Brahîm Mehmûd
Yadê
Yadamin ya can sivik, dil mez in, giyan bê tixûp…
Gotina ku ji herdû rexan xwe bi yek watiyê dide
( yadê- Dayê), bi tîpa ku cih û dem xwe didine nasîn:
Eger ez bibêjim: Yadê, an dayê. Eger ez bibêjim caminê: Dê ji danê ,
caminê ji cihe, ji xakê ji cîhanê ye.. Ew e yadê: ya: navnîþan,û ciheke..
Yadê..
Dayitiya te ez hînî çi tiþtên hêja kirime: Ez hînî cugrafiya ûdîrokê kirime, bi zimanê te
Yê xuristî yê Kurdî min xwe naskirî ku ez ez im.. Lê ez çiqasî ezezok bûm, ji xwere bûm, lê tu ne ji xwe re bû, ta lalbûna te, di (Ayay-Aya) dengê te li ber dilê min dida..
Ta niha ku temenê min pêncî û þeþ sal in, hîna jî ez fêrî navê te nebûme, ey Wesîla min: beryia mirna ta dîrokek bû û paþî mirina dîrokek bû. Ehhew çiqas sêwitya temenê mez in girane!
Hîna þîrê te di giyanê min de kat dide, ew metxan hiþyariya min bû bi dehên salan yadê..
Va hih ez þiyar bûm li ser dûrbûna ya bê dawî û binî yadê..
De ka ezê çawa xwe vala bikim ji valahiya ku te di pey xwe re hiþtiye?
Bêziraviya min bibûrîne yadê ku min nikarîbû te ji êþa te biparêze..
Êþê çiqasî de te ji dar xistibû, lê tevî wiha jî te xwe dida jiyana me: Em keç û xurên te!
Te giyana xwe diyarî me dikir…
Oooh yadê! Di xweþiyêde yadê , di nexweþiyê de yadêêê..
Tême dest û lingê te yadê..
Va ezê li xwe mikurêm yadê, ku jiyana xweþ û hezkkir in ji rexê te dihatin, ku koçkirina te hînî jiyaneke din kirime, daku ez dilê xwe ji jiyan û mirovan re fireh tir bikim..
Oxra te ya xêrê be yadê, cihê te buhiþtî be yadê, silavê min bighîne bavê min, lê ez bihêvîme ku tu jêre nebêje: Kurê bi hewarê min de nehat, lê ez zoz didime te, û mirovên ku li ber dilê min dan di þîniya te de, ku ez te hembêzî giyana xwe kim ta lerizandina dawî di laþê min de..
Yadê û hey yadê…