Ji bo helwestfiroþ û keysebazan
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 03 íäÇíÑ 2012
Mijar: Nûçe




Arþevê Oskan

Serok, rêber, xwedan dîrok,
padîþah û dîktator in
Xwedan serewt û mal û þûr in..

Xwedan tac in, dîk in,
þêr in û carcaran jî pisîk in
Bê zanîn û îlm û nûr in..


Welat kirine bexçeyên malbatî
Dixun vedixun, talan dikin
Ew û zarokên xwe têr in
Gel birçî, perîþan û belengaz
Ew û gel ji hev dûr in..

Xwedan kole, peye, dergevan û xulam in
Kurtêlxur û keysebaz in..
Gel û kes û mirovên zane
Li ber tirrên wan bilûr in..

Erê qaþo rewþenbîr, rojnamevan,
siyasetvan û akadîmî ne
Dolar li kû bin, ew li wir in
Nav in di nav rûpelan de ne
Ji parastina navê dîkan re
dergevan, parêzvan û natûr in..

þebîhe, belteçî ne û xwefiroþ in
geh li bakur, rojhilat, rojava û ewropa
û pirê caran li baþûr in..

Li þevên tarî, li rûpelên þaristaniya dîrokê
mîna pênûsên textkî ji xîmavê zuha ne
temenkurt in, li þevên tarî û reþ nabin çira
agirên çira wan hûr in..

Ji dolaran têr nabin, bêrûmet in
Çemên bi mekrob in
Ew ne mîna Dicle, Firat û Xabûr in..

Ku serok diçe ew jî diçin
Li warekî nû ji xwe re digerin
Kurtêlên wan herdem hene
Pênûsên wan her tên firotin
Pîneyên wan her tên dirûtin
Ku dolar nemînin mîna guran zûrezûr in..

Çav nexel û zimanxweþ in
Dilxerab û her zikreþ in
Li kû bin derew ji wan diweþin
Pozbilind in, li xwe bi guman in
Tirsonek in, tim serxweþ in
Ji navdariya xwe re mîna tifik û tenûr in..

Serok hat û cîgir çû
Çi got û çi firot?
Her siya wan diþopînin
Tu rastî bixwazî, ew jî zanin ew tertûr in..

Dolaran çav kor kirine
Ziman bûye paçikê paqijiyê
Di nava xwe de tiwalêt in
Ji derve rengînin mîna þarûr in..

Gel nezan û kor dibînin
Xwe rast û pak û dirust dibînin
Cilên xweþik û berçavkên tarî li xwe dikin
Lê dîsa jî ji rastgoyînê dûr in..

Kurtêlxurî diyarde ye
Mîna tora enkebûtê,
xwe li dil û mejî dipêçe
ji jiyanê re dibe armanca
ji ber ku bê çand û edeb û kultûr in..

Ew rêberan dikin dîktator
Li serê belengazan bele ne
Kula giran û matmayî
Xwedan rojname û çente ne
Di karê xwe de dixsik û xiniz û diz in
Ji ber helwestên erzan îro li baþûr in..

01. 01.  2011








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2810