Þeveke evînî
Dîrok: ÇáÃËäíä 12 ãÇÑÓ 2012
Mijar: Nûçe





Ezîz Xemcivîn


"Ji bo bîranêna 12 adarê"
Buhar û kulîlk
herdem te di bîra min de tînin. 
Þev pêde xewn û raman 
te tînin hêla min. 

Destê xwe didim ser dêmên gulgulî 
stranên evînê bo dilê min distrînin...

............................................................


Li bin dara giryok, 
dest li ber rû me diponijim… 
Dengê du-sê bilbilan 
ji hawîr tête min. 
Belam pênûsa min goyîn e;* 
dikale. dinale... 
Qamiþlokê qolincên bîranînên te, 
li hinava min 
jîjo ne; gij in, 
û bê vehesîn in!* 

Li ser masa sincirî, 
li nêzî Lîsgeha birîndar, 
û li ber hêrsa kevirên raperînê; 
em û ewan kul û xeman tevde axifîn! 

Pênûsê þerma xwe avêt; 
da bin lingên kewên gulebarankirî...
Li ber nalîna girtiyan 
û li ber navtêdana 
xuþk û dêyan 
“mala xwe bernedin, 
mala we em in, 
mal namûs e; 
mal jin e, mal jîn e… 
malllllllllllll jîn eeeeeeee...
Talan be,
ferman be,
û bila têkçûna jiyanê be;
serhildan e… 

Em oldarên baxên sînga te ne,
dengê nimêja serhildanê 
ji "Dêrika Hemko" 
ta bi "Efrîn û Þamê"… 
dîlana manê û nemanê. 
Êdî 12ê adarê 
te newroz ji xewnên þêrîn þiyar kir.
 
Kulîlkên newrozê zû biþkuvîn. 
Zû bi zû rapirîn! 
Berfa çiyê zû vê carê heliya
lîlava sor ji dilan meþiya! 
Rehên stûr û canpola 
Ji comerdiya dilê ciwanên te 
çem û kanî derbûn..!! 
Dem hat dengê ker û lal 
nema bêdeng bimîne… 
Dem hat kuç û kevir 
êdî bi ziman bibin.. 
Evîn li bin cilan veþartî, 
çawa bimîne…? 
Sîng vebîn 
û pêsîrên þîrdana tekoþînê 
dibin kanî û diherikin..!! 
Deh û didiwê adarê 
birînên salan 
dilê min 
axxx
Deng ji Mehabadê gihande Hewlêrê 
“Kurdistan yek parçe ye, 
Qamiþlo Helebçe ye”
Dayikên Amedê bi dengên herî bilind
li sînoran serî hildan. 
Serberz û bilind in 
xwîna herikî ronî li jiyana me dida… 
Serhildan e, 
gul di destên pakrewanan de 
27 gul li gerdena te bûn aleke ciwan… 
Va em piyala azadiyê bilind dikin 
bijî azadî hêêêê hê ..
Zarok rabûn 
li dibistana cegerdarî û lehengiyê kirin serhildan…
dema me bi rastî va ye hat 
sala 2004an tovê jîna tekoþînê
li deþthêviyên Osman Sebrî
gelê qehreman bi xwîna xwe ew çand…

Qamiþlo
7/2004

Goyîn
: firindeyekî þev pêde bi nalîn e.
Vesîn: bihnok, bihinvedan.
Gîvara, Xesan: ev ji 27pakrewanên gul bûn.


Ezîz Xemcivîn








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2896