe ku bersiva gelek pirsên ku li piþt perdan de veþartî bûn.ew kesê ku di ramiyan di rewþa kurdan de,ji wan re dibêjim em bi gelê xwe yê rojavayê kurdistanê ser bilindin,gelo çima!?
Ji ber ku ev gelê ku di bin sitema vê rêjîma xwîn minj û bê ol,bijîya,wê netenê netwa xwe ji bîr kirbane,wê ziman û dîrok û her tiþtên xwe windakirbe?
Di dawîya vê gotarê de ez dixwazim bibêjim, ku azadiya gelê kurd di rojavayê kurdistanê de nêze,ji ber ku kêþeya gelê kurd di hat ji bîrkirin,lê mabûna gel li ser netw û armancên xwe û mafê xwe,ew dimîne a rast, û nema gelê kurd bin dest dimîne ji îro û pêve!?








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2957