DÊ TU AGIRDAD BÎ
Dîrok: ÇáÎãíÓ 08 ãÇÑÓ 2012
Mijar: Nûçe





Mizgîn Hesko
  
  Ji bo þehîdên 12 ê adarê...û hemî þehîdên kurdan

Ji buharê ta buharê
Çend binefþ biþkivîn...?
Çend nêrgis çilmisîn...?
Çend gelawêj çirisîn…?
Çend berbang fetisîn…?


Ji Helebça ta Qamiþlo
Çend aheng
Çend festîvalê jiyanê
Têne li darxistin…?

Ji cejnên mirinê ta cejinên jînê
Çend Leyla
Çend Egîd
Çend Samî
Çend Ciwan
Çend Qasimlo
Ji dayik dibin...?
Çend pêxemberên nuh
Çend Zardeþtên kal
Avistayê didomînin...?

Ji buharê ta buharê
Çend Barzanên nuh
Ji biskên rojê
Têne der...?
Çend Qadî
Di zikê Mihabadê de
Bûn çira û fener..?
Çend Þêx Se´îdên nuh
Ji mizgeftan
Vedan kesser...?
Çend Maþûqên nuh
Dijîn bi hêrs
Bo qada sor û zer…?

Ji adarê ta adarê
Çend Anahîta
Çend yezdanên dilbijok
Têne xapandin...?
Çend Þaxoþînên nuh
Tene perçiqandin...?
Ji serê salê ta binê salê
Çend bêrîkirin
Dikevin bin pêlavên biyaniyê de...?
Çend firmêsk
Di qermîçonkên riwên zuha de
Têne veþartin…?
Ji Nesrînê ta M. Þêxo
Çend Þeydayên nuh
Distirînin ji bo dilberê...?
Çend zeryên nuh
Dinerin ji pencerê…?

Ji Cigerxwîn ta Tîrêj
Çend helbestvanên nuh
Dest tavêjin kemberê…?

Ji îþqa Nîþanî ta evîna Feqhê gerhok
Çend Bêkesên nuh
Hildigirin pênûs û fenerê…?
Çend Agirdadên nuh
Vêdixin luksa berê…?

Ji Urgêþ ta Qamiþlo
Çend pakrewan j
Ji pêsîra goristanan
Ber bi asîmên ve hilperikîn...?
Çend Agirdadên nuh
Ji xunçên gulan herikîn...?

DÊ TU AGIRDAD BÎ
DÊ 12 ê ADARÊ JÎ CEJIN BÎ

Ji buharê ta buharê
Dê tu Agirdad bî
Samana Newroza me bî
Dê tu arama çavên ku di bendemanê de
Melûl…melûl
Þilo..pilo dibin
Û dîse bi omîdên dîtinê
Avis dibin

Ji adarê ta adarê
Çendîn mahîtab rawestandin
Çendîn afîtab di binê ewran de nixumandin
Dê tu Agirdad bî

Dê tu ronî bikî xewnên me
Dê tu germ bikî dilkê dilê me

Dê tu Agirdad bî
Keftelefta mendalekî
Ku ji nuh îro ji dayik dibe
Dê tu hilm û bîna rîhaneke
Ku dinav kavilên wêran de
Hewil didî ku serî rake
Dê tu bejina findeke
Ku ji nuh ve tête vêxistin


Dê tu Agirdad bî
Di þopikên buhara me de
Tu ne bûyerî
Di hinavê dîroka me de tu SERHILDANÎ

Agirdad...kesê ku agir vêdixe, dadide, Kawayê hesinkar Agirdadê Newrozê bû.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2887