Bêy te
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 17 ÃÈÑíá 2012
Mijar: Nûçe





Þerzad zeynelabidin

Bêy te bê cejn û biharim , bêy te her yê sare dil
Van axînka birm û xarim , derbeder bê ware dil
Dil rêvinge li þeva tarî , spêde qed xoya nebû
Çi doman û mij û moran , çendê bê heware dil


Gaveka ku te nebînim , ger bizanî hal çîye ?
Dozex û êtûn û agir , gestîyê tîrmare dil
Yê te her pirr keyf û þadî , spêde û êvar û þeva
Yê mine ku her dikelîtin , zer û damay jare dil
Ka peyman û soz û awat , ka ew rojên þadîyê ?
Heta bigehme lêva gorrî , her li hûvya dîdare dil
Dê ka bes xwe bixemlîne , bes dilê min ji min veke
Kuþtîyê wan naz û noza , bi " ox " birîndare dil
Padiþah begler û Zînê , palveda li ser vî dilî
Ka dilê min bizivrîne , yê li cem te aware dil
Dilê min pirr soz û peyman , yê te wek kenkirperra
Yê mine akincî li cem te , yê te her rêbware dil
Yê te pirr geþ bi þev û roja , her bi keyf û þadiye
Yê mine pirr qehr û kovan , herê li ber sêdare dil
Dilê min bo te dinalît , yê te mest û serxweþe
Dilê min li çardehê pîr bû , yê te her nîware dil
Ew dilê bi tîra te sotî , jê rabû pêt û gurrî
Kî dê þêtin vemirînît , ku çendê bi azare dil
Li tev cîhanî cejn û þadî , her ezim yê bê behir
Her ezim þev li min dirêj bû , pirrî dirrk û xare dil
Ey dil çend war te çerandin , çend te dîtin kofî xar ?
Dil qed nabîtin dû parçe , bo êkê dildare dil
Ev dilê pirr bûy ji qehra , yê melûl û pirr keser
Her dizivrît bê ser û þûn , li ber koçk û dîware dil
Çi bikem qed hay lê nîne , çi dile hoyê mukum
Yê teye kevrê xweristî , yê min pirt û pare dil
Ev çi xewneka girane , ketime teqn û qurrê
Li ser xewna dil dijîtin , hêj þeydayê pare dil .







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2945