Vexwendname Kongira Êzdiyên Sûrî ya giþtî li Elmaniya
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 28 ÝÈÑÇíÑ 2012
Mijar: Nûçe



  Di 05.11.2011 an de li bajarê Hannover (Elmaniya) bi beþdarbûna jimarek rewþenbîr, nivîskar û çalakvanên siyasî civîneke berfereh ji Êzdiyên Sûrî re hate li darxistin.
Di vê civîn de ku ew bi xwe berdewamiya kar û xebata rewþnebîr û çalakvanên kurdên Êzdî ya sala bû, û piþtî danûstandinên berfereh ku ji aliyên beþdarvanan ve li ser þûreþa Sûrî û rewþa Kurdan bi giþtî û di nav de Êzdî hatin kirin, beþdarvanan biryara damezdarndina Encumena Êzdiyên Sûrî (E.Ê.S) sitand.


Û hetanî lidarxistina kongireya giþtî ku gereke di nava þeþ mehan de bê amadekirin û ji bo birêvebirina kar û xebatê komîteyek ji 9 kesan hate hilbijartin.

Hêjayî gotinê ye ku di vê dema bûrî de komîteya birêvebir pir bi çalakî xebata xwe birêvebir û dikarîbû di demeka kurt de danûstandin û têkiliyên xurt û pirên baweriyê di naverba xwe û jimarek mezin ji hêzên siyasî yên Kurdî û Erebî de ava bike.

Em di wê baweriyê de ne ku tevaya hêzên siyasî û tevaya damûdezgehên mafên mirovan û civata sivîl li sûrî û jidervayî sûrî bi hemî reng û dengên xwe ve bi zilim û zora ku li Êzdiyên Sûrî bûye û dibe baþ agahdar in.
Lê em di wê baweriyê de ne jî ku bi anahiya xwedê û xortên þûreþa azadiyê li sûrî û tevegera azadîxwaza gelê kurd û hêzên demuqratîxwaz yên Erebî ku ji îro û pêve wê êdî nema kesek mafê me yê netewî, olî, civakî û siyasî binpê bikê, û me wek hemwelatiyên dawiya pêpelûkê bibîne.

Ji destpêka þûreþa Sûrî ve me wek Encumena Êzdiyên Sûrî helwesta xwe di derbarê çend xalên giring û pêwîst de eþkere û zelal kir ku ew jî ev in:

1- Êzdî kurd in û em her danûstandin û nîqaþeka berûvajî vê rastiyê di vê derbareyê de wek xiyanet dibînin.
2-Em bi rûxandina rêcîma Diktator re ne, û dibêjin roja azadiyê nêzîk bûye.
3- Em ê danûstandinê bê awarte û bi heman pêr û mêzênan bi tevaya hêzên siyasî yê welatparêz û demuqratîxwaz re li sûrî bikin.
4- Em hêvî ji hemî partî, hêz û rêxistinên Kurdî li Sûrî dikin, ku rêzê li tayîbetmendiya ma ya olî bigrin û ne wek giyanekî biyan li Encumena Êzdiyên Sûrî binerin.
5- Em ê bi hemî hêza xwe piþtgiriya helwesta yekgirtî ya tevgera siyasî ya Kurdî li Sûrî di derbareya çareseriya pirsa Kurdî de bikin.
Xwîþk û birayên hêja,
Êzdiyên Sûrî yên ku li Elmaniya û Ewrupa dijîn,
ji bo nîqaþkirina van mijaran û gelek mijarên din yên ku bi hebûn û çarenûsa me
ve girêdayî ne, em we hemiyan bê awarte û bi dilekî xweþ vexwendî Kongireya Êzdiyên Sûrî dikin.

Cî: Kavallerie str. 26
33602 Bielefeld
Dem: 10.03.2012
Demjimêr: 12.00 an
Ji bo têkilî û danûstandinan
Tel: 0157 74 94 26 29
Tel:0172 45 00 736
Tel: 0152 07 91 61 59









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2864