þehîd
Dîrok: ÇáÓÈÊ 03 ÏíÓãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe




  Ekrem tehlo

Goga zemînê çûke
Lihember wî dilête
Qîþên çiya   herifîn
Bi zumîna dengête
Riwê xwezayê  geþbû


Ji vedana dengête
Kanya jînê  herikî
Ji nav hîmên çengête
Dîrok bi þerm lûsiya
Li delavên   çavête

Wek birûskê te lêda
Bilez û bez û lebat
Nepirsî li jîna xweþ
Dema ku bankir welat
Xwîna sor xweþ herikî
Li dora zinar û lat
Bejna zirav û lewend
Da ber gullên biþewat
Bû stêrkek þên û geþ
Li esmanê jor hilat

Wek xwinavê  bariya
Gul vebûn li hawirdor
Axa medya vejiya
Bi devê tivinga mor
Dîwarê  sitemkarî
Hilweþiya qor bi qor
Gelek berz û bilindbûn
Alên kesk û zer û  sor
Lite  pîrozbe  þehîd
Bax û bihiþtên li  jor

Deþt û zozan xemilîn
Dema te xwekir qurban
Li  þûna  goristana
Avadibin   þaristan
 Bi wan  tîpên   navête
Hatin ristin   dasîtan
Vaye bote   dibêjim
Gotinên  xweþ û  ciwan
Dûr   nêzîk  her bawerim
Wê rizgarbe  kurdistan
 
Sermede navê  þêrîn
Linav rûpelên dîrok
Wêneyête   kolaye
Ser dêmên dema þermok
Ger çendî  jibîrbibin
Qiral, rêber û  serok
Tim xiyaye wek çiya
Kûr berdaye reh û kok
Her bihar tê bête  der
Li darên sêv û bîhok








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2785