Lê hîn di wê demê de jî partiyên tevgera Kurdî bi peyvên wî nedihatin xopandin, ji ber ku, ewanan dizanîn ku ramana( Îxwan Elmuslîmîn ) ji rikberiya netewayetiya Erebî nehatiye rizgarkirin. Lê pižtî žoreža gelê Sûriyê (15.03.2011) (Îxwan Elmuslîmîn) bi alîkariya Turkiyê xwe pirtir livand û bizava xwe ya siyasî kir û di bin sîbera dewleta Turkiyê de li gel hin partî û rêxstinên din Sûrî û pir kesayetiyên din yên serbixwa Encûmena Nižtimanî ya Sûriyê ( ji 350 mirovî, ji wan (270) îslamperest in) li Turkiyê bi seroketiyê akadêmiyekî serbixwe Dr. Burhan Xelyon damezrandin.
Ji roja rojê de (Encûmena Nižtimanî ya Sûriyê) û bi texmîna min li gor žîret û fermanên hukumeta Receb Ordoxan giringî nedaye (Encûmena Nižtimanî ya Kurd li Sûriyê) ya ku niha ji (16) partiyên Kurd û (160-170) welatparêzên serbixwe û ji gelek (Hevrêzên Xortên Kurd) pêkahtiye. Lê tenê çend kesayetiyên serbixwe û nûnerên du,sê partiyn Kurd cihên xwe di Encûmena Nižtimanî ya Sûriyê de girtine, lê mixabin ta niha jî ewanan nikanin hikariyên xwe li rêxistinên Îslamî û netewperestan di wir de bikin.
Encûmena Nižtimanî ya Sûriyê di helwesta xwe de li hember doza gelê Kurd li Kurdistana Rojava hezhezokî, keysebazî û neyênî ye , dengên partiya Îxwan Elmuslîmîn, kesayetiyên olperest û hêzên Erebperest di wir de pir bilind in û dengên Erebên pêžverû mîna Dr.Mihye Dîn latqanî û Dr. Kemal libwanî pir nizm in, xuya ye;ji ber vê rûdawa neyênî jî ,Dr. Kemal Libwanî xwe ji Encûmena Nižtimanî ya Sûriyê vekižand .
Di rastiyê de; di navbera Encûmena Kurdî û Encûmena Sûrî de hevdîtinên rasterast li Qahîre , li Tunisê û pažê li Herêma Kurdistanê jî çê bûn, nûnerên Enûmena Nižtimanî ya Kurd li ber ronahiya biryarên kongira xwe danûsatndin bi Encûmena Sûrî re kirin ,lê mixabin Îxwan Elmuslîmîn û hevalên xwe Erebperest naxwazin taybetmendiya gelê Kurd li Sûriyê nas bikin .Lê ewanan bi ya me be; bi tektîk û di bin bandora hin žîretên dewletên Ewropî , di kongira Tunisê (17-18) 12 .2011 ê de li ser vê deqê duhatî biryar wergirtin. ( Encûmena Nižtimanî ya Sûriyê , nasnama netewî ya gelê Kurd di destura Sûriyê de dupat dike, divê pirsa kurdî mîna bežek ji kêža nižtimanperweriya gižtî li welêt were dîtin .Herweha jî; Encûmena Nižtimanî ya Sûrî dixwaze pirsgirêka Kurdî çareser bike , setemkariyê ser Kurdan rake, Kurdên ziyan dîtine, divê ewanan žûnziyanê wergirin, divê pênasîna mafên netewî yên gelê Kurd di çarçewa yekitiya axê û gel de were çespandin. ) Encûmena Nižtimanî ya Kurd, biryara kongira Encûmena nižtimanî ya Sûrî li Tonisê nepejirand , ji ber ku biryara wê; ne li gor biryara gongira Encûmena Nižtimanî ya Kurd bû,her weha jî, biryara kongiraTunisê nikanî bû vîn û daxwazên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê derbibiriya .
Tevî helwesta neyênî ya Encûmena Nižtimanî ya Sûrî dermafê gelê me de ,dîsan nûnerên Encûmena Kurd di kongira Enûmena Nižtimanî ya Sûrî de li Istenbulê (26-27) o3. 2012 beždar bûn; Nûnerên me bi hêvî bûn ku Encûmena nižtimanî ya Sûrî yekbûna gelê Sûriyê û hêzên dijber biparêze,li helwesta xwe vegere û daxwazên gelê Kurd yên dadmend di pirojeya (Hevpeymana nižtimanî ya di Sûriya pêžeroj de) di vê kongirê de bipejrînin.lê pir cihê mixabîniyê ye; ku vê carê helwesta Encûmena Nižtimanî ya Sûrî dermafê gelê me de hîn pirtir neyênî bû, ewê di vê kongirê de, biryara kongira Tunisê derbarê miletê Kurd de beravêtî kir û biryarek nûh; bejin kin ,birîndar û bê herdu ling pêžkežî dîroka Sûriya nûh kirin û gotin :(Destura Sûriyê dupat dike ku cidabûn di navbera pêkhatiyên civaka Sûriyê ,di warên olî ,rêolî û netewayetî de ( Ereb,Kurd, Ažurî -Suryan ,Turkiman û hin din de tune ye û destur bi wekheviya mafên wan di çarçewa yekitiya axê û gel de li Sûriyê dipejrîne . .) Va ye me dît çawa Îxwan Elmuslîmîn, partiyên regezperest naxwazin gelê Kurd mîna miletekî serbixwe û li ser erdê xwe dijî, bibînin; ewanan dixwazin bêjin ku Kurd mîna kêmnetewên din Turkiman , Eremenî , Asur-Suriyan kêmnetew e, ewa jî li ser axa Ereban dijî; ango ewanan jî dixwazin mîna kevneperst û riçperestên Turkan ,Farisan bežên ji welatê me û samanên Kurdistanê ji xwe re zep bikin.lê pêwîste em bêjin jî ku nûnerên Encûmena me di vê kongira îslamperest û Erebperest de bêdeng neman,Dr.Ebdil Hekîm Bežar bi navê Encûmena Nižtimanî ya Kurd di vê kongira Îslam û erebperest de got; (Ji ber ku Encûmena Nižtimanî ya Sûriyê bi tenha xwe (Pirojeya belgeya peymana nižtimanî) nivisiye ,em bi wê re di nivîsandinê de ne beždar bûn û herweha jî Encûmena Nižtimanî ya Sûrî çareseriyek dêmokratî ji doza gelê Kurd re nekiriye … ,û her dîsan jî ewê pêžniyarên me yên giring nepejrandine , lewra em jî pirojeya vê belgê napejrînin û em di vê kongirê de beždar nabin .)
Wek hemî hemwelatiyên Sûriyê û hemî cîhan dizanin ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji roja destpêka žoreža Sûriyê de(15.03.2011) bêdeng nema ye , miletê me bi deh hezaran derketine û hîn jî derdikevin kolanên bajarên xwe û daxwaza rûxandina rêcîma Sûriyê dikin û gelê Kurd di vê žoreža azadiyê de qurbanî dane, em ji hemwelatiyên Sûriyê û ji Encûmena Nižtimanî ya Sûrî dipirsin, gelo çima hûn dixwazin em bi we re di xûnrêtinê de heval bin, lê em bi we re di parvekirina mafên netewî û bi wekhevî ne heval bin ????? Ma gelo Eva di kîjan olî û desturî de heye ????? lê hûn dixwazin em ji raya gižtî re bêjin ; (Rîh bû ne bust, lê dijmin ne bû ne dost !)
Efrîn . 1.04.2012
* Endamê komîta parêzwer ya Encûmena Nižtimanî ya Kurd li Sûriyê.