Zemawenda kurdî di navbera nûjeniya Cak Dêrîda û parastina kelepur de!!!!!
Dîrok: ÇáÃËäíä 08 íäÇíÑ 2007
Mijar: gotar


 Dr.Zara Brahîm
 
 Zanist û dîroknasên cîhanê yên pê þî û hevdem, dibêjin ku avakirina dirust ji pa þeroja her miletî re , ewe ku stûn û bingiha wê: kelepur,  þûnmayî û mîtolojiya wî miletî be. Mayîn û pê þveçûn û ge þbûna miletan tê girêdan bi parastina van  þert û mercên pê þ me gotî ve, loma ew gotinên pê þiyan bi xurtî cî digrin, çikû dolemendî û zengînbûna miletan ji wê mîtolojiya û kelepurê zengîn tê.


Kurd jî weke miletekî bindest û bê dewlet, pêwîste ku nasnama xweyî netewî biparêzê û eva han jî rêk jê,  di rêya parastina wî foloklorê kurdî zengîn de ye. Her û her pê gereke parastin, komkirin û berhevkirina wî kelepurî, ji ber ev dibe pergalê her karê dahêneranî û hunermendiyê, ne weke ku hin nûnerên bîriya nûjen( modernism) dibêjin û yekî navdar ji wan ( Cak Dêrîda ), ew têgeya nûjenî didê nasîn û  þirovekirin li gor sîstêmeke îkonomî- siyasî bilind ji zanînê. (Ew nerîna wî ku dibin atmosfêr û asîmanekî ji demokrasiyê û azadiyê û parastina mafên kes û mirovan de, dive em kelepur û dîroka xwe jibîr bikin, xwevedan û xwe  þi þtin ji van þert û mercên serekî, derbasbûna asoyekî bimij û moran bê dem û nasname û windabûna netewî .
 Bi rastî ev nûjeniya bêwate û ve þartî, îro roj bi hin  þêweyên cor be cor xwe didin xuyakirin, ne tenê di warê helbestê de, lê belê ev  þêweya û têgihi þtina  þa þ ji nûjeniyê re li dawetên( zemawendên ) kurdî vedane û ew xistine kirasekî nekurdî de.
 Van demên dawî em be þdarî gelek zemawendên kurdî bûbûn, loma min ev gotar nivîsî divî derbarî de, bi hêviya ku em tevde bi berpirsiyarî li ser van xalan rawestin û berçav bikin. Vexwendina dawetan bi  þêwekî  þaristanî pêk tê, lê gava mirov derbasî wan kilûbên ku tên kirêkirin, mirov dikevê rew þeke matmayî de. Di hindir de kes xwe þik hev nabînê ji dûmana çixara, perdeya guh berxwedanê dike hember wî dengê bilind yê hunermend û alavên wî yê mozîkê, ta edî ew dengê xwe þ û nexwe þ jihev newê naskirin, mêvan êdî nema biserhevve dibin, zarok libin guhê hev dikevin, qîr û qiyamete, kesên hindir ker û lal dibin ji deng pi þtî ku dawet biwî dengê bilind xwe diguhezê nîvê mêjiyê wan, hevtiyeke sax ê þ serê wan naberdê, lê ti þta herî meztir ew  þêweya dîlanê ya ku lidar dikevê û mozîk û stiranên biyanî( nekurdî), çavlêkirin ji kelepurê erebî û tirkî bi pir renga tê bikaranîn çi stiran û çi sema bê, dibê qey kelepurê mey kurdî ne zengîne bi govend û stiranan!!!!! Ta li hin dawetan jî ew girûpên dîlanê yê ku li pê þiya bûk û zavê , ewên  þamî û helebî  bi  þûran pê þkê þ dibin û gotin û sloganên erebî, yên dûrî kelepurê me li ser bûk û zavê dibêjin û dihêlin ku zemawend bêtir biyanî be. Yan din jî ew govenda tevlîhev, bê parastina rêz û wateya wê govenda kurdî ya resen ya ku tê nasîn li nik kurdan û wê taybetmendiya wî diyar dike. Ji ber ku weke em dizanin nabê ku her kes ji xwere mere derbasî govendê bibê, rêçik jêre heye, gava xort yan zilam dîlanê dikin, keç û pîrek azadin dihilbijartina girtina destê kîjan xortî de, ew jî ji pi þt govendê ve tevlî dibin û nabê ku xort destê keçikê berdê lê berevajî wê çê dibê, ne weke dema niha ku êdî xort bi vî karî dirabin!!!!
 Ev teqlîd( tradîsiyon ) di mîtolojiya kurdî û gelek miletên rojhilat de heye û rûmeteke ji pîrekê re û weke ku mamoste Xalis Misewer di gotareke xwede ev ti þta han daye xuyakirin, ew govenda bi tevahî vedgerê wê dema niyolîtî( kevirî ) berî zayînê, ew roja pîroz li cem babiliyan û ew mizgefta wanî ya paqijkirina ji gunihan ji aliyê pîrekê ve û ev bixwe bingiha wê roja serbixwe ji pîrekê re bê çawa hingî azad bû, dema peyre di govendê de jî ew wilo bû ku kîjan xortî jixwere hilbijêrê û bikevê destê wî û semayê bikin.
 Kurdan ev ti þta han ta roja îro jî parastine bi wê têgeya mirovayetî-giyanî û bi seyîkolojiyeke bilind ji zanîneke xuristî, loma dive ku ev kelepur bête parastin û ev nirxê han î hêja ji wê dema pîroz ve ji pîrekê re berdewam bibê. Ev tradîsiyona han li gundên kurdan bêtir xwe diyar dikin û pêktên û ew wateya wê roj û  cejna pîroz tê parastin. Ji ber wilo jî nabê ku nûjeniya xuar me dûrî kelepurê miletê me bixê, lê diruste û ne  þa þe  ku em nûjenî û pê þxistina dirust derbasî zemawenda kurdî bikin, bê ku em xwe dinav wênade winda bikin û nasnama xwe ji kok rakin. Yek ji wan  þert û mercên nasnama her miletî ewe kelepur û çanda wî ye û kurd berî her kesî dive ku vî ti þtî biparêzin, hîn em bindestin û ne xwedî welatin û desthilatdarên me narawestin ku mozîk, awaz, stiran û foloklorê me ji xwere bibin û wî kirasê xwe lê bikin û hedî hêdî em êdî tên bi þaftin ( asîmîlekirin ).
 Gereke em foloklorê kurdî biparêzin û xwedî lê derkevin, ji ber hin bi hin em xwe jê dûr dixin, lewra ev dibê pirseke netewî giring û her kes dive bi barê wê  rabê.
 Kurd bi hemû ti þtên xwe zengînin, dahol, zirne û kemançe tu carî nekêmî van alavên nûne û digerandina govendê de , em Karin bêjin ku ew ji wan xwe þtirin, lê eva han nabê sedema ku em bi rengekî zanistî – dirust mozîka kurdî pê þxin û tevlî ya nûjen bikin û hemû alav û înstrumêntên nû bikar bînin û wan stiran û awazên kurdî yên  þêrîn tevlî hunera cîhanê bikin li ser pira wî lelepurê kurdî yê dolemend û nasnama xweyî netewî bi ser bilindî bidin xuyanîkirin divê  þopê re.
 
 Jêder:
 -nûjenî û pi þtî nûjeniyê( modernism post modernism)- Xalis Misewer.
 - Govara Hevind 5( mîtolociya govenda bi tevahî)  þirova Xalis
 Misewer
 
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=282