Dîmenekî rameêş û têbîniyeke balkêş
Dîrok: ÇáÎãíÓ 15 ãÇÑÓ 2012
Mijar: Nûçe



Mihemedê Seyid Husên
 Îro-roj bawer nakim ku kesek di cîhanê tevî de, nemaze ku xwedî sinc, rewişt û rêpîvanên mirovanî be, diwêre ku tundutûjî û komkujiya rêjîma malbata Esed, di bieara gelê sûriyê de bide mandelê, ji salekê ve nêz û dûr bi çavên serê xwe li ser ekranên asîmanî dibînin, bê çawa zarok, pîrejin û kalemêr bi top û tankan, bi gulebarandina hûravêjên torfelaqî, hemwelatî li ser destên heman rêjîma noker têne kujtin, mal û mewdan ji berê ve pûre û yexme dibin, rûmeta jinê hatiye dêrizkirin, xanuman bi ser serê xwedî de hatine herifandin, gund û bajar bûne kavil û ji berê ve talan û wêran bûne,


 bi hezaran hemwelatî mişextî dewletên sînordaş bûne, bi 10 hezaran hatine girtin û bi sedan di bin îşkenceyê de şehîd ketine, bi ser de jî rêjîmên Erebî tevlî komeleya xwe û civaka navdewletî, li gel konseya ewlekarî ya navnetewî, û hemî rêxistinên mafên mirovan, tevlî dadgeha gunehbariya navdewletî, hêj bi piroje, biryar û pêşinyarên xwe, neghane ku vê berbata kulneder û tevkujiya kesanedî, bêzarî û pelekutkirina ketuber ya gelê sûriyê rawestînin û çarenûsekê jê er peyda bikin, nemaze ku civaka navdewletî di her pênc parzemînên grdûnî de helwesteke yekgirtî dijî Rûsiya û Sînê bigire, tenha ku hew piştgiriya rêjîma Esedî ya kujer bi Vîtoyên xwe bikin.

    Îna dibin navnîşana dilsoziya bi raperîna kurdî ya 2004 an re. êdî mozayîka hemî pêkhatên Qamişlo di xwepêşandanê de pişikdar bibûn,  ji hemû reng û texlîtan, ji hemî çîn, tîre û derbirînên cezîrê, tabloyeke hemereng li ber mizgefta Qasimo xemilandibûn.
    Bêguman bûyereke mezin û pir giran li hindurê welêt çêbûye, kirîzeyeke aloz û razperîze mijar û hûrpîş li hev geriyane, kaxez tevlî hev kirine, partiyên siyasî, rewşenbîr û kesên civakê yên serbixwe û hemerengiya hemî pêkhatên welêt serguherî hev bûne, hemî çîn, tîre û derbirînên civakê tanî ku bigihê asteya kes di vê ezmûneya giran û çarewenda de li xwe digerin. Baweriya min jî ewe ku di encamê de, wê li ber bayê rasteqînê bêne dîran û werbêj kirin, wê hinek rûsipî û enîbilind civak kargoriyên wan tilînîşan bikin,  û hin dîtirê wê ji ezmûneyê şût û tazî dawa wan li sere wan bigere û ji bo kiryar û finasên kirêt riswa bibin, dê her pêkhatiyeke li maka xwe bibane, û teqez dê çareserî b saya nifşên nûhatî lawên qûnaxê, yên ku me li pêş emaje pê daye, erênî û delîvedar li civakê giştî vegere, û serfîraz bigihîne peravên tenahiyê.

Dîmenê rameêş:
   Bi rastî destegul cemawirê xwepêşandana îna 2 – 3 -2012 an mezin û giran bû, ciwan, jin û mêr tev tê de beşdar bûn, lê hema piştî ku xwepêşandêran bi xurtepêlan gav dane hêla çarçira gasîna azadî ya Hilêlîkê, min hebxwe berê xwe daye navenda bajêr da ku bi çavên sere xwe bibînim, bê çi livbazî û tevgera berguman ji hêla rêjîmê ve çêdibe, nemaze ku helkeft salyadiya pilana şevnivistî ya Avdara 2004 an bi hemî jan û kovanên xwe ve bi xwe re bîbr tîne, wisa peya û bi tena xwe li ser rikinkê kolanê yê başûr pê vepê di meşiyam, li gasîna ku jê re dibêjin ya {serkeftinê} min dîmenekî ramekêş têbîn kiriye, herweku bajar rojeke buharî bê xirecir, normal û xweristiyane dijî, neweke înên dinê nemaze ku nekêmî 500 karbidestên ewlekarî, hêzên qaşo parêzer yên ewlekarî û şevengên xwe-erzanfiroş, gasîn û çarçira bi giştî bi çekdaran di dihatin rapêçan.
     Min matmayî berê xwe daye hêla mizgefta Zeynilabidîn, li wirê jî min kesek ji wan hêzên rêjîmê yên pêşgotî nedîtine, hin ji dîdevan û bînerên xelkên bajêr yên ku pêrgî min dihatin, digotin berya nîv katekê tev li hawîrdora pêkerê serokê binaxbûyî çarçavî dibûn, lê ji nişkave ferman ji kê û ji kû ji wan re hatiye me nizanî, lê hema yekser hin ji wan berê xwe dane başûr û bi lez mîna garanê serberjêr bûne, û yên dinê berve bakur de di qijleyên xwe de koz bûne, mîna 13 ê avdara 2004 an, nemaze ku di hilm û pifekê de nebedî û beta bûne,  mebest jê ewe ku kurd ji alîkî ve derlayen bidine xuyanî, û ji layê dîtir ve çi ziyanên ku çêbibin kurd bixwe jê berpirsyar be.
    Bi vî awayî kurd dixînin çarçuveyeke bergûman, ji bo ku pêkhatên dîtirê ji ereb û aşûriyên bajêr dûrî wan bikevin, û kurd bi pilanên ku rêjîmê danîne tewanbar bibin, bi taybetî ku ciwanên kurd yên pirotistêr rêya pêkerê bavê rûreş vekirî bibînin, wê îrîşan bidinê da ku wî ji kokê ve birûxînin, bi wiha reng wê pilana rêjîmê here serî û armanca xwe  çesipedar bi dest ve bîne di çaxê ku hin ji serwayên tevgera kurdî yên sawgirtî ji giyanê xwe bêtir li pêkerê mizawirê bêdad miqate ne.

Têbîniya balkêş:
    Ewe ku min di çanda hemî civakên navnetewî de, nedîtiye, nebihîztiye û ne jî xwendiye, ku xwepêşandêr, mangirtî û pirotistêr, bi cil û berg ango taximê rêwefermî û girafêta girêk sêkujî çûne xwepêşandanê, ku baştir mirov di temtêla wan de birame, teqez ji nerîna yekem wê yek têbîn bike, ku hatine mihrecaneke aştiyane û şahlewendî, ango hatine ku ahenga serkeftin û xelatgirtinê pûroz bikin, wisa ji qanêder hîç neweku barav û seqake şoreşvanî dijîn, tu dibê qey kirêtên rêjîma har malbata Esed ya kujer, ya ku zarokên pêçekê serjê  dike baş nabînin.
    Êca çi kes, partî ango hemwelatiyên dijber, tenha ku destelatdariya malabatê dupat û şermezar dikin, di nerîn û rewaya malbatê de sezayê qirkirin û kujtinêne. zariwên me qet têbîneyeke wa daxbar li ser terezûya hişmendî û bîrekarî neteqilandine, ango texmîn nekirine ku êrîşên serbazî, zêwên çete û çolaxên bedkar tîyên xwînê kaarbidestên ewlekarî bêne wan, ku kelukwîrên cemawirê xwepêşandêr li hev xînin û xwepêşandêrên aştiyane û destvala, dîmuqratîhez û azadîxwaz têkevin berxwedana destlepkê, û di encamê de {Gerafêt} ji xwediyên xwe re bibin hevsar, ango bibin werîsê bidarvekirinê û rewan jî biderdin.
   Herwiha di çarşema 9 ê çirya paşî de encûmena niştemanî ya kurdî, xwepêşandaneke navendî ji hemî rêxistinên xwe yên parêzgehê li darxistiye, ji hinga ve gerafêt bûye sîmbola kongergerînan, û bi têzufêz xwe pê re li bakirie bê ku helkeft û cîzemanê wê, derçûn û sûdweriya wê ya şarewerî di şoreşê de nasbikin.
    Bi kurtasî piştî kongera 9-10 partiyên kilasîk, nemaze ku di 26 ê çirya pêşî ya 2011 an de hatiye li darxistin, bê ku hemî pêkhatên civaka kurdî tê de pişikdar bin, ji hemî hêlekaran ve hate rexnekirin û nirxandin, lê di encamê de weku min awir û nerînên rewşenbîriya kurdî û kesên siyasî yên serbixwe di civakê de xwendine û bihîztine, gelekî kêmî asteya grief û kêşeyên gelê kurd û armanca şoreşa sûriyê ya giştî bûne, pêkve jî ne li gorî xwezyarên qûnaxa hestiyar û giringiya kirîzeya heyî bûne.
    Tavilê kongera pêşgotî encumena niştemanî ya kurdî weke pêşewatî encam kiriye, li gel birayarên xav û sist dûrî destan, bi wateya {kevirê mezin ne nîşana lêxistiye} ango bi helwesteke ortaxî derlayen, li wê navê bi yek pîvanê ji rêjîmê û dijberiya sûriyê girtine, nêzî diruşma şoreşê û encûmena niştemanî ya sûriyê {rûxandina rêjîmê} çûne, weku dibêjin beşekî serbixwe û sêwî bi tena xwe mane, herweku ji her kesê ku pêmijûliya çarlepka siyasetê dike, kufşe ku destê tenê li çepikan naxînî, û komika serbixweyî di vê şoreşê de ji hemî hêlan ve pûçencame, bi taybetî di kirîzeyên wisa dijwar û giranbar de, û li ser dirêjaya bêtirî nîv çerxî ezmûneya dîrokî daye nasîn, ku hêza qels ya netewî di nêv dijberiya sûriyê de, kurdên ku li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn bi sere xwene, dêmekî wê çawa bi tenê bêyî koma pêkhatên welêt xurt û serbixwebibin, ku ji dil û can li ser nexşeya sûriyê hevmilî şoreşê nebin, hevparî biryara navendî pişiî rûxandina rêjîmê nebin, tiştekî bi dest naxin.
    Bi ser ve jî zariwên bêrteng û kurtebîn helwesteke derlayen girtine, tenha ku şûnşopekê bo xwe li nig rêjîmê bihêlin, loma konger ji gel civaka kurdî, bi taybetî ji gel hevrêzên ciwanan tanî ku bigihê partî, rewşenbîr û karnasên têvelrûyên siyasî li derveyî kongerê konger têkçûyî nirxandine, ji ber ku emadebûyên kongerê ne li ser perensîpa bineretî ya hilbijartina dîmuqratî hatine pejirandin, loma rewaya xwe ji civaka kurdî bi rêjeke gelekî kêm radest kiriye.
    Neyse ku pêşewayên encûmena niştemanî ya kurdî, bixwazin, mîna kargoriyên namedar û welatparêzên kêşegir û gelperwer, nemaze ku hewl bidin xwe ji kişwera metirsînê rizgar bikin, û di serî de şoreşvanên hevrêzên ciwanan, rewşenbîrên dilsoz û hemî pêkhatên civaka kurdî himêz bikin, rewaya xwe ji navkutka civaka kurdî radest bikin, hûn dê bê derengîxistin tevlî encûmena niştemanî ya sûriyê bibin, bese vê stûbariya bûnewerî bo gelê kurd piştguh bikin, êca bi lezgînî mizgîniyê li rojavayî kurdistanê bidine gelê kurd, herweku negunehe ku carekê buhara kurdewarî di zeviyên kurdî de jî gulved, çêtire ku heman pêşewatî di siberojên nêz de poşman û xwelîser serê xwe bi herdu lepan bi tepîne .
   
Qamişlo  2 – 3 – 2012







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2902