Ûsivê Hersan Nivêsakarê HAWAR ê yê dawî ye
Dîrok: ÇáÎãíÓ 18 íäÇíÑ 2007
Mijar: gotar


Husên Ehmed
Werger ji zimanê Erebî: NEWROZ *

Amûda bavê Mihemed, Amûda ku bi agirê zikreþ û kîndaran di dîroka xwe ya nûjen de bêtirî carekê hatiye sot û wêrankirin, rojekê ji rojan, serê xwe ji dijminên rastiyê re ne tewnadiye, sitem û zordestî ne pejirandiye, her û her wê li ber xwe daye, herdem, beþdarî di xebata netewî, wêjeyî, çand û zimanê kurdî de kiriye.


   Amûdê, vî bajarokê bi gewd û qilafetê xwe biçûk, lê bi dan dahênanên xwe mezin. Amûda çavreþ, gelek lehengên netewî afirandine ku, di warê xebata netewî de bûne stêrkine geþ û bi ronak, bûne mûm û find, xwe þewitandine û riya gelê xwe ronî kirine. Yek ji wan lehengan, ÛSIVÊ HECÎ HERSAN e, yê ku 71 salî di ber doza gelê xwe ya dadmend û rewa de, kar û xebateke bê westan kiriye.
   Li gundê Sêmitika Newaf, yê nêzîkî Amûdê, sala 1918-an ji dê û bavekî kurd ew ji dayik bûye. Dê û bavê wî, hêj berî danîna sînorên Sûriyê ji gundê Darê hatibûn gundê Sêmitik.
   Ji biçûkaniya xwe ve, Ûsivê Hersan, bi derd û êþekên gelê xwe hest bû, bi lez û bez, barê kurdewariyê hildigre ser milên xwe û dest bi têkoþênê dike. Di rêxistina Xoybûnê de ya ku di 28/11/1927-an de hatibû damezirandin û Dr Ehmed Nafiz birayê Dr.Nûredîn Zaza  rêvebirya þaxê Cizîrê dikir, dibe endamekî zîrek, milê xwe dide milên xebatkarên kurd ên navdar mîna
Osman Sebrî, (Qedrî beg, Ekrem beg) lawên Cemîl Paþa yê Diyarbekirî, Hesenê Dêrikî, Reþîdê kurd, Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj...û hwd,  dest bi karê rêzanî dike.
   Sala 1935-an, li rex xebata xwe ya rêzanî, Ûsivê Hersan dest bi xebata çandî jî dike, gelek berhem û gotaran di kovara Hawar û Ronahî de ewên ku Mîr Celadet Bedirxan sala 1932-an li Þamê çap dikirin, weþandine.
   Di gotara xwe ya bi navnîþana " Gelo Izrayîl dijminê kurda ye?" li ser derd û tewanbariya li gelê kurd seranserî Kurdistanê dibû nivîsandiye. Herweha, wî bi navê xwe yê eþkere gelek gotarên rêzanî di kovara Stêr û Roja Nû de, yên Mîr Kamîran Bedirxan li Bîrûtê çap dikirin nivêsandine.
  Ûsivê Hersan, li gel nivîskar û rêzanên kurdan yên mîna Mele Hesenê Hiþyar, Qedrî Cemîl Paþa, Ebdurehmanê Eliyê Ûnis, Ekremê Cemîl Paþa, Dr.Ehmed Nafiz, Arif Abas beg, helbestvanê navdar yê ku " Agirê Sînema Amûdê" sala 1962-an nivîsandiye(Mele Ehmedê Namî), Cegerxwîn, Reþîdê kurd û Osman Sebrî...û hwd, ta sala 1940 î, xebata wêjeyî berdewam kiriye.
Piþtî ku parta demokrat a Kurdistan li Sûriyê sala 1957-an di bin bandora geþbûna xebata netewî li kurdistana rojhilat û baþûrê kurdistanê hate damezirandin,  Ûsivê Hersan dibe endamê partiyê û di ber doza gelê xwe de kar û xebatê berdewam dike. Di vê riya tev rêl û kelem de, gelek cefa û eþkenceyan dibîne...
    Hêvî û omîda me ewe ku xwedê temenê vî xebatkarê me yê hêja dirêj bike, zanyariya nifþê me yê nû bi ezmûn û þîretên wî dewlemend bike .
---------------------
Têbîn:
Min ev zanyariyên jorîn ji devê apê Ûsivê Hersan bi xwe girtine, eger þaþîtî di wan de hebe jî, ez lêbûrînê dixwazim, çimku ew vedigere sedema kalbûna wî.
---------
* NewrozHejmar (71)   







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=295