Evîndarê Xemgîn berhemek xwe yê nû weþand
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 28 ãÇÑÓ 2012
Mijar: Nûçe



 Dr. Þiyar Silêman

Nivîskar û helbestvan û lêkolînerê gewre MEHMÛD Ê SEBRÎ (EVÎNDARÊ XEMGÎN)Pirtûkaxwe ya nû weþandiye,  binavê (NASNAMEYA KURDÎ LI SÛRYA ) di vê pirtûkê de nivîskar rewþa gelê kurd þirove dike ji layê hozên kurd di vî perçeyê kurdistanê de , bi kurtî li ser her hozek e kurd radiweste ,ji lay herêmî û xaka kû ew hêz lê niþtecih bûne ,  û têkilyên wan bi hozên Erebên derdorê wan re, û bûyerên balkêþ di dîroka wan de diyar dike .


Ji alîyek dîve M.S li ser pirojeyên dijî gelê kurd hatine pêkanîn radiweste , mina hejmara awerte û kembera Erebî û mersûma 49- û bi firehî li ser ramanên Mihemed Teleb Hilal yê þovînî rawestaye.
Di beþin dî ji pirtûkê de , dikeve warê dîroka kevnar de , li ser HORÎ û MÎTANÎ ya dinivîse û di beþekê din de li ser þahînþahiya MEDYA radiweste.
Dibe ku hinek bêjin ev dem ne dema hoza ye ,  û em di sedê 21 ê de ne  ,em di bêjin millet dema hozên wî diyar bin di herêmekê de , ev nîþana resen ya wî milletîye ,  û kûraya dîroka wî ye li ser wê xakê.
Ev vekolîn ne ji bona ko klyên êlan diyar bike  , an jî piþta hinan bigre li dijî hinan , lê belê ev ji bo xizmeta rastiyê ye  , û dilsozî bi agahiyên dîrokî re ye , tiþtê balkêþ di vî berhemî de ku bi zimanekî kurdî xurû hatiye nivîsîn , ku milletê me tiyê van rengê vekolîna ye bi zimanê kurdî di vî perçê Kurdistanê de  , em bi hêvîne ev lêkolîn bibe bingehek , gelek lêkolînên berfireh li ser van babetan bi zimanê kurdî derkevin.
Em bi hêvîne her kes vê pirtûkê bixwîne  ,ev berhem bibe geþepêdanek ji bo xwendevan û rewþenbîran ji bo vekolînê li ser taybetmendiyên xwe bikin bi zimanê xwe yê dê .
Pirtûk bi þêweyê PDF ser vê lînkê hûn karin daxin :







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2918