Jin ū žorež
Dīrok: ĒįÓČŹ 17 ćĒŃÓ 2012
Mijar: Nūēe



Dilžad mella

Yê ku žoreža Sûriyê a ku ji salekê ve li dijî zilm û zordariyê despêkiriye bižopîne, wê bibîne ku tev zarokên gelê Sûriyê têde beždarin, biçûk û mezin, jin û mêr bê cudabûn.. wiha jî rêjîmê cudahî nekiriye navbera zilam û jin, ne zarok û kalemêran.. Ew rêjîm amade ye tevan bikuje da ku ew bi tena xwe bimîne…
Cîhanê tevî jina Sûriyê a leheng; jin be an keç be an bi mêr û bê mêr be, dît bê çawa li kêleka zilamê Sûriye sekiniye û pêre beždariyê di vê žorežê de dike û hejmara jinan têde mezin e. Nexasim ku di gelek bajarên Sûriyê de jin bûye armanca kujeran..Di gel ku hatiye revandin, namûsa wê berebatkirin û bi bedena wê hatiye listin..


Eger jina Sûriyê beždarî di žoreža Sûriyê de kiribe, ew bi rola xwe a normal û aktiv di jiyanê de rabûye û ev ji mafê wê ye. Nexasim zilm û zora ku lê dibe û bûye dubare ye; ji rexekî ve kurê wê, mêrê wê, birayê wê û bavê wê armancên rêjîmê ne, digel ku ew bixwe jî armanc e.. Û wiha jina Sûriyê nedûrî zîndanê bû, ne dûrî zîndanê ye û gelek jinên têkožer di Sûriyê de hene ku ketine zîndanan de ûhên jî jinên têkožer di zîndanan de hene..

Jinên Sûriyê di tev warên jiyana rojane de li kêleka mêrê xwe û malbata xwe sekiniye û gelek jinên têkožer yên naskirî di Sûriyê de serê xwe di gelek waran de bilind kirine, nexasim di warê siyaset û pîžesaziyê de.. Jina Sûriyê ji wan jinên ku žorež bi hêza wan hatiye vêxistin û hinan ji wan plana žorežê daniye wek jinên bajarê Deraayê yên ku bisedema axaftina telefonê li ser rêjîmê hatin girtin û zîndankirin.. Tevî vê yekê, ew jin bi pêžeroja Sûriyê a azad û demokrat gežbînin..

Serketina žoreža Sûriyê a ku wê nêzîk pêk were, wê Sûriyayeke nû, Sûriyayeke wek hev be, Sûriyayeke bêcudabûn be di nav nijadên ku têde dijîn.. Her wiha wê rola jinê jî têde ne tenê dîkorî be, belê wê jin rola xwe di tev warên fermî de bilîze û wê xwedîdan be, wek ku çawa di jiyana rojane de xwedîdane.. û wê ev jin pižtgireke mezin be ji demokratî, dademendî û wekheviyê re, ji ber ku ew bêtir di welatê wê de, ji ber karbidestan ve, bi êž û janên ku dîtiye serwexte..








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2907