Konferansê þeþa yê PDPKS rêxistina Elmanya de hate lidarxistin
Dîrok: ÇáÓÈÊ 14 ÃÈÑíá 2012
Mijar: Nûçe



Di roja þemiyê 07.04.2012 an de li bajarê Kasselê yê elmanî konferansê þeþa yê rêxistina partiya dîmoqrata pêþverû ya Kurd li Sûriyê û bi amadebûna endamên partiyê ji hemû herêm û bajarên Elmanyayê hate lidaxistin, konferans li gor rêzana hindurû ku her du salan pêk têt, hate li darxistin.
Di destpêkê de birêvebirên konferans bi xêrhatina hevalên amadebûne kirin, û bi tevayî navê hevalê koçkirî xebatkar Ibrahîmê hecî Sebrî yê ku di 29.02.20012 an de koça dawî kiribû li konferans kirin,


 ew jî bo rêz û nirxandin ji kar û xebata wî re ku pirê jiyana xwe di berdestiya pirsa miletê xwe yê Kurde de terxankiribû, ji dema endametiya wî di serdariya partiya dîmoqrata pêþverû ya Kurd li sûriyê de, paþê heval kêlîkeke bêdeng li ser giyanê pakrewanên þoreþa sûriyê û miletê Kurd rawestiyan, herweha heval Ehmed Silêman endamê nivîsgeha rêzanî ya partiya me û serûkê encûmena niþtimaniya Kurd di peywendiyeke têldengî de silav li endamên konferans kir, û li ser rewþa rêzanî ya hestiyar li Sûriyeyê û li ser hemû kar û barên ku tevgera kurdî daye ser milê xwe axivî, û di dawiya axaftina xwe de hêviya serkeftinê ji karên konferans re kir.
Piþtî wê sê heval bo birêvebiriya konferans bikin, hatin helbijartin, wan karname û hemû têbînî û pêþniyar û rexne di civatnamê de bi hevalan re bi hûrî bicîkirin, û rapora rêzanî ya ku hatibû amadekirin ji aliyê desteya birêvebir ve ya rêxistinê ya berê hate xwendin, û têde rewþa rêxistinî û diravî hate ravekirin, û di warê rêzanî de endamên konferans gîringiya encûmena niþtimanî ya Kurd di bin siya þoreþa Sûriyê de teqez kirin, ku ev yekîtiya rêza kurdî ku delîvek e dîrokî ji miletê Kurd re di Sûriyeyê de çêdike, ji bo bi destxistina mafên wî yên neteweyî yên rewa li ser bingeha pirensîpa mafê çarenûsî yê ku encûmena niþtimanî ya Kurd di 26.10.2011 an de li bajarê Qamiþlê xwestibû.
Hêjayî gotinêye ku amadebûna ciwanên pêþverû bi pirî di vî konferansî de balkêþ bû, wan jî bi pêþniyarên xwe yên nirxbilind yên ku ji xwendin û karzanîna xwe ji þêweyên sîstemê di dibistanên Ewropayê de girtine, pêþkêþkirin, û ji bo vê gîringiyê hevalan dît ku pêwîste du endam ji van ciwanan di desteya birêvebir de ya rêxistina me li Elmanya bêne helbijatin. 
Di dawiya karê konferans de desteya birêvebir û berpirsê rêxistinê bi serkeftî hatin helbijartin, bo bi kar û barên rêxistinê li Elmanya rabin.
 
Kassel – Elmanya
09.04.2021


 





 





 









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2936