Rusiya û siyaseta kevneþopî
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 03 ÝÈÑÇíÑ 2012
Mijar: Nûçe



Dr.Ebdilmecît Þêxo

Em  dixwazin bê serdorên dirêj û fereh bêjin ; Sovyetistana  berê jî siyaseta xwe ya dervayî li gor berjewendiyên xwe dajot ; ewê raman û bîrdozên Markis-  lênîn û  ramanên pêþverû bin pê diikir û ewanan  dikir rajeya aboriya siyaseta  dewleta xwe .
Destlata Sovyetistanê  hevpeymana dostaniyê di sala 1972  an de bi rêcîma Ehmed Hesen Bekir (Partiya Bes) ya faþîst re mor kir û her weha jî  ewê partiya kumunîst jî neçar kir ku ewa bi partiya (Bes)re di hundir (Eniyekê )de alîkar be .


Destlata Bes piþta xwe bi Sovyetistanê li dijî hêzên dêmokrat û tevgera azadîxwaza Kurdistanê  hêztir dikir .
Li gor vê (Hevpeymana dostaniyê) Sovyetistana berê  çekên xwe  bi zêrên reþ difrot  destlata dîktetur û xwînvexwar; ewê bi wan çekan  þerê  tevgera dêmokratîxwaz û bizava azadîxwaza gelên Kurdistanê  bi seroketiya nemir M.Berzanî dikir.
Sovyetistanê ev þêwesiyaseta bi xwe jî  li Sûriyê pêkanî û mixabin ta niha jî partiyên kumunîst ji bin bandora siyaseta kevneþopî rizgar nebûne  û ewanan bi rêcîma partya Bes re hîn alîkar in , lewra jî em kanin bêjin tevgera kumunîst  li Sûriyê jî ji hev þeliya ye û hikariya wê di nav gelên Sûriyê de hema ,hema nema ye .
 Dêmek Sovyetistana berê  ji ber siyaseta xwe ya çewt li derve û hundir hilweþiya û di pê re hemû dewletên sosyalîst ;yek li dûv yekê tarûmar bû.
Rusiya niha jî dîsan li gor siyaseta  sovyetistanê ya derve dimeþe , ewa jî  dixwaze pêþbaziya  Emêrîka û welatên din sermiyandar li navçeyên cîhanê bike, ewa dibêje ; Rusiya jî dewleteke mezin e û ewa xwe ji Emêrîka û welatên din kêmtir nabîne,lewra divê ewa jî mîna dewletên din sermiyandar  li bazarên aborî bigere û kirîn û firotanên xwe bike .
Çawa sovyetistana  berê ji bo berjewendiyên xwe aborî hemû mafên gelan û dengên azadîxwaz  binpê dikir  ,îro jî Rusiya li ser rêç û þopa wê siyaseta kevneþopî berdewam e .Ji 15.3. 2011 ê de þoreþa aþtiyane  li gelek bajar û bajarokên Sûriyê  li dijî rêcîma Bes ya dîktetur destpêkiriye ;pirtirî 10000 hemwelatiyên Sûriyê li pênavê azadiyê pakrewan bû ne û bi deh hezaran têkoþer û dêmokratîxwaz di zîndanên rêcîmê de ji ber êþ û lêdanên ne mirovane de dinalin û dimrin.
Gelek welatên sermiyandar ,pir rêxistinên mafên mirovan  ,  pir  mislimanperest ,xaçeperstên cîhanê û komelgeha dewltên Ereban  helewesta destlata Sûriyê þermezar  dikin  lê mixabin Rusiya  ta niha  hîn çekan (36 balefir)  difroþe Sûriyê û hîn baregehên xwe  yên leþgerî  li Sûriyê  ji bo parastina  sudên xwe dihêle.
Rusiya raste rast li rex dewleta Sûriyê  radiweste ,ewa ta niha naxwaze  rêcîma Bes were hilweþandin û rêzê li vîna gelên Sûriyê nagre û ewa bi vê siyaseta xwe ya ne mirovane  ruya xwe li hember dîroka civakamirovperwer, mîna Sovyetistan berê reþ dike.


 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2834