Cilika dûv cercerê...!!
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 28 ÝÈÑÇíÑ 2012
Mijar: Nûçe



Xelîl Kalo

Di destpêkê de zanyarî bo wî  merovê ku nizane cercere çiye û bi taybetî nifþê nû û yên ku li bajaran dijîn . cercere alavekî bav û kalan bû, pê sapên dexl û danê genim ,ceh.kixin.nîsk hûrdikirin , du dewran ya jî du gayê cot ew cercere di kiþand, berî ku teknîka nûjen werê welatê me "patoz"ku niha bi patozê dexil û dan ji pûþ cûda dike .tê bîra me em zarokbûn bavê me , em bi xwere dibirin bênderan da ku em li cercerê siwarbin , gêrêbikin û dewaran bajon .


Ew gêra, ew dewar, nîr û embûr, miþane kêþê ,em tev dema li hawîr dorê zicîra sapê genim di zîvirîn li ba me zarokan seyrek bi þadî û tameke xweþbû û me xwe didît tiþtekî mezin, dema me dewar tajotin , hîn bihtir em pir kêfxweþdibûn û þadibûn dema me qamçî li dewaran didan û bilezgînî li dora zicîra sap digeryan .baþî cend rojan ku ew sap hûr dibû .yê cotkar cilikek bê hecet "ew cilik qepalekî bê hacêtbû yan ji telîsekî kevinbû ne gelekê bi  nirx û qîmetbû ""li pey cercerê ve dikir da ku dewsa dewarn û þûna dinanê cercerê ypn hesinî rast bike"" weke niha dema mirov çawa cilûbergê xwe ûtî dike"" û dîse jî heta ku cercera nexeniqê û þeweyê melhema berhemê dexil û dan bi bercav bibe ,ji bo cotyar zanibe ka gelo hûrbûna sap bese yan na....bi kurtasî û li gorî zanbûna me evbû rola cilika dûv cercerê-

Niha û piþtî demeke baþ dirêj û keftefta bûwêrên ku li welatê me di qewmin,  mirovin hene û yê me kurdane  li qulan û qada siyaset û rewenbîriya kurdîne bi tamamî rola wî qepalî dileyizin .anku zirtikin bihtir ku xwedî þexsiyeteke serbixwebin,  xwe xistina cilika dûv hin siyaset medaran heta ku hin hesûyan bikojin .tenê ji wan re bûne ew qepal ,û karê wan kêmasî wan di veþêrin û qirêj û kefþîla wan davêjin .anku xwe xistin sergo , xwe dane ber siha gunê wan heta ku hebûna xweyê sexte û pûç bide xuyakirin û bibêjin  emjî  hijmarekin û ez heme .bere serê mirovê wisa bin erdê kevê û xwedê wî mirovê pûç nehêlê ji bavê wî re.

Xelil Kalo
28.2.2012   







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2865