Xelîl Kalo
Rovîyan dinya wêrankiriye û bê tamkirine . hîna bang, xitab ,bizav û axiftina me kurdan ya siyasî ,ramyarî , çandî kevnare û bi ezeziya, tenê em hemû êþ û azar ,bindestî û paþketina xwe dixin sitûwê xelkê de . belê rast û her kes dizane ku dijminê kurdan ewin berpirsyarên yekserin di bindestiya gelê kurd de .ew pirs hatiye naskirin û ezberkirin ji ba hemû mirovên kurd ve, ji mezinan bigira heta piçûkan ,ji zana heta ne zanan , lê ya ku piranîya gelê kurd nizanê ku mane bindestî û perîþanîya wî bi destê xelkê wî bixweye .anku sedema parçebûn , nezani û hiþmendiya netwî , ne rêxistin û dijheviya nav xweyî dikeve sitûwê bijartiyên wî bixwede .
Ji dema bîrewerîya me de, tevger û rêxistinên bi navê kurdewariyê dinava civaka me de hatine dirûstkirin , bi hêvî û armanca rakirina barê bidestî û azadiya gelê kurd ,ew merem û hêvî hatin cewsandin û bi demê ketin heta roja îro , ji bilî ku civaka me were guvaþtin û yekbibe ,berevajî paþve hate vegerandin ku sedema sereke siyaseta kurdan bû dema kete nav destê nezan û bê wicdanan de , berpirsyarên rêxistinan , kesên xwe didane pêþ bi armanc komkirina gelê kurd ,tenê li berjewendîyê xwe pirsîn û miletê xwe ji xwere dane xebitandin ,dibin gelek nav û nîþanên netewî de û bi xap û rîpan heta em gihiþtine vê demê dijwar .
Gelê derdorê me roj biroj ser û binê xwe diguherin çi bi zor yan bixweþî û bi serdikevin , hîna em kurd bi terzê berê di meþin ,meþa seqet û korandikin bê ku zanibin em gihane kûderê ,dema em li xwe di zîvirin piþtî demekê "hey ho "em xwe dibînin ku emê ber bipaþve çûne ,ji ber sêrwan û pêþeweyên me kevnin û bi xap û rîpin û di serî de rewþenbîrê kurd ,lewma jî guhartina me gereke û pêwiste îro berî sibe , eger ew pût û senem ne wên þikandin û rexnekirin wê rewþa me weke niha û berê berdewam bibe .dîse jî gereke em zinibin ku raste gur hîn gurin û me dixun , lê rovîyê bi navê kurdewarî mala kurdan xerakirine di serî de yên ku dibêjin em rewþenbîrin û bê hizir û bîrin.