Newroza we pîroz be,
Her sal 21ê adarê gelê me yê kurd cejna xwe ya netewî Newrozê pîroz dike, cejna ku temenê wê ji sala 612an B.Z. ve dirêj dike û tê pîroz kirin. Newroz ji bo gelê me ne tenê bûye nîþana azadî û serfiraziyê, belê ew simbola yekîtiya me kurda ye jî. Li dirêjbûna dîrokê kurd gihane wê baweriyê ku jiyan bê azadî û serfirazî bê wate ye, êdî her sal Newroza xwe di bin nîrên zulm û zordariyê de pîroz dike.
Îsal gelê me li rojavayê Kurdistanê Newroza xwe li ser riya þoreþa azadiyê pîroz dike. Ji 15ê adara 2011an ve þoreþa Sûriyê ya ji bo azadî û rûxandina rêjîma Beþar Alesed berdewam e. Gelê me jî di wê baweriyê deye ku bi rûxandina rêjîma Beþar Alesed re dê bighê mafên xwe û ji ber wê beþdarî di þoreþa Sûriyê de kiriye, belê gelê me beþekî serekeye ji wê þoreþê.
Em wek Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê guman dikin ku çi rêjîma piþtî ya Beþar bê ewê jê baþtir be. Her wisa em guman dikin ku eger kurd bi yek helwest û yek gotarê doza fidraliyê bikin ewê bighênê, çimkî li gor me tenê fidralî dikare pirsgirêkên me kurdan çareser bike. Her wisa em ji hemû aliyên siyasî dixwazin ku helwest û gotara xwe ji bo parastina berjewendiyên kurdan û bidestxistina mafan, bi yek in, ew li ber deriyê pirsek dîrokî ne, dibe ku carek din derfet dubare nebe.
Dubare Newroza we pîroz be
Serkeftin boyî þoreþa Sûriyê
20/03/2012
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê