Partīno me biparźzin
Dīrok: ĒįĢćŚÉ 17 ŻČŃĒķŃ 2012
Mijar: Nūēe



Qado žêrîn

Ji her rojê bêtir, van rojan em hewcedarî yekîtiya we ne, ey partiyên dema žorežê. Ji 1957an ve em wek îro hewcedarî we nebûne, me ji žebîhe û žerê navxweyî û diz û keležan biparêzin, eger hûn vê yekê nekin, nebêjin em nûnertiya gelê kurd dikin.
 Dîsa em yekîtiya rêxistinî naxwazin, çimkî em zanin hûn wê nakin, belê di bin sîwana kurdayetiyê de gotar û helwesta xwe bi yek in, daku hûn bikaribin mafê gelê xwe bistînin.


Nimûneya bažûrê Kurdistanê di sala 2003an de hîna li ber çavan e, dema rêjîma Sedam Husên rûxiya partiyan gelê kurd parastin û mafê kurdan jî standin, û ana li ser riya avakirina dewleta kurdî ne. ji we jî eynî rolê tê xwestin ey partiyên rojava.
Gelo sî û yek partiyên ku mîna Paramisyom ji hev û li dijî hev veqetiyane, dikarin di bin sîwanekê de bicivin?.
Agahdar bin partîno, rojên giran û dijwar hîna bi ser me de tên, ana jî rewža me kurdan bi taybetî û ya Sûriyê bi gižtî ne aram e, jixwe ku hat û rêjîm rûxiya dê ewlekarî têkbiçe û nemîne, êdî hûn gelî partî û rêxistinên me yên siyasî, di ber parastina me de berpirsyarin. Eger hûn nikaribin bi vê rola xwe ya dîrokî rabin nebêjin em nûnertiya we dikin.
Bila di bîr û bala we debe ku hûn di ber hemû pirsgirêkên herêma kurdî de berpirsyar in. Jixwe di derbarê žehîdketina Mižel Temo, malbata Bedro, êrîža li ser Nesredîn Berhik û hemû êrîžên din de, dê pirs ji we bên kirin.
Eger hûn helwest û gotara xwe li ser xakê nekin yek, hûnê mafê me nestînin û me neparêzin. Dê dîrok lanetê li we bibarîne. Û bi rûxandina rêjîmê re hûnê jî birûxin.
…….
Navên 31 partiyên berpirsyar di ber maf û parastina me de:
1- Partiya demuqratî kurdî li Sûriyê(Alpartî)(1)-Hekîm Bežar
2- Partiya demuqratî kurdî li Sûriyê(Alpartî)(2)-Nesredîn Ibrahîm
3- Partiya demuqratî kurdî li Sûriyê(Alpartî)(3)-Ebdilrehman Alûcî.
4- Partiya Yekîtî ya kurd li Sûriyê- Ismaîl Hemê
5- Partiya Yekîtiya Demuqrat a kurd li Sûriyê(Yekîtî). Mihyedîn Žêx Alî
6- Partiya Yekîtiya Kurdistanî- Ebdilbasit Hemo
7- Partiya Yekîtiya Demuqratîk(PYD)-Salih Mislim.
8- Partiya çep a kurd li Sûriyê-Mihemed Mûsa Mihemed
9- Partiya azadî(1) ya kurd li Sûriyê-bežê Mistefa Oso
10- Partiya azadî(2) ya kurd li Sûriyê-bežê Mistefa cumha.
11- Partiya Dîmuqratî pêžverû a kurd li Sûriyê-Hemîd Derwîž
12- Partiya Nižtimanî demuqratî kurd li Sûriyê-Tahir Sfûk
13- Partiya wekheviya demuqratî ya kurd li Sûriyê-Ezîz Dawê-
14- Partiya demuqratî kurdî Sûrî-Cemal Žêx Baqî.
15- Partiya Rêkeftin a kurd(1).
16- Partiya Rêkeftin a kurd(2).
17- Žepêla pêžeroj a kurd li Sûriyê
18- Partiya hevgirtina Gel a kurd
19- Hevgirtina Lîberalên Kurdistanî.
20- Partiya Nižtimanî ya demuqrata Kurdistanî
21-Tevgera reforma partiya pêžverû ya demuqrat-Fêsel Yûsiv.
22- Komelgeya nižtimanî demuqrat a yekbûyî.
23- koma nižtimaniyên demuqrat a kurd
24- Encûmena Nižtimanî Kurdistanî-Žêrgo Ebas.
25-Azadên Kurdistan
26- Tevgera guhertin û dadmendiyê.
27- partiya Demuqrat a Kurdistanî-Sûriya.
28- Partiya Pêženg a demuqrata Kurdistanî.
29-koma demuqratî Kurdistanî.
30- Partiya civaka Demuqratî kurdî li Sûriyê.
31-Kongira Nižtimaniya Kurdistanî.
16/02/2012







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2854