Azad Ekkaþ
Salûl têra êþkencedaran nake,
gewdeya pançilandî jî têra wan nake.
Ji gavekê wêdetir zencîr nahêle.
Ji reþahiyê wêdetir rûpûþ nahêle...
Lê xwîna pijiqî azad e.
Raperîn bi welatekî qaîl nabe
Raperînê têra te welato nake
Nêçîrvanên xewnan,
çi serxweþ bin çi bi nimêj bin,
bi heman rewînên xinisdar dê þopa meygerên azadiyê bipên.
Lê çipçipa xewnan ranaze
û ji zeviyên qamçîkirî re
ewr ne poþman e