Gotina Desteya kovara PIRS ê di Duwemîn salvegera koçkirina rewþenbîr û nivîskarê kurd REZOYÊ OSÊ de
Dîrok: ÇáÃËäíä 05 ãÇÑÓ 2012
Mijar: Nûçe



  Dost û hevalên hêja…
Berî niha bi du salan, li rojeke weke îro, bira û mamostayê me yê hêja Rezo Osê çavên xwe damerandin û li xaka welatê xwe bû mêvan.
Li wê rojê û li ber darbesta ciwanemergê me, hêstirên germ ji çavên meriv û dostên wî hatin xwar, û gotinên xemgînî û mixabiniyê yên ji dil de û li gor bejna jidestçûyî bûn, ji hêla dost û hevalên wî de hatin kirin. Wan hemiyan, paybilindiya meqeama nivîskar û rewþenbîrê me Rezoyê Osê tekeze dikirin, û giringiya rola mirovên zana, û bi salix û sinciyên cudawaz, ji civaka me re û ji tevahiya tevgera azadixwaz û dadperest re anîn zimên.


Belê birano.. li her welatekî û li her deverekê zana û rewþenbîr serî û mejiyê civakê ne, ew serkêþ û pêþeng in, ew çîka destpêkê ji her guhertinekê re dijenin, bê wan nûjenî, þaristanî û mirovatî pêþde naçe, ew sar dibe û vedimre, belkî ji ber wê jî derba ew dixwin.
Bêguman, roja îro û di rewþa ku welatê me sûryê tê de bi tevahî û gelê kurd li sûryê bi taybetî, pir zelal diyar e, ku çiqas pêdvî û gerekî bi hiþmend, rewþenbîr û mirovên zana heye, û çiqas e, ku ew cihê xwe nava rêzên tevgera azadîxwaz de bigrin, çin kî li ev rojên reþ û dijwar, li ev rojên ku xwîna mirovan li her derdorekê dirijê, gelê Sûryê bi pêdviya hemî lawên xwe ye. Û li bendê ye ku her mirovek, nemaze jî zanayên xwe, bi rola xwe ya erênî rabe, welatê xwe biparêze, civaka xwe biparêze, kuþtinê û xwînrêtinê rawestîne, û bi pêdarî berve ronahî û azadiyê bimeþe.
Di van rewþên giran û dijwar de, zor pêwîst e jî ku nêrîn, helwest û baweriyên zana û rewþenbîran cihê rêzdarî û guhdanê bin, nemaze jî ji hêla tevger û hêzên siyasî de, bi dilferehî li wan werin nihêrîn û bi guhên vekirî werin bihîstin.
Belê dost û hevalên hêja, bila herkes bizanibe, gelê ku zana û hiþmendên xwe teqdîr neke û rêza bîr, bawerî û nêrînên wan negre, ticarî bipêþ nakeve û dê wek sêwiyan li þûna karwana þaristaniya mirovatiyê bimîne.
Birayê me, kek Rezo, biracan.. tu di jiyana xwe de û di mirina xwe de jî cihê qedrê yî, ji ber ku tu zana bû, rewþenbîr bû, pêþeng bû, gernas bû û fîdakarê gelê xwe bû.. hezar silav, rêz û rûmet ji bîranîna te re nemirê hêja.
Desteya kovara PIRS
3.2.2012








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2884